Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê û Rojnameger Felemez Ulug bi sernavê “Tirsa Tirkiyeyê” bal kişand ser nêzîkatiya hikûmeta Tirkiyeyê ya li hemberî meseleya kurd û çareseriyê. Felemez Ulug anî ziman ku Tirkiye ketiye xetimandina şer û tirsa wê ji xetimandina şer e.
Nivîskarê Rojnameya Xwebûnê û Rojnameger Felemez Ulug, di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser peyamên Serokê MHPê Dewlet Bahçelî û polîtîkayên Tirkiyeyê. Nivîskar Felemez Ulug anî ziman ku yek ji sedemên ku dewleta Tirk îro bi devê Bahçelî peyamên wisa nerm dide, xetimandina di şer de ye û wiha got :”Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDKê xwest ku têkeve Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji despêka Cotmehê ve li Tirkiyeyê qaşo bahsa “pêvajo”yek nû tê kirin. Di çarçoveya van nîqaşan de gelek nerînên cuda derdikevin pêş. Li gorî van nerînan herkes li gorî ya dilê xwe senaryoyekê çêdike û weke ev “pêvajo” li gorî vê senaryoyê tê meşandin nirxandina dike. Lê di rastiyê de ne niyate Dewleta Tirk a çareseriya doza Kurd û ne jî li holê rewşeke bi navê “pêvajo”yê heye. Li holê hewldanên teslîmgirtina Tevgera Azadiyê heye.”
Kaosek mezin heye
Nivîskar û Rojnameger, Felemez Ulug li ser nêzîkatiya Bahçelî wiha nivisand: “Serokê MHPê Devlet Bahçelî ji despêka Cotmehê ve qaşo ji bo çareseriya pirsa Kurd Rêber Apo û meclîs nîşan da. Ev nerînên Bahçelî ne tenê ji aliyê gelê Kurd û Tevgera Azadiyê, ji aliyê derdorên cuda ên weke nijadperest, faşîst û dij-kurd ve jî bi matmayî hatin pêşwazîkirin. Gelek kes li ser van gotinan axivîn, nerîn pêşketin. Lê tevî ku ev du mehin li ser van gotinan re derbasbûye ne Devlet Bahçelî naveroka gotinên xwe zelal kir û ne jî rêveberiya AKP’ê di vê derbarê de tiştek got. Li holê hîn muameyek mezin heye.”
Nivîskar û Rojnameger Felemez Ulug anî ziman ku di vê pêvajoyê de Omer Ocalan di 23yê Cotmehê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî û wiha li nivîsa xwe zêde kir: “Bêguman tevî pergala qirkirin û êşkenceyê piştî 44 mehan bi Rêber Apo re hevdîtinek wisa pêk hatî ji gelek milan ve xwedî girîngiyek mezin e. Lê divê em vê hevdîtinê pir alî binirxînin. Beriya her tiştî ger îro bi Rêber Apo re hevdîtinek pêk hatibe ev encama têkoşîna gelê Kurd û dostên wan e. Bi taybet ev encama ku pêngava “Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Azadî” ye. Ev pêngava ku îro xwe gihand gelek derdorên cûda û peragala qirkirinê ya li Îmraliyê di qada navneteweyî de teşhîr kir, hişt ku dewleta Tirk neçar bimîne hin gavên bi vî rengî bavêje. Ev yek ji sedemên vê hevdîtinê ye.”
Felemez Ulug li ser sedema hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re rawestiya û wiha nirxandin kir: “Sedema hevdîtinê ji ber geşedanên li herêmê diqewimin e. Bi taybet piştî êrişên Îsraîlê ên li dijî Lubnan, Sûrî û gevên li ser Îranê dewleta Tirk jî kete nava liv û tevgerê. Ji xwe rayedarên Dewleta Tirk bi awayekî eşkere dibêjin “Divê em sînorê xwe xurt bikin.” Di vir de her çendî eşkere nayê gotin jî, îşaret bi Kurda û pozîsyona wan a stratejîk tê kirin. Lewma di vê pêvajoya wisa hassas de Dewleta Tirk nikare Kurdan ji nedîtinê ve were. Yek ji sedemên ku Dewleta Tirk îro bi devê Bahçelî peyamên wisa nerm dide, xetimandina di şer de ye. Dewleta Tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDKê xwest ku têkeve Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ji bo vê armancê gelek êriş pêk anî, teqemeniyên qedexekirî bi kar anî, li dijî xweza û cavaka Kurd sûcê şer kir. Tevî hemû van hewldanan jî nekarî bi ser bikeve. Artêşa ku ewqas pesnê wê dihat kirin, îro li çend deveran asê maye. Nekare pêş ve biçe û ne jî paş ve vekşe. Serfermandarên vî şerê qirêj dibêjin me kilîta şer qapat kir. Di rastiyê de ew li himberî taktîkên serketî yên gerîlayên serdemê têk çûn. Lewma îro ji vê binketina xwe re hincetan peyda dikin.”
‘Li qada navneteweyî rewşa Tirkiyeyê zêde ne baş e’
Nivîskar Felemez Ulug di dewama nivîsa xwe de da zanîn ku dewleta Tirk û deshilata AKP-MHPê tevî ku rewşa wê wisa xirabe jî, weke ku destê wê xurt de dide nîşandan û wiha dewam kir: “Li welat tengaviya ku jiyan dikin kêmbe jî me anî ziman. Lê divê bê zanîn ku di qada navneteweyî jî rewşa Dewleta Tirk zêde ne başe. Bi taybet pirsgirêkên ku welatên rojavayî re jiyan dike, di bin navê bêalîbûnê de xwe li ser aliyên siyasî her ferz kir. Îro ev ferzkirin hemû lê vedigerin û vê jî hiştiye ku bi tenê bimîne. Bi gotinekdin êdî kes ji vê deshilata faşîst û qirker bawer nake. Ger îro hin dewlet pêre kar dikin jî ew ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî vê zewaca bi darê zorê qebûl dikin. Di çarçoveya van berjewendiyan de, em bala xwe didinê hin welatên Ewrûpa li gorî daxwaza dewleta Tirk tevdigerin û êrişan dibin ser saziyên Kurd û welatparêzan digrin. Almanya û Îngîltere di vê mijarê de pêşengiyê dikin. Her ku dewleta Tirk tengav bûye ev herdû welatên Ewrûpayê bi hewara dewleta Tirk ve diçin. Lê tevî van êrişan jî gelê Kurd bi helwest, têkoşîn û sekna xwe ya berxwedêr bersiva herî xurt di 16ê Mijdarê li bajarê Kolnê nîşanda. Di wê meşê de bi eşkere derket holê ku qedexeyên li ser PKK’ê û înkara gelê Kurd êdî ji bo civaka Kurdistanê tiştekî îfade nake. Ji ber ku PKK li himberî zilm, înkar û êrişên îmhayê hêza herî xurt ya vî gelî ye îro gel li qadan û kolanan dibêje “PKK gel e, gel li vir e.” Bi gotineke din jî PKK, Rêber Apo ye. Rêber Apo temsîla herî rast ya gelê Kurd e.”
Nivîskar Felemez Ulug, anî ziman kudi vê rewşa kaotîk de dewleta Tirk wê nexwaze li himberî xwe hêzek xurt bibîne û wiha dawî li nivîsa xwe anî: “Ji bo Tevgera Azadiya Kurd ji taqeta têkoşînê bixwe jî hewl dide bi gotinên qaşo “pêvajo”yê asta berxwedanê lewaz bike. Pêngava ji bo azadiya Rêber Apo hatiye despêkirin ji rojevê derxe. Bêguman dewleta Tirk li ser înkara gelan hatiye avakirin. Dewleta ku bi vê hişmendiyê hatibû avakirin wê tu carî li gorî berjewendiyên gelan jî tevnegere. Lewma tevî ku tiştek li holê nîne jî ger îro hin rayedarên dewleta Tirk derketine hin tiştan dibêjin divê em vê yekê baş binirxînin. Lê mixabin hin kes hene ku tevî tiştek li holê nîne jî, meseleyê pir berovajî dikin û bahsa tiştên ku qet nebûne dikin. Ev xwe xapandine û derdor şaş agahdarkirin e. Bi nirxandinê wisa emê nikaribin xwe bigînin rastiyê. Wê bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibe yan na? Vê pêvajoya ku bahsa wê tê kirin wê veguhere çi? Di vê rewşa wisa aloz de wê pozîsyonên welatên li herêmê li dijî doza Kurd çibe? Bi tamamî ne diyar e. Tişta ku diyar e, li herêmê şerekî mezin nêz dibe, di vê şerî de wê yên xwe bi rêxistin kirine û amadekirine wê li ser piyan bimîne yên din jî wê mezin winda bikin. Di halê heyî de wisa diyare ku vî şerî daye dilê Dewleta Tirk û deshilata wê ya faşîst.”