Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku ji bo ev pêvajo bi tenduristî pêş bikeve divê hin mafên ku gelê kurd 40 sal in tînin rojevê bi zagonan bên parastin û got: “40 sal in ji ber înkara mafê hemwelatibûnê û çandê ev şer heye. Divê mafê kurdan ên bingehîn ên mafê azadiyê, hemwelatiyê û çandê li gorî mafê mirovan ên gerdûnî û demokratîk bên destgirtin.
Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 29ê Kanûnê de têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û diyar kirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li dijî senaryoyên pêşeroja tarî yên tên ferzkirin, pêşniyarên çareseriyê yên erênî pêşkeş kir. Di daxuyaniyê de nêrînên Abdullah Ocalan û nêzikatiyên wî wiha parvekirin:
“* Jinûvexurtkirina xwiş û biratiya Tirk-Kurdan biqasî berpirsyartiyeke dîrokî, di heman demê de ji bo diyarkirina qedera hemû gelan diyarker e, girîng û mijareke lezgîn e.
* Ji bo pêvajo bi ser bikeve, hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bikevin nava hesabên demkî û teng, hewceye bibin xwedî înîsiyatîf, çêker nêz bibin û ji hêla erênî ve sûdewer bin. Ev yek pir girîng e. Bêguman yek ji zemînên vê sûdeweriyê ya herî girîng jî dê Meclîsa Tirkiyeyê (TBMM) be.
* Geşedanên li Xeze û Sûriyeyê nîşan dan ku çareseriya vê pirsgirêka ku bi mudaxileyên derve re her ku diçe bêhtir kûr dibe, ketiye rewşeke wisa ku nabe ku êdî were taloqkirin. Di çarçoveya vê micidahiyê de, ji bo ev xebat were biserxistin, piştevanî û pêşniyarên muxalefetê binirx in.
* Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.
* Şande dê vê nêzikatiya min hem bi dewletê re hem jî heke hewce bike dê bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de, ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim.
* Ev hewldanên me tevek dê welat bigihijîne asta heq dike û di heman demê de ji bo veguherîneke demokratîk jî dê bibe rênîşaneke pir bi nirx.
*Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî, xwişk û biratiyê ye.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan berê jî ji bo pirsgirêk çareser bibe 10 xalên çareseriyê li Dolmabahçeyê bi raya giştî re parve kiribûn. Dîsa ji bo pirsgirêk bi rêya siyaseta demokratîk û aştiyane pêk bê gelek caran agirbesta yek alî îlan kir.
‘Ev lêgerîna rêyek nû ye’
Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyin Kuçukbalaban li ser peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: “Ji bo tevgera mafên mirovan, hevdîtina ku heyeta DEM Partiyê di 28ê Kanûnê de bi Birêz Abdullah Ocalan re pêk anî gelek muhîm e. Ji ber ku sala 2024an bi politikaya tecrîdê û tundiya li ser gelê kurd derbas bû. Vê yekê bandokek mezin li ser binpêkirina mafên mirovan kir. Gelek rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê, hem ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe hem jî ji bo Birêz Abdullah Ocalan rola çareseriyê bilîze bangên muhîm kirin. Dîsa rêxistinên mafên mirovan ji bo tecrîda zêdeyî 4 sal in didome bi dawî bibe, malbat û parêzer karibin hevdîtin bikin, bang kirin. Di vê mijarê de rakirina tecrîdê ku di serê cotmehê de Serokê MHPê Dewlet Bahçelî xist rojevê gelek mihîm e. Em dinirxînin ku ev hevdîtin dê encamên gelek bi nirx pêş bixin. Di Cotmehê de Dewlet Bahçelî got ‘Bila Abdullah Ocalan weke di koma DEM Partiyê de biaxive. Bila meseleya tundiyê ji rojevê derxe.’ Piştî wê biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan çû hevditin kir. Piştî wê jî di 28ê Kanûnê de heyeta DEM Partiyê çû hevdîtinê. Di encamê de peyamên Birêz Abdullah Ocalan ên bi raya giştî re hatin parvekirin, bi rastî jî di çareseriya meseleya kurd de, ketina rêyek nû nîşanî me dide. Ev lêgerina rêyek nû ye. Ev nîşanî me dide ku bêyî polîtîkayên înkarê û şer jî ev mesele dikare bê axaftin û çareserkirin.”
‘Divê mafên kurdan ên civakî bêne parastin’
Huseyîn Kuçukbalaban anî ziman ku berê jî gelek caran hewldanên agirbestê û rêyên çareseriya aştiyê hatin ceribandin û gav hatin avêtin û got: “Herî dawî di navbera salên 2013-2015an de pêvajoyek hebû. Ev pêvajo bi encam nebû. Ev rê dîsa rîskên wê hene. Bêguman ji bo rîskên vê rêyê bêne kêmkirin, divê meseleya aştiyê tenê di navbera dewletê û rêxistinê de nemîne. Ev meseleyek civakî ye. Divê mafên kurdan ên civakî, ziman, çand û mirovî bi zagonan bêne parastin. Divê çanda aştiyê bê avakirin. Ev hevdîtina ku ji 7 xalan pêk tê û bi raya giştî re hatiye parvekirin, em difikirin ku hûrguliyên wê jî hene.”
‘Rola rêxistin û saziyên sivîl û demokratîk muhîm e’
Huseyîn Kuçukbalaban, bal kişand ser xala ku Abdullah Ocalan meclis wekî navnîşana çareseriyê nîşan daye û wiha axivî: “Dîsa got ji bo vê pêvajoyê bi rêve bibe û pirsgirêka kurd çareser bike, xwedî hêz û qutred e. Ev muhîm e. Destnîşan kir ku ne tenê meseleya îqtîdarê ye. Bal kişand ser rola partiyên siyasî yên muxalif û rêxistinên civakî û sivil. Ev mûhîm e. Ji ber meseleya Kurd tenê di navbera aliyên şer dike de çareser nabe. Ji ber ku 40 sal in politikaya şer heye. Polîtîkaya înkar û îmhayê heye. Vê yekê pirsgirêkên kûr ên civakî û binpêkirina mafan bi xwe re ava kiriye. Van polîtîkayên înkarê bi xwe re pirsgirêka demokrasî û mafên mirovan çêkiriye. Vê meseleyê di aliyê aborî, siyasî, civakî de bandora xwe li civakê kiriye.”
‘Banga Abdullah Ocalan girîng e’
Hevserokê Giştî ye ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban, da zanîn ku eger pirsgirêk bê çareserkirin, wê demê divê her beşên civakê windahiyên xwe biwezînin û ji nûve vê pêvajoyê ber bi aştiyê ve pêş bixin û wiha berdewam kir: “Divê kesên canê xwe winda kirine û xizmên windayan jî tev li vê pêvajoyê bêne kirin. Divê saziyên ziman, çand, çapemeniyê û saziyên mafên mirovan jî tev li vê pêvajoyê bêne kirin. Dîsa Dewlet Bahçelî bi minasebeta serê salê têkildarî peyamên Birêz Abdullah Ocalan got ‘Erênî dibîne’ Got divê gav bi gav pêş bikeve. Bêguman divê alî gav bi gav pêş biçin. Bêguman ev pêvajo bi yek alî pêş nakeve. Daxuyaniya Dewlet Bahçelî, hem banga ji bo Abdullah Ocalan e, hem jî banga îktîdarê ye. Her çend MHP wekî şirîkê biçûk bê dîtin jî di esasê xwe de yê dewletê bi rêve dibe Serokkmar û tifaka Komarê ye.”
‘Ji bo aştiyê divê şer rawestînin’
Huseyîn Kulukbalaban, anî ziman ku di vê pêvajoyê de li aliyekî şer hebe û mirov bên kuştin, ne pêkan e ku mirov ji civakê re qala pêvajoya aştiyê bike û wiha pêde çû: “Divê berî her diştî di destpêkê de herdu alî bi awayekî gav bi gav şer rawestînin. Şer û pevçûnê daxin asta jêr. Divê pêş amadekariyên diyalog, müzakere û hevdîtinan bêne kirin. Niha hem li başûrê Kurdistanê, hem li Sûriye, Rojava û Sûriyeyê operasyon didomin. Şer heye û mirov tên kuştin. Di pêvajoyek wisa de pêşxistina aştiyê pir zor û zahmet e. Ji ber vê yekê ez difikirim ku Bahçelî bi daxuyaniya xwe ya dawî girîngiyekê dide peyamên Abdullah Ocalan. Ya din jî nîşan dide ku banga vê pêvajoyê gav bi gav pêş bixin dike.”
‘Ji bo tenduristiya pêvajoyê divê mafên kurdan mîsoger bikin’
Huseyîn Kuçukbalaban, da zanîn ku ji bo ev pêvajo bi tenduristî pêş bikeve divê hin mafên ku gelê kurd 40 sal in tînin rojevê bi zagonan biparêze û wiha lê zêde kir: “40 sal in ji ber înkara mafê hemwelatibûnê û çandê ev şer heye. Divê ev hemû bê zanîn. Divê mafê kurdan ên bingehîn ên mafê azadiyê, hemwelatiyê û çandê li gorî mafê mirovan ên gerdûnî û demokratîk bên destgirtin. Ji bo ev mafê kurdan bê parastin û radestkirin, divê şertên çandî bên avakirin. Divê pêvajoyek avakirina aştiyê bê avakirin. Nexwe şer gelek zerar, ziyan û birîn çêkirine. Dema em li serlêdana mirovan a komeleyê dinerin, bi hezaran kesan ji bo windakirîyan serlêdan kirine. Bi hezaran ji bo valakirina gundan serlêdan kirine. Bi hezaran kuştiyên kujer nediyar hene. Dîsa bi sedan kesên ku tev li kuştinê, şewitandina gundan û revandina mirovan bûne û nehatine cezakirin hene.
Hîn dema li meclisê bi Kurdî tê axaftin mîqrofon tên girtin. Li girtigehan bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Van mirovan li gorî zagonan ziyaset kirine. Di girtîgehan de bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Vana tevan çek nexistine destê xwe. Dîsa di dosya Kobanê de bi sedan siyasetmedar girtî ne. Di nava wan de Hevserokên partiyan wekî Fîgen Yuksekdag û Selattîn Demîrtaş hene. Van kesan ji ber ji ber mafê kurdan ên siyasî û çandî anîne ziman hatine girtin. Dîsa operasyonên li dijî çapemeniyê û parazvanên mafên mirovan heye. Di van operasyonan de mirov hatin girtin. Ev mirov ji ber fikrên xwe hatine girtin. Bi hezaran girtî hene. Di destê wan de çek tune bûn hatin girtin.”
‘Divê qîmet bidin aştiyê’
Huseyîn Kuçukbalaban, xwest hemû saziyên mafên mirovan û rêxistinên civakî ji bo pêvajo pêş bikeve, berpirsiyariyê bidin ser xwe û piştgiriyê bidin pêvajoyê û wiha pêde çû: “Dîsa rêxistinên demokratîk jî divê rola xwe bilîzin. Divê li vî alî û wî alî nenerin. Van niqaşan bidin aliyekî û li gorî rola ku ji wan tê xwestin tev bigerin. Ji bo ev pêvajo bêtir erênî pêş bikeve û bi ser bikeve û çalak li pêvajoyê xwedî derkevein. Divê qîmetê bidin gotina aştiyê û bingeha aştiyê xurt bikin. Ji bo mafê kurdan ên ziman, çand û mafên sereke bên qebûlkirin û naskirin divê daxwazên xwe bi hêz bînin ziman. Divê rêxistinên demokratîk ji bo çareseriyê rola xwe bilîzin. Divê bi heman rengî hêzên muxalif ên siyasî jî wekî meseleya îxtîdarê nêzîk nebin. Meseleya kurd meseleya bingehîn a Tirkiyeyê ye. Heta niha bi dehan îktîdar hatin û çûn. Li şûna meseleyê çareser bikin hewaleyî hev kirin. Ji ber vê yekê ev meseleya kurd ne tenê meseleya îktîdara îro ye. Meseleya sed salan e. Bûye meseleyek hişk. Ji meseleyên hilbijartin û îktîdarê zêdetir, meseleya çand, ziman û hebûna gelekî ye. Mafê jiyana siyasî mafê bingehîn ê jiyanê ye. Hemû partiyên siyasî divê di vê pêvajoyê de rola çeker bilîzin. Divê ev mesele wekî pirsgirêka dewletê û mutabakata civakê bê destgirtin. Divê li gel Kurdan û hemû beşên civakê ji bo çareseriya pirsgirêkê destê xwe bidin ser kevir û têkevin bin bar.”
‘Rola çapemeniyê gelek girîng e’
Huseyîn Kuçukbalaban, li ser rol û rista çapemeniyê jî rawestiya û wiha axivî: “Rola çapemeniyê di vê pêvajoyê de gelek muhîm e. Eger îro şer ew qas pêş dikeve, bi taybetî medya girêdayî îktîdarê zêde ye. Ji ber ku ji sibê heta êvarî li ser şer hişê civakê dijî dike. Eger nêta îktîdarê heye ku meseleya kurd bi rêyên aştî û demokrasiyê çareser bike, wê demê divê qanalên medya girêdayî îktîdarê divê bêtir dengê aştiyê derxe pêş û dengê kesên cuda bide xuyakirin. Divê tenê propaganda şer neke. Hemû qanalên medya ku heta niha propaganda şer dikirin, divê ji her demê bêtir bibin dengê aştiyê û xizmeta aştiyê bikin. Divê ev qamalênn medya êdî xwe ji wan general, rojnameger û hiqûqzanên ku di qanalan de propaganda şerê taybet û derûnî dikirin, rigar bike û li şûna wan bernameyên nû, rûyên nû yên xizmeta aştiyê dike derxin pêş. Çima pêdivî bi aştiyê heye, mafê kurdan çiye, kurd bigêjin mafê xwe dêzerarê nedin kesî, kurd şaredarên xwe hilbijêrin divê wekî mafekî jiyana hevpar bidin xuyakirin. Divê medya êdî balê bikişîne ser qeyrana aborî, balê bikişîne ser sedemên qeyrana aborî û lêçûna leşkerî ku çiqas dibe sedema qeyranê. Li şûna her roj bi dehan balafirên şer radikin, divê li şûna wan ji bo şewatên daristanan balafiran rakin. Divê van miaran niqaş bikin û ronî bikin. Divê hemû qanalên çapemeniyê di vê pêvajoyê de çeker tev bigere û rêya aştiyê vekin.”
‘Divê şer bi dawî bibe’
Huseyîn Kuçukbalaban herî dawî bal kişand ser rola saziyên mafên mirovan û hiqûqnasan û wiha bi dawî kir: “Di van 40 salên borî de êşên mezin çêbûn. 28ê kanûna borî salvegera komkujiya Roboskî bû. 34 mirov bi balafirên şer hatin kuştin. Dîsa wekî Newala Qesaba û 33 gule ku di serdema Mustafa Muglali de 33 welatî hatin kuştin. Van bûyeran di nava civakê de êşên mezin çêkirine. Hîn ji ber însanên ku ji bo debara xwe bike basirganiyê dikin û li ser sînorên hatine çêkirin tên kuştin. Divê ev mijar tev bên axaftin û li gorî wê gavên aştiyê bên avêtin. Heta vana nayên axaftin aştî pêş nakeve. Disa dayikên aştiyê û şemiyê hene. Hem dayikên gerîlla, hem dayikên leşkeran daxwazên wan hene. Cenazeyên xwe dixwazin. Dayik dixwazin êdî kesên din neyên windakirin û neyên kuştin. Ev malbatan neyinin hemberî hev. Ev xizmeta aştiyê nake. Ji ber vê yekê rêxistinên mafên mirovan, ji bo edalet pêk bê û heqîqet cihê xwe bibîne rol û ristek mezin dikeve ser milê wan. Ji bo rastî derkeve roniyê xwedî rol û rist in. Xwedî erk in. Ji ber vê yekê rêxistinên civakî, demokratîk, hiqûq û mafên mirovan rol û rista xwe rast bilîzin.
Niha ji ber nêzîkatiya Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehan gelek girtî înfazên wan tên şewitandin û nayên berdan. Di vê mijarê de Wezîrê Dadê dikare bi lez giştînameyekê amade bike û van mirovan tevan serbest berde. Wezaret dikare van lijneyan fesih bike û girtiyan serdin. Dîsa dikare girtiyên nexweş serbest berdin. Ku vana bên kirin wekî gavên nêta baş dikare bê dîtin. Divê şer bi dawî bibe. Ji bo hin gav bên avêtin, hewce bi guhertina zagonan nake. Di hemû pêvajoyên aştiyê de rola saziyên mafên mirovan gelek zêde ye.”