• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Êrîşî nanê gel dikin

Navenda Nûçeyan /AW

24 KANÛN 2024 - 08:02
Kategorî: MANŞET
A A
Tirkiyeyê di sala dawî de bi balafirên şer herî zêde êrîşî firinên nan, aşên genim û depoyên genim kir. Bi van êrîşan gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî bê nan hişt. Herî dawî balafira şer a Tirkiyeyê di 21ê Kanûnê de li Kobanê êrîşî depoya genim kir û 300 ton genim şewitî.

Tirkiyeyê du meh berê di 22-26ê Cotmehê de bi balafirên şer êrîşî depoyên genim, aş, firin, stasyonên sotemenî û avê kiribûn. Bi sed hezaran dolar zerar dabûn gel. di Wê demê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbarê êrişên Tirkiyeyê de daxuyanî dabû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kiribûn ku Tirkiyeyê dora stasyona elektrîkê ya bajarê Qamişlo kirin hedef. Hêzên Ewlekariye dabû zanîn ku du caran jî bi rêya dronekê navendek malzemeyên avahsaziyê kirin hedef. Di cotmehê de gelek çavkaniyên jiyanê yên wekî kehrebe, av, gaz û sotemenî qut kirin. Di cotmehê de bi taybetî stasyonên sereke yên petrol û gazê kirin hedef.
Wê demê depoyên sereke yên zeviya petrolê ya El Seîde ya bajarê Tirbespiyê bi temamî şewitîn. Ji ber herikîna petrolê û pêketina agir stasyon bi tevahî şewitî.
Ev cih di 2023yan de dîsa bûbû hedefa êrîşên Tirkiyeyê.

Di heman êrîşan de Stasyona Oda ya li rojhilatê Tirbespiyê ku yek ji kargehên herî mezin û stratejîk ên kantona Cizîrê bû kiribûn hedef. Balafirên şer di 23 Cotmehê de bi balafirên şer êrîş kiribûn û zerarek pir mezin dan kargehê. Karkerên stasyonê da zanîn ku teqez zerar zêdetirî bi milyonan dolaran e. Tirkiyeyê di 20ê Mijdara 2022yan, 4ê Cotmeha 2023yan û 23yê Kanûna 2023yan jî kiribû hedefa êrîşan.

Tirkiyeyê di 23ê Cotmehê de li stasyona Siwêdiyê jî êrîş pêk anî. Di wê êrişê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 17 karker birîndar bûn. Di encamê de hemû kargehên stasyonê, 6 parzûn, depoyeke mezin a petrolê, 2 depoyên mazotê û embarek hatin wêrankirin. Bi dehan wesayîtên veguhastina sotemeniyê, sahrîc û 8 mator hatin rûxandin.

Zêdeyî 5 milyon dolar zerar çêbû

Têkildarî zerara êrîşên di 23-26ê Cotmehê de pêk hatin, Hevseroka Desteya Enerijiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ziyad Rustem destnîşan kir di destpêka 2024an de binesazî û stasyonên petrol, gaz û kehrebê ji ber êrişên artêşa Tirk zirarên pir mezin dîtin û ji xizmetê derketin. Ziyad Rustem destnîşan kir ku li binesazî û cihên xizmetguzriyê 5 milyon dolar zirar çêbûye.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kobanê Sewsen Daban têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî firin, depoyên genim û aşên genim nirxandin kir.

Sewsen Daban anî ziman ku Tirkiye di salên dawî de qada aborî zêde dike hedef û wiha got: “Di milê aborî de êrîşên Tirkiyeyê zêde bûne. Yek ji êrîşan salek berê li ser qada aborî bû. Salek berê beriya ku em dest bi çandiniyê bikin û ji bo çandineyê mazotê belav bikin êrîş pêk hat. Êrîşên li ser stasyonên sotemenî û mazotê bandorek pir neyînî li ser qada çandiniyê kir.”

Aş, firin û depoyên genim dikin hedef

Sewsen Daban da zanîn ku beriya balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşî depoyên genim bike, êrîşî firinên nan jî kiribû û wiha axivîe: “Beriya wê balafirên şer li Aşe Rûmî xist. Di vê êrîşa li dijî aş de karkerekî jiyana xwe ji dest dabû. Karkeran li wir arvan kaş dikirin, genim neqil dikirin û di depoyên genim de kar dikirin. Wê demê balafira şer a bêmirov êrîşa hewayî pêk anî. Dîsa li kêleka wê li firina nan a Kobanê xist. Firina nan jî xizmetek ji qada aborî bû. Di êrîşa li dijî firinê de jî zerarek pir mezin pêk hat. Nêzî 25 hezar dolar zerar çêbû. Dîsa aşê li Kobanê kirin hedef. Li aşê Kobanê jî nêzî hezar dolar zerar çêbû. Di van depoyan de dermanê genim jî hebû. Di dermanê genim de jî zerarek mezin çû.”

Zerarek mezin dan aboriya gel

Sewsen Daban destnîşan kir ku di 21ê Kanûnê de jî dîsa balafirek şer a Tirkiyeyê piştî nîvro saet di 15.00an de li navçeya Sirînê êrîşî depoya genim kir û wiha axivî: “Li Sirînê saet di 3ê esir de balafira şer a Tirkiyeyê êrîşî depoya genim kir. Nêzî 300 ton genim şewitî. Genim li derdorê belav bû û şewitî. Dema yekîneyên agirkuj hatin av li genim kirin û xwestin agirê genim vemirînin, ava ku li genim kirin, zerar da derdora xwe jî. Genimê din jî şil bû û zerar bêtir gihişt genime din jî. Nêzî 150 cewal genim ku qasî 300 tonî dike zerar dît. Ev genime şewitî genimê dibû arvan û nan bû. Vê êrîşa li dijî depoya genim zerarek gelek mezin da aboriya gel.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KJAR: Bi hezaran Zîlan hatin afirandin

KJAR: Bi hezaran Zîlan hatin afirandin

30 HEZÎRAN 2026
Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

30 HEZÎRAN 2026
‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

30 HEZÎRAN 2026
Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

30 HEZÎRAN 2026
ROJEVA 1ê GULANA 2026an

ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

30 HEZÎRAN 2026
Li Siwêdayê pevçûn

Li Siwêdayê pevçûn

30 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (812)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne