Hevseroka Giştî ya ÎHDê Eren Keskîn têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivî û got: “Ev peyamên ku Birêz Abdullah Ocalan parve kirin ji bo me gelek girînge. Divê hemû rêxistin, sendîka, ode û partiyên siyasî tev li vê pêvajoyê bibin û xwedî derkevin.”
Şandeya DEM Partiyê ku ji Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê yê Meclisê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervun Buldan pêk tê, di 28ê Kanûnê de çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeya DEM Partiyê têkildarî hevdîtinê di 29ê Kanûnê de daxuyaniyek nivîskî parve kir. Di daxuyaniya nivîskî de gotin: “Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo çareseriyê amade ye ku gavên erênî bavêje û got, ‘Ev hewldanên me tev ji bo welat bigîne asta ku heq dike ye. Ev hewldanên me dê di heman demê de ji bo guhertinek demokratik bibe rêberek giranbuha.”
Şandeyê peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi van xalan parve kir:
“* Ji nû ve xurtkirina yekitiya gelê Tirk û Kurd ji bo hemû gelan bûye berpirsyariyeke dîrokî û giringiyeke lezgîn.
* Ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû derdorên siyasî yên Tirkiyeyê, hesabên xwe yên biçûk û demkî deynin aliyekî û bibin xwedî înîsiyatif. Divê erênî tevbigerin û piştgiriyek erênî bidin pêvajoyê. Yek ji vê bingeha piştgiriyê ku bide jî Meclisa Millet a Tirkiyeyê (TBMM) ye.
* Geşedanên li Xeze û Sûriyeyê nîşan daye ku bi mudaxaleyên derve yên ku dixwazin pirsgirêkan bikin penceşer, pirsgirêk çareser nabe. Çareseriya vê pirsgirêkê êdî nayê taloqkirin. Divê bi vê zanîn û cîdiyetê bi xebatek rast û hevsengî, piştgiriya muxalefetê ji bo çareseriyê girîng e.
* Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.
* Şande dê vê nêzikatiya min hem bi dewletê re hem jî heke hewce bike dê bi derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de, ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim.
* Ev hemû hewldanên me, ew e ku em welêt bigihînin asta ku tê xwestin. Di heman demê de ji bo guhertinek demokratîk dê bibe rêberek bi qîmet.
* Ji bo Tirkiye û herêmê dema dema aştî, demokrasî, wekhevî û xwişk û biratiyê ye.”
Têkildarî peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHDê) Eren Keskîn ji Ajansa Welat re axivî û xwest her kes li vê pêvajoyê xwedî derkeve.
Em parastina çareseriya aştiyane dikin
Eren Keskîn anî ziman ku ew wekî parazvanên mafên mirovan ji roja hatine avakirin heta niha, parastina çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd dikin û wiha got: “Komeleya Mafên Mirovan di salên 1990î de ji nêzîk ve bûye şahidê binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê, windakirinên di bin çavan de, şewitandina gundan. Bûye şahidê hemû van bûyeran. Vê saziya mafên mirovan ev hemû binpêkirinên mafan kiriye rapor.”
Em bi binpêkirinên mafên mirovan mezin bûn
Eren Keskîn da zanîn ku wekî parazvanên mafên miroavan, binpêkirinên mafên mirovan ku li dijî aqilan e û nayên vegotin dîtin û bi wan bûyeran mezin bûn û wiha axivî: “Ji ber vê yekê em di ferqê de ne ku aştî ji bo me çiqas girîng e. Piştî hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re nîşeyên ku hatin parvekirin û aşkerekirin gelek girîng e. Ji ber ku ev mesele ne tenê bi AKP/MHPê, bi hemû beşên li vî welatî dijîn çareser dibe. Muxalefet, sendîka, rêxistinên civakî û hemû kes divê li vê pêvajoyê xwedî dekevin. Em jî tev li vê pêvajoyê dibin û bi salan e em ji vê yekê tînin ziman.”
Pereyên li çeteyan têne xerçkirin aboriya Tirkiyeyê têk bir
Eren Keskîn bal kişand rola çîna karkeran a pêvajoyê wiha berdewam kir: “Berî her tiştî divê li Tirkiyeyê çîna karkeran li vê pêvajoyê xwedî derkeve. Ji ber ku eger ew qas birçîbûn û xizanî hebe, ji ber şerê heyî ye. Pereyên ku li şer tê xerçkirin, bi taybetî di demên dawî de, ev alîkariyên ku ji çeteyên cîhadîst re tê kirin, aboriya Tirkiyeyê tek biriye. Ji ber vê yekê kesên ku dixebitin rewşa wan pir xerab e. Eger îro em qala kêmbûna heqê herî kêm dikin, ev raste rast bi polîtîkayên şer ve girêdayî ye.”
‘Em vê carê vê pêvajoyê ji dest bernedin’
Eren Keskîn destnîşan kir ku ew bi salan e dibêjin ev mesele bûye pirsgirêkek navneteweyî û wiha lê zêde kir: “Meseleya Kurd çar dewletan eleqeder dike. Ev meseleya rastiya Kurdistanê ye. Hemû hêzên serdest eleqeder dike. Em bi salan e dibêjin. Geşedanên li Sûrîye û Rojeva vê meseleyê bandor dike. Hemû cudeyên têkoşînên yên parçeyên din hev bandor dikin û eleqeder dikin. Em geşedanên ku îro li Tirkiyeyê pêş dikevin em nikarin ji geşedanên li Sûriyê û Rojava pêş dikevin qut bigirin dest. Ji ber vê yekê divê mirov peyamên hevdîtinê jî wisa bixwîne. Peyvirek mezin dikeve ser hemû siyaseta sivîl, sendîka û rêxistinên demokratîk. Divê em vê carê jî vê pêvajoyê ji dest bernedin. Ji ber ku bi rastî jî pêdiviyek mezin a erdnîgariya me bi aştiyê heye. Di encamê de em hemû bi hevre êşê dijin. Hem êşa mirinan, hem jî qeyrana aborî bandorê li ser me tevan dike. Ji ber vê yekê pêdiviya hemû erdnîgariyê bi aştiyê heye. Ji ber vê yekê divê hemû kes, bi dengekî bilind çareseriya aştiyane bîne ziman.”