Dr. Kamûran Yildirim, der barê bandrora şer û koçberiyê û her wiha bandora koçberiyê ya li ser tenduristiyê nirxand. Kamûran Yildirim anî ziman ku şer bi xwe re xizanî, talanî û koçberiyê tîne û bêtir pêdivî bi piştgiriya tenduristî û alîkariya alav û amûrên tenduristiyê heye.
Dr. Kamûran Yildirim, diyar kir ku li erdnîgariya Kurdan bi salan e şerekî hovana tê meşandin û bi şerê Projeya Mezîn a Rojhilatanavîn (MMR) re erdnîgarî ji nûve te parvekirin. Kamûran Yildirim, destnîşan kir ku di ve parvekirinê de xizana koçberî û talanî dibe para Kurdan.
Dr. Kamûran Yildirim anî ziman ku li Herema Bakurê Rojhilatê Sûrî di pêşengiya Kurdan de piştî şerên dujwar aramî û rejîmeke demokratîk hate avakirin û wiha got: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 2011an ve bûye warê koçber û xîzanan. Piranî ew kesên ku ji ber şer mecbêrî koçberiyê bûn û nexwestin biçin derveyî welat, xwe lî Rojava girtin. Pîştî têkbirina DAIŞ ya sala 2016an, heremên wek Efrîn û Serêkaniyê ji aliyê OSO ve bi alîkariya Rejîma Erdogan hatin dagirkirin û bi hezaran niştecîhên wir mecbûrî koçberiyê bûn û lî Şehbayê bi cîh bûn. Tê gotin ku zêdî 400 hezar kes lî Şehbayê koşberbûn.”
Dr. Kamûran Yildirim, destnîşan kir ku qaşo şer li dijî Rejîma BAAS pêk hatiye, lê dîsa OSO ji dêvla ku erîşî rejîmê bike erîşî koçberên Efrînî yên li herema Şehbayê kirin û ev nirxandin kir: “Bi mîlyonan koçber ji dîsa koçber bûn û piraniyên wan xwe li Mimbîçê girtin. Em dizanin ku piştî çend rojen wan devbixwînan dîsa erîş birin ser wan kesên koçber û ew cara sisêyan ber bi Bakur û Rojhilatê Sûrî ve mecbûrî koçberiyê kirin. Eva bi serê xwe trajedîyeke ku di dîroka însanetiyêde wê tu car neyê ji bîrkirin.”
Koçberî mirovan ji xizmeta tenduristiyê dûr dixe
Dr. Kamûran Yildirim, da zanîn ku koçberiya ku li Rojavaye ne koçberiyek ji rêzêye û wiha got: “Ew bi serê xwe pir trajedî û karesatan dihewîne. Li vê derê gel di nav 5-6 salande 3 caran, bi koça mecbûrî re rûbrû maye. Pirsgirêkên wan pirin, mezinin û dive bi hewarî xwedî li wan bên derketin. Her roja ku em dereng dimînîn dive bê zanîn ku rewşa bi hezaran ew kesên ku îro muhtac bûne xiraptir dibe. Koçberî di civaknasiyê de wiha tê pênasekirin; bi sedemên cuda cuda, bi darê zorî an jî bi xwesteka xwe, bi awayekî demkî yan jî herdemî, cihê ku lê dijî terk kirinê û bi cîbûna herêmeke din e. Ev bixwe dibe sebebên ewlehiyê, pirgirêkên derûniyê û nexweşiyên cûda cûda. Dîsa li gorî zanista civaknasî; koçberiya di dema şer û tekildarî encama şer ku têde tûndî zêdeye pêk hatiye, di warê tendirustiyê de rê li ber nepenîtiyê çêdikin û dikarin komên di bin dezavantajê de bêtir di warê tendirustiyê de dezavantajî çêbikin û şansên têgihîştina tendirustiyê bî sînordar bikin.”
Dr Kamûran Yildirim, anî ziman ku zanista civaknasî dibêje; Jinên ku qurbanên şerî ne û koçber bûne, bi sedemên wekî tundiya cinsî, tendirustî û kontrola zayînê, zewacên bi zorî ên di temenê zaroktiyê de, sînordariya gihîştina tendirustiyê dikarin bêtir di warê tendirustiyê de dezavantajî bibin. Ne tenê jinên, di rewşên wekî şerî de ku tundî serdest e, dêûbavên bi tenê, kesên ku astengiya wan hene, pîr, zarok, penaberên bêmal, wekî komên bêparastî di bin rîskeke mezintir de ne.”
Herêm di tecrîdê de ne
Dr. Kamûran Yildirim, bibîr xist ku koçberên ji Şehbayê û Minbîçê, di demeke pir teng û tûnd de bi êrîşên çekdarên opozîsyona Sûrîye ya di kontrola MÎTê deye re rûbrû man û ev nirxandin kir: “Bi sedhezaran xîzan bêyî ku tevdîrên koçberiyê bigirin, li dîjî van herîşên hovane ketin derdê canê xwe û zarokên xwe. Piraniya wan di qada şer de warê xwe ji neçarî terk kirin. Em dizanin ku piraniya wan birçî, tazî û beyî maleke ku têde ben parastin, li ber şîlî û serma ya vê zivistanê muhtacî hemû pêdiviyêne. Her çikas gelê heremê û Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe alîkariya wan dike jî em dizanin ku derfetan wan jî bi sînore. Gêl li hemberî ve koçberiya ku hejmara wan, wek ya niştecîhane, bê derfet dimînin. Ev çendîn sale ku herem, di warê ewlehî, aboriyê de ji aliyê dewletan ve hatine dorpêçkirin û di îzolasyonê de ne. Ji xwe ev jî rewşê hêj dijwartir dike.”
Dagirkirina Kobanê dê koçberî û felaketê bîne
Dr. Kamûran Yildirim, anî ziman ku ji aliyekî din ve jî bi temamî herem û bi teybet jî Herema Kobanê di bin xeterîyê de ye û ev agahî lê zêde kirin: “Di serîde Rejîma Erdogan û Opozîsyona Sûrî gefah li hereme dixûn, pirî caran jî erîşan pêk tînin. Di van êrîşan de sivîl tên kuştin û kargehên aborî têne ruxandin. Dixwazin karê wan ê nîvcomayî ku di dema şerê li hember DAIŞê de Kobanê têk neçû, bibin serî. Dagirkina Kobanê wê rê li ber gelek karesatên nû vekin. Koçberî û xazniyên nû, şer û pevçûnên dijwartirîn wê li pêçiya me bin. Ger em li hember van gef û tevgeran bi tûndî nesekin wê herem tu carî aram nebe. Rewş girane. Xeterî pirê. Pêdivî bi her cure alikarî û piştgiriyê heye. Divê di serî de em tevgerên rexistinên demokratîk ên gel û rexistinên sivîlên hereme têxin nav liv û tevgarê da ku pêşengiya alîkariyan wan xizanan bê kirin. Rewşa wan a heyî bê başkirin. Rê û rebazên pêdiviyên lezgîn werin amadekirin. Bi sedhezaran kes di nav jiyaneke neyênî û xizaniyê dene. Rewş aloze, divê em têkevin tevgerê, her roja ku dem derbas dibe alozî pirtir dibe. Ji xwe xuyaye ku pedivî bi her cure alavên jiyanî û tenduristiyê heye. Ji xwe hebûna van saziyan ji bo rojên bi vî rengî ye. Ger îro nekevin nav liv û tevgerê wê çî wextî rola xwe bileyizin. Ew rexistinên navnetewî jî ha keza.”
Dr. Kamûran Yildirim herî dawî bang li sazî û rêxistinan kir û wiha got: “Dî serî da banga min ji wan rexistinên ku bi navê xwedîderkatina însan, aramî û jiyaneke aştiyane hebûna xwe aşkere dikin heye. Îro pêdivî ji her demê bêtir bi we heye, rola xwe bileyîzin. Ev dem demekê dîrokiye, ezmûneke însaniye. Her roja bê tevger, jiyana wan koçberan xirabtir dike, derfet û îmkanên wan kêmtir dibe. Rewê ber bi man û nemanê ve diçe. Ji xwe ji bona rewşeke aram û azad hewce bi aştiyeke bi rûmet û mayende heye ku pirsgirêkên heremê çareser bibin. Herem ji zext û zordestiya dewletên metinger û zordar bête rizgarkirin û di dema dirêj de jî ew xizan û koçber, bikarin li warê xwe vegerin.”