Endama Hevserokatiya Konseya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif diyar kir ku ligel peymana hate îmzekirin jî hê jî talûke derbas nebûye û divê gelê Kurd piştgiriya ji bo Rojava bidomîne.
Endama Hevserokatiya Konseya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê Xê peyamek weşand. Foza Yûsif anî ziman ku ew hêvî dikin ku ev peyman bibe alavek bi hêzkirina civaka sivîl û mîsogerkirina hemû welatiyên Sûriyê. Foza Yûsif got ku bi vê peymanê armancên guherandina demografîk hatiye astengkirin û wiha axivî: “Lê hêj talûke derbas nebûye. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li hemû deverên lê heyîn rabe ser piyan û piştgiriya berxwedana Rojava ya bi rûmet berdewam bike.”








