Amed – Serokê DTOyê Dr. Veysî Ulgen destnîşan kir ku aştî bingeha tendirustiyê ye û wiha got: “Ji bo ku zarokên me di pêşerojê de di nava azadî û aştiyê de mezin bibin divê hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl piştgiriya pêvajoyê bikin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de bangeke dîrokî kir. Piştî 26 salan cara ewil dîmenê Abdullah Ocalan û 6 hevalên wî yên pê re hate parvekirin. Li ser vê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Koma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ji 30 endamên PKKê pêk dihat di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê çek û rextên xwe şewitandin. Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê (DTO) Dr. Veysî Ulgen derbarê şewitandina çekan a PKKê û pêvajoya heyî de ji ajansa me re axivî.
Dr. Veysî Ulgen bi lêv kir ku rêxistinên bijîjkan û odeyan li dijî şer in û wiha got: “Ji ber şer li dijî tenduristiyê ye û tenduristiyê serûbin dike. Li cihê ku pêvajoya şer lê hebe ew der xerab dibe, êş û nexweşî lê zêde dibin. Li wir bijîşk namînin û saziyên tendirustiyê têne rûxandin. Ji ber wê em jî weke Odeyên Tenduristiyê dibêjin aştî. Aştî bingeha tendirustiyê ye. Ji salên 90î heta niha rêxistina me ya Odeya Bijîjkan a Amedê ji bo aştiyê gelek xebat kir. Em her sal ji bo aştiyê xelat didin. Me çend caran ji bo aştiyê çalakî li dar xistin lê mixabin bangên me yên aştiyê vala çûn, bersiva xwe negirt. Ji ber ku yên şer dixwestin dijwartir bûn. Em dibêjin aştî mafê gelê Kurd, mafê gelên Rojhilata Navîn û mafê hemû gelan e.”
‘Gelê Kurd hê jî nikare bi zimanê xwe biaxive’
Dr. Veysî Ulgen di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser şewitandina çekan a PKKê û ev tişt gotin: “Şewitandina çekan biryardarî ye. Hewceye ku aliyê din jî gavan biavêje. Em dizanin ku ev tişteke zehmet e û di rojekê de aştî pêk nayê. Divê ku ji bo aştiyê guhertina zagonan pêk bê. Divê astengiyên pêşiya aştiyê ji holê bêne rakirin. Li Tirkiyeyê şovenîzm û faşizm xurt e. Gelê Kurd hê jî nikare bi zimanê xwe biaxive. Îro di nexweşxaneyan de yên ku bi zimanê fermî nizanibin nikarin mafê xwe bistînin û ji nexweşxaneyê diçin mala xwe. Gelek bijîşk jî kurmancî û kirmanckî nizanin. Hê jî pirsgirêk pir in. Nexweşên giran hene, ew bandorê li ser me dike. Ev karê me ye, li ku derê nexweşek hebe em li wir in û pîştgîrîyê didin. Em dizanin ku di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene. Divê ku ew nexweş ji bo bêne tedawîkirin derkevin derve. Ev gavên girîng in. Divê herdu alî jî çek û şer ji bîr bikin. Em ne aliyê şer in. Weke ku hunermend Aram Tîgran jî gotibû; ‘Ger ez carake dinê bêm dinê ez ê hemû çekan bihelînim û bikim amûrên hunerê.’ Ez jî wisa difikirin. Em jî di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin aştiyê. Ji bo ku di pêşerojê de zarokên me di nava azadî, wekhevî û aştiyê de mezin bibin.”
‘Divê gel baweriya xwe bi aştiyê bîne’
Dr. Veysî Ulgen axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de peywira desthilatê zêdetir e. Dîsa jî aştî bi desthilatê bi tenê jî nabe divê partiyên siyasî û saziyên din jî dest biavêjin aştiyê. Ez bawer im li Meclisê komîsyonek ava dibe, divê hemû partî û saziyên sivîl jî beşdar bibin. Divê hemû partî fikr û ramanên xwe bibêjin. Aştî di nava peyvê de di nava lêvan de nîne. Aştî bi beşdar bûna hemû gelan e. Dê di vir de şovenîzm jî bişkê. Berpirsyarî ya herkesî ye ji ber ku agir dikeve mala herkesî. Ev 35-40 sal in agir ket mala her kesî, ne bi tenê kesên ku di nava şer de bûn. Ev jî bandoreke mezin li ser me dike, koçbûn, xerabûna aboriyê, xizanî û nexweşî dertên holê. Şer bandorê li hemû civakê dike û tenduristî jî namîne. Dê kare me jî ji bona aştiyê zêde bibe. Em dixwazin karûbarên me ji bo aştiyê zêde be ne ji bo şer. Divê gel baweriya xwe bi aştiyê bîne û ji bona aştiyê jî xebatên xwe zêde bikin.”