• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 TEBAX 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

    Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

    Cemîle Turhalli: Bêvengkerdişê ziwanê dayîke aştîye rê zerar dano

    Cemîle Turhalli: Qedexekirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

    Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

    Cemîle Turhalli: Bêvengkerdişê ziwanê dayîke aştîye rê zerar dano

    Cemîle Turhalli: Qedexekirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    ROJEVA 22ê TEBAXA 2025an

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

    Li Mêrdînê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Eleqeya ji bo FîlmAmedê zêde ye : 540 fîlman serî lê dane

Fexredîn Kiliç / AW

22 GULAN 2025 - 08:05
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Amed – Xebatkarê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Emîn Îsî da zanîn ku heta niha ji bo Festîvala FîlmAmedê nêzî 540 fîlman serlêdan kiriye. Emîn Îsî diyar kir ku îsal dê çar xelatên tematik bidin û destnîşan kir ku bi taybetî ji her çar aliyê Kurdistanê li benda sînemagerên kurd in.

Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ya 9emîn dê îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” di navbera 26-30ê Îlonê de were lidarxistin. Festîvala ku di sala 2011an de li Akademiya Hunerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê weke rojên fîlman dest pê kir dê îsal cara 9emîn were lidarxistin. Serlêdanên festîvalê ku di 15ê Nîsanê de dest pê kiribûn dê di 1ê Hezîranê de bi dawî bibin. Xebatkarê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Emîn Îsî têkildarî serlêdan û amadekariyên 9emîn Festîvala Belgefîlman a Amedê ji ajansa me (AW) re axivî.

Emîn Îsî bi bîr xist ku FîlmAmed di sala 2012yan li Akademiya Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn weke Rojên Fîlman dest pê kir û wiha got: “Şagirtên akademiyê ev bi rê ve dibirin. Bi vî şiklî li Akademiya Sînemayê ya Cegerxwîn dest pê kir. Pişt re vîzyon û mîsyona xwe mezintir kir û bû festîvaleke belgefîlman. Girîngiya FîlmAmedê ya ji bo Kurdistanê ew e ku bi bîrê re girêdayî ye. Belgefîlm rastiyê qeyd dike, bîrê ava dike. Ji ber wê me girîng didît û ev festîval heta sala 2016an jî bi piştgiriya Şaredariya Peyasê berdewam kir. Piştî hatina qeyûman çiqas derfet kêm bû jî weke Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn me hewlda du salan carekê be jî em festîvala xwe pêk bînin. Me bi derfetên komeleyê çar caran festîval pêk anî. Herî dawî komeleyê bi derfetên xwe Festîvala 8emîn di sala 2023yan de li dar xist. Piştî ku Şaredariya Peyasê careke din hate bidestxistin, em bi şaredariyê re axivîn û me hewl da festîvalê weke berê li dar bixin û bi şaredariyê re bixebitin.”

‘Li dora agir rastiyên efsûnî’

Emîn Îsî diyar kir ku îsal bi tema û dirûşma “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî…” festîvalê li dar dixin û wiha domand: “Dema komîteya festîvalê li ser dirûşmê axivî. Di belgefîlmê de hem dîrok hem rastî hene. Me jî got rastî ji kokê, reh tê û weke di mîtolojiyê de jî tê zanîn li dora agir çîrok tên vegotin. Me hewl da bi vê dirûşmê bêjin FîlmAmedê li dora agirekî kom dibin, agir li vir perdeya sînemayê ye. Û aliyekî wê yê efsûnî jî heye. Li dora wî agirî li dora wê perdeyê em bi hev re wan çîrokan temaşe bikin û wan rastiyan cardin bi bîr bînin. Ji ber wê me dirûşmeke bi vî rengî hilbijart.”

‘Nêzî 540 fîlman serlêdan kirine’

Emîn Îsî têkildarî serlêdanên festîvalê de ev agahî dan: “Nêzî du meh in serlêdan berdewam dikin. 10 roj mane. Me îsal li ser sîteya navnetewî FilmFreeway ku hemû festîvalên dinyayê li ser cih digirin û gelek derhêner fîlmên xwe ji wir ji festîvalan re dişinin jî serlêdan dan destpêkirin. Ji ber vê yekê eleqeyeke gelekî zêde heye. Nêzî 500 serlêdanên fîlman ji vê sîteyê ji me re hatine li ser sîteya festîvalê jî herî dawî 34 fîlman serlêdan kiribû. Niha nêzî 540 fîlman serlêdan kirine. Helbet ev dê bên hilbijartin. Em ê fîlm û belgefîlmên ji sala 2023yan heta îro hatine kişandin hilbijêrin. Niha pêş juriyek çêdibe. Pêş jurî dê ji 7 kesan pêk were. Ev 7 kes dê van fîlman temaşe bikin dê ji bo juriya sereke ji nava wan wê fîlman hilbijêrin. Em ê hewl bidin di festîvalê de 40 fîlman bidin nişandan.”

Çar xelatên tematîk diyar kirine

Emîn Îsî diyar kir ku ji ber festîvalan wan li Kurdistanê ye aliyekî wê yê neteweyî jî heye û wiha bi lêv kir: “Em bi awayekî ku 40 fîlm hebin bila 20 navneteweyî 20 jî neteweyî bin tevdigeriyan. Em dixwazin îsal jî bi vî şiklî xebatê bimeşînin. Em dibêjin bi taybetî sînemagerên kurd bila serî li festîvalê bidin ku em fîlmên wan bigihînin temaşevanên Amedê. Îsal cudahiyeke biçûk heye, me çar xelatên tematîk diyar kirine. Yek Xelata Mafên Mirovan Dad û Heqîqetê dê li ser navê Orhan Dogan were dayîn. A din di têkoşîna jinan de Xelata Azadiyê ya Leyla Qasim ya sêyemîn ew ê Xelata Baxçeyên Hevselê ya Ekolojiyê be ya çaremîn jî ew ê gel, temaşevan hilbijêrin û navê wê dê xelata Gel a Kemal Kûrkût be. Navên ji bo xelatan hatine diyarkirin ji bo avabûna bîrê ya li Kurdistanê pir girîng in. Ji ber wê me xest bi van navan xelatên tematîk bidin. Em li benda serlêdanan e.”

Projeya ‘Fona Fîlm Amed’

Emîn Îsî da zanîn ku îsal ji bo projeya belgefîlman jî bi navê “Fona FîlmAmedê” beşeke wan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Fona FîlmAmedê dê piştgiriyê bide sê fîlman. Yek ji bo çêkirina prosesa produksiyonê dê 300 hezar lire pere were dayîn. Ya din jî ji bo postproduksiyonê an ku montaj, deng, reng, muzîk. Fîlmê ku hatibe kişandin û derfetê post produksiyonê nebe dê jê re 250 hezar lîre piştgirî bê dayîn. A sêyemîn jî ji bo alavên teknîkî dê du hefteyan piştgirî were dayîn. Ji bo Fona FîlmAmedê serlêdan berdewam dikin. Bi taybet sînemagerên kurd em li benda çîrokên sînemageran in. Bila serî li Fona FîlmAmedê bidin ku em weke komîteya FîlmAmedê juriyê hatine diyarkirin wan hilbijêre û fîlmên nû jî bên çêkirin. Me xwest ku bila FîlmAmed ne weke cihekî tenê fîlm lê bên temaşekirin bê dîtin. Hinek din înteraktîf be, piştgiriyê bide fîlman jî. Em li benda fîlman û projeyan e.”

‘Ji Arjantînê Amerîkayê bigire heta Îspanyayê gelek serlêdan hene’

Emîn Îsî, bi bîr xist ku serlêdanên wan dê heta 1ê Hezîranê bidomin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke serlêdanên ji bo ‘Fona FîlmAmedê’ negihe asta ku em dixwazin em ê hewl bidin projeyan dirêjtir bikin. Niha ji Arjantînê bigire heta Îspanyayê, ji Amerîkayê bigire heta gelek deverên cîhanê fîlman serlêdan hatine kirin. Ji her çar aliyê Kurdistanê û dîasporayê jî serlêdan hene. Bi taybetî ji rojhilatê Kurdistanê gelek serlêdan hatine. Rojhilat ji aliyê çêkirina belgefîlman ve hem xurt e hem pir afirîner e. Nîşandana çîrokên Rojhilat ji bo me hem hesta netewî çêdike. Dixwazin ev hestên netewî xurttir bibin. Ji ber vê yekê em ji her çar aliyê Kurdistanê li benda sînemagerên kurd in.”

 

 

 

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

Meclîsa Dayîkên Aştiyê: Em jiyanake bêziman qebûl nakin

22 TEBAX 2025
Hişyariya li dijî tundiya li ser jinan didome

Hişyariya li dijî tundiya li ser jinan didome

22 TEBAX 2025
Cemîle Turhalli: Bêvengkerdişê ziwanê dayîke aştîye rê zerar dano

Cemîle Turhalli: Qedexekirina zimanê zikmakî zirarê dide aştiyê

22 TEBAX 2025
Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

Serokê Eniya Gel Lahur Şêx Cengî binçav kirin

22 TEBAX 2025
Ji bo zarokan şahiya sporê

Ji bo zarokan şahiya sporê

22 TEBAX 2025
‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

‘Ji bo aştiyeke civakî divê mekazagon biguhere’

22 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TEBAX 2025 (322)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne