Malbata ku kevirê gorên zarokên wan ên HPGyî hatin şikandin, dê serî li ÎHDê û Baroyê bidin. Malbatan destnîşan kirin ku hem gor şikandin û hem jî gotin “Em ê terorîstan jî vî gundî derxin. Em ê bi kepçeyan gorên wan rakin we ji gund derxin.”
Ji malbata Mert, Vedat, Sedat, Eshat, Sefkan Mert di 1ê Tebaxê de li gundê Xişokê yê navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê êrîşî gorên endamên HPGê Meryem Mizgîn û Mahîr Mert şikandin û piştre gef li malbatên endamên HPGê xwarin. Endamên malbata Mert ên êrîşî goran kirin, li pêş çavê leşkeran gotin “Vana Ermenî ne. Em ê terorîstan û gorên ji vî gundî derxînin. Em bi kepçeyan gorên wan rakin û wan ji gund derxin.” Malbata endamên HPGê diyar kirin ku dê serî li ÎHDê û Baroya Çewlîgê bidin.
Têkildarî bûyerê Nevzat Mert ku pismamê endamên HPGê Meryem Mizgîn û Mahîr Mert e, anî ziman ku di 30 Tîrmeha 2025an de xizmên wan ên li gundê Heznawê û Xişok’a li ser Kanîreşê ji ber zeviyê êrîşî wan kiriye û wiha got: “Di 1ê Tebaxê de Sevkan Mert, Eshat Mert, Vedat Mert, Sedat Mert , bi fermana Ahmet Mert û lawê wî yê karsaz Fesîh Zekî Mert ku xwe di hilbijartinê de di partiya DEVA’yê de nazmet nîşan dabû, êrîşî gorên şehîdan kirin. Ji ber wê demê me dengê xwe neda wî ev ji bo xwe kir rik. Beriya ku êrîşî gorê bikin di navbera me du malbatan de du hefte berê ji ber zeviyan pevçûn çêbûbû. Leşker hatibûn gund û di navbera me de bûn. Ev êrîş li pêş çavên leşkeran pêk hat. Em ji ber zextên dewletê 15 sal berê hatin ewropayê. Me zeviyên xwe da gundiyekî xwe yê feqîr. Me xwestibû ji ber ku nikarîbû debara xwe bike, bila zeviyê ji bo debara xwe ji xwe re biçînin. Me xwest ew ji o ebed wî eraziyî ji me bistînin. Ev erazî me bi welatê me ve girê dide, ji bo me sedemeke Kurdistanê û herin. Ev reh û nirxên me, me li dîaspora dide jiyandin, fa ku em neyên pişavtin. Lê pismamên me yên li gund ji ber me zevî nedabû wan êrîşî me kirin. Çûn ji qereqolê gotin ‘Birayê wî di nava terorîstan de hatiye kuştin. Ji ber ez neçûm ser cenazeyê birayê wî. Loma me li hev xistiye’. Çû ji qereqolê ajanî kir. Piştî bûyerê li pêş leşkeran gefên wekî ‘Em ê wan ji gund derxin. Em ê kepçeyê bînin gorên wan tevî xera bikin’ li me xwarin. Sala par jî êrîş kiribûn me. Ew doz û îfadeyên li ser me daye, hîn berdewam dike. “
Nevzat Mert anî ziman ku, li gel wan zeviyên xwe ji bo alîkarî û debarê dan wan jî, lê ji ber ku tapuya zeviyê nedane xizmên xwe, êrîş kirine û got: “Em îro li dijî vê yekê bêdeng bimînin, dê sibê êrîşî gorên din jî bikin. Ew ê li seranserê welat kevneşopiyek qirêj dest pê bike. Em ê serî li ÎHDê bidin. Em ê serî li Baroyan bidin. Êrîşa li dijî nirx û rûmetên gel nayê qebûlkirin. Gor hilweşandin, zîhniyeta DAÎŞ’ê ye. Divê ev zîhniyet were mehkûm kirin.”
Li aliyê din ji malbata Mert Cemîl Mert jî li dijî vê yekê axivî û destnîşan kir ku wan gor neşikandiye. Cemîl Mert da zanîn ku kesekî aqilê wî ne li cih gor şikandiye û malbatan di nava xwe de mesele çareser kirine.