Amed – Şaredariya Pêyasê bi sernavê “Zarok siberoja civaka azad in” komxebatê li dar dixe. Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş diyar kir ku ji bo ew siberoja xwe xilas bikin divê ew îro xilas bikin.
Şaredariya Peyasê di navbera 5 û 6ê Tirmehê de li salona konferansê ya şaredariyê komxebatek bi sernavê “Zarok siberoja civaka azad in” li dar dixe. Di roja yekemîn de ji bo 4 rûniştinan bername hatin amadekirin. Di komxebatê de Hevşaredarên Peyasê, rêveberên DEM Partî û DBP, rewşenbîr û gelek kes amade bûn. Di rûniştina ewil de mijara “Nexşerê û çarçoveya komxebatê” niqaş kirin. Rûniştina duyemîn li ser mijara “Rabirdûya xebatên ji bo zarokan û ezmûnên ku çêbûnê” Samya Ozbey Korhan, Evîn Taşdemîr, Serdar Bayram axivî. Di rûniştina seyemîn de axevêr Perîxan Altan, Ebru Şanli, Bêrîvan Duman li ser mijara “Rewşa pêşdibistanan a heyî” axivîn. Di rûniştina çaremin de Medya Yerlilaya, Gulser Sargul Uçak û Salîha Ayata li ser mijara “Mînak û Modelên navneteweyî” axivîn.
‘Me gav ji paş ve neavêt’
Komxebat bi axaftina hevşaredara Peyasê Bêrîvan Sîncar dest pê kir. Bêrîvan Sîncar diyar kir ku zimanê zikmakî ji bo zarokan gelek giring e û wiha axivî: “Gelê Kurd ji politîkayên bişaftinê re gav bi paş ve neavêt. Îro di bin rewşên xetereyan de şaredarî kirêşan divekin. Ji bo zimanê Kurdî pêş bikevê gelek bar dikevê li ser mile jî şaredariyan re.”
Çand û zimanê me mîratê me ye’
Du re Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemile Turhalli diyar kir ku bi politîkayên bişaftinê tê xwestin ku ew winda bikin û got: “Çand û zimanê me mîrata me ye divê em wê bigihijînin ji nifşên nû.”
Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş jî diyar kir ku zarokîstan ji bo wa gelek giring e û got: “Piştî bi avakirina komarê û paşê pergala yek zimanî hat avakirin. Ji bo vê dewlet zarokîstanê xwe re xetere dît û êriş kir. Ev sed sal e gelên ku zimanê wan ne Tirkiye sucê mirovahiyê re ru bi ru dimîne. Em bangawaziya Rêzdar Ocalan li vir dîsa bibîr tînin. Ji bo em di nava aştiyê de bijîn divê her kes bi zimanê zikmakî bijî. Teqêz em ê zimanê zikmakî biaxivîn. Ji bo em siberoja xwe xilas bikin divê em îro xilas bikin.”
Divê her kes xebatên xwe zêde bike
Samya Ozbey Korhan jî da zanîn ku divê malbat ji bo zimanê Kurdî di nav xebatan de bin. Paşê Evîn Taşdemîr axivî û diyar kir ku ziman di nava zikê dayîkê dest pê dike. Evîn Taşdemîr destnîşan kir ku piştî keyûman derfetê me gelek kêmbû. Divê piştî wan rojan her kes xebatên xwe zêde bike. Di dawiyê Serdar Bayram bibîrxist ku piştî keyûman xebatê wan kêm bû û wiha axivî: “Me saziyên alternatif vekir. Lê divê xebatên me dombar be.”
Piştî axaftinan danişîna duyemîn beşderwan pirsên xwe pirsî û danişîn dawî bû.
‘Qeyûm êrişî zimanê Kurdî kir’
Rûniştina duyemîn bi axaftina Mamoste Ebru Şanli dest pê kir. Ebru Şanli bi bîr xist ku armanca tayînkirina qeyûman a serekê zimanê Kurdiyê û wiha axivî: “Piştî tayînkirina qeyûman zimanê Kurdî rastî ji êrişan ma. Me jî xebatên cuda cuda pêk anî. Me xwest ku zimanê Kurdî di nav çar diwaran derxin û me dest bi xebatên kolanan kir.”
‘Zarok raste rast xebatan pêk tînin’
Paşê Perîxan Altan axivî û destnîşan kir ku ji bo zimanê Kurdî xebatên me hene: “Em gelek zarokan fêrî çand û zimanê Kurdî dikin. Zarok ne tenê di polan de perwerdehiyê dibînin. Me zarokan bir çalakiyên ji derve.”
‘Ziman bi perwerdehiyê dombar dibe’
Di dawiyê de li ser navê MED-DERê Bêrîvan Duman axivî piştî axaftina kireşê wa pêşve çûyîn derxistine holê: “Hin caran ji bo kêmbûna amûran em qels dimînin. Ziman bi perwedehiyê dombar dibe û digihijê armanca xwe.”
Piştî axaftinan dest bi danişîna çaremîn hat kirin û roja yekemîn a komxebatê dawî bû.