Amed – Ciwanên ku berê tiryak kişandine û dest jê berdane, pêşniyar dikin ku di serî de derdorê li firoşkaran qedexe bikin û kesên tiryakê dikişînin bi karekî re mijûl bikin.
Tiryakêşê ku niha dest jê berdaye, destnîşan kir ku esrar û metafetamîn bi destê mirovên dewletê li tax û kolanên Kurdan tên belavkirin û vê yekê bi zanebûn dikin.”
Bi salan e gelê Kurd ji 7 salî heta 70 salî, ji jinê bigire heta ciwanan bi giştî rastî êrîşên rizandina exlaqî û bêeslîbûnê tên. Ev êrîşên pergalî ku civakê ji nirxên wê qut dike û dixe bin serweriya pergalê, kesan jî, ji nirxên exlaqî û helwesta polîtîk dûr dixe. Pergala Kapîtalîst; Civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, perçebûyî û qelsbûyî armanc dike. Lewra birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yekgirtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle!!!”
Pergala dewletê bi jehra tiryakê digel ku êrîşî hêza civakê dike wisa jî aliyên civakê yên qels ji xwe re dike hedef. Hêmanên wekî elimandinên hişbir, fihûş û çilvirînê dizivirîne amûrên êrîşê û bi bandor li dijî civakê bikar tîne. Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne. Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatî ne ku civakê ji hundur ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike. Bi van amûran , bandorê li hemû beşên civakê dike û yekîtiya civakî parçe dike.
Pergal ji bo karibe civakê bi hêsanî bi rêve bibe, bi taybetî li bajarên Kurdistanê tora hişbir û tiryakê pêş dixe. Ji ber di salên dawî de, ciwanên Kurd li kolan û kuçeyan zêde tiryakê dikişînin û ketine nava tora qirêj, platforma li dijî tiryakê hat avakirin.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be di 26ê Nîsanê de li ber Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi daxuyaniyekê avabûna xwe îlan kirin. Li dijî tora tiryakê dest bi têkoşînê kirin. Nûner û rêveberên TJA, DBP, DEM Partî, Dayikên Aştiyê, Baroya Amedê, Saziyên civakî di nava Platformê de cih girtin. Aktîvîstên platformê meş li dar xistin. Belavok belav kirin. Konên nobeta “Şiyar Be” vekirin. Platform niha bi rêbazên cuda xebatên xwe ya “Civakê em bi hev re biparêzin” a bi dirûşma “Şiyar be! azad be! aram be! ava bike!” berdewam dike.
Ciwanekî berê tiryak dikişand û niha dest ji tiryakê berdaye, çavdêriyên xwe yên li ser tora tiryakê ji Ajansa Welat re axivî.
Yên dikevin tora tiryakê jiyana wan reş dibe
Ciwanê ku nexwest navê xwe bide û nexwet ruyê wî bê dîtin, çavdêriyên xwe wiha parve kir: “Ciwanekî nû dibîne, dixwaze biceribîne. Dema di ceribîne û dikeve nav êdî nikare ji nav derekeve û jiyan li wî reş dibe. Dema jiyana wî reş dibe, xwe û malbata xwe aciz dike. Derdora xwe aciz dike. Dema ji mala xwe dertê û li kuçê dizîvire, dibîne ku 2-3 kes hatine cem hev û tiryakê dikişînin. Ew jî diçe tev li wan dibe. Ciwan e, xwîna wî dikele, dema diceribîne û pê xweş tê careke din nikare dest jê berde.”
Divê ewil tiryakfiroşan li herêmê biqedînin
Ciwanê ku navê xwe neda, anî ziman ku ji bo li kolan û kuçeyan tiryak bi dawi bibe, divê yên tiryakê difiroşin li taxê biqedîne û ji taxê dûr bixe û got: “Dema yên tiryakê dikişînin eger li der û dorê peyda nekin, dê dest jê berdin. Lê dema firoşker hebin dê kiryar jî hebin. Min jî demek berê tiryak dikişand. Lê min niha dest jê berdaye. Min bi vîna xwe xwe dest jê berda. Taxa ku ez lê dijîm niha yên difirşin jî hene û yên dikirin ji hene. Bi xeberdanê mirov nikare kesên tiryakê dikişîne dûrî tiryakê bike. Nikare bide berdan.”
Divê tiryakê ji wan dûr bixe
Ciwan anî ziman ku yên fêrî tiryakê dibin zû bi zû nikarin dest jê berdin. Berdana wê gelek zor e û wiha pêde çû: “Ji bo kesên tiryakê dikişînin dest jê berdin, divê berhemên tiryakê li der û dora xwe nebîne. An divê wan tedawî bike û bi rêbaza tedawiyê bidin berdan, an jî tiryakê ji wan dûr bixe û karekî bide pêşiya wan ku xwe pê mijûl bikin û piştre dest jê bernadin.
Bi esrarê dest bi tiryakê dikin
Kesên dikevin nava tora tiryakê jiyana malbatê û civakê nayê bîra wan. Dest ji xwe û dest ji her tiştî berdidin. Tiryak fikra civakî û plansaziya siberojê ji holê radike. Tenê derdê wan ew e ku bi şiklekî bibînin û li cihekî guncav bikişînin. Gelek cureyên tiryakê hene. Di serî de esrarê dikişînin. Esrar destpêk e. Piştî demekê esrar tîna wan naşkîne. Niha Metafetamîn derketiye. Ev pir talûke ye. Di serî de bi esrarê dest pê dikin û piştre fêrî yên din dibin. Kesên esrarê dikişînin hestê wan ê mirovahiyê ji holê radibe. Dibe cinawirê du ling. Nûr ji ruyê wî winda dibe. Reng û hestê wan winda dibe. Dibin dijminê her tiştî. Zerorkê didin malbatên xwe û derdorên xwe. Dest bi derewan dikin. Du kes li derve di nava xwe de bi axive, diçe bela xwe di wan dide û dibêjin ‘Hûn der barê min de di axivin.’ Xebatek ji bo vê yekê bê kirin û vê tiryaka li nava bajar gelek girîng e.”
Di serî de divê em kesên ku esrarê belav dikin biqedînin
Ciwanê ku berê tiryak dikişand û niha dest jê berdaye wiha got: “Tiryakêş anî ziman ku di serî de divê kesên tiryakê difişorin ji holê rake û piştre û wiha got: “Dewlet dizanin ciwan li Amedê gelek jîr in. Ev bi destê rayedarên dewletê tê belavkirin. Berê metafetamîn li Amedê tune bû. Lê niha tu li serê her kuçeyekê li ciwanên ku vê tiryakê dikişînin dileqibe. Ciwanê ku berê pir bi estetîke, piştî dikevin nava vê torê tu dibîne rengê wî qirêj dibe. demekê gel mudaxale kir û kêm bû. Lê ev bi destê dewletê hat Amedê.”
Metafetamîn bi destê mirovên dewletê hat belavkirin
Ciwan bilêv kir ku berê esrar hebû û wiha bi dawî kir: “Lê metafetamîn tune bû. Bi destê dewletê hat. Piştî dest bi vê tiryakê kirin, xwişka xwe kêr kirn. Dayika xwe kêr kirin. Qeyrana metafetamîn gelek zor e. Hestê mirovahiyê ji holê radibe. Ji bo vê tiryakê bibîne, divê pere bibîne. Ji bo pere bibîne divê diziyêbike. Ku wê jî neke ji dayik û xwişkên xwe distîne. Qaosê ava dike. Êdî zerareke mezin dide malbatê û derdorê. Dawiya dawî hinek ji wan xwe dikujin. Jiyaneke reş dest pê dike. Li Stenbolê buyerek çêbû. Pere ji dayika xwe dixwaze. Lê dayika wî dibêje tune. Ji ber vêyekê dayika xwe dikuje. Demekê min jî dikişand. Lê ez niha jê dûr ketime. Niha dema tê bîra min ez ji xwe aciz dibim. Ez naxwazim bibînim. “