Şirnex – Li Cizîrê di 10 salên serdema qeyiman de sazî û avahiyên jinan hatin girtin û Şaredariya Cizîrê li dijî vê yekê hewl dide cardin bi vekirina sazî û xebatên jinan li her qada civakî xwe bi rêxistin bikin.
Li Bakûrê Kurdistanê di 10 salên dawî de dewletê xwest bi rêya qeyiman sazî, avahî û qadên jinan bidin girtin û jinan di her qada civakî de tune bikin. Yek ji bajarên ku 2 serdeman qeyim lê hat bicihkirin ango tayînkirin jî Şaredariya Cizîrê ye. Beriya sala 2016an ku qeyûm tayînî Şaredariya Cizîrê bê kirin, Saziya Şêwirmendiya Jinan a Sitiya Zîn bi gelek derûnnas û civaknasan ji bo pirsgirêkên jinan çareser bike xebat dikir. Lê bi hatina qeyimê ewil ê di Îlona 2016an de ev saziya jinan hate girtin.
Hevşaredara Cizîrê Guler Tûnç Yerbasan got ku qeyiman xwestiye hemû qadên şaredariyê yên jinan bigire da ku cihê jinan di nava jiyana rojane de nemîne. Tûnç da zanîn ku ew ê cardin hewl bidin saziyên jinan vekin û ji bo bajarekî bi rengê jinan be xebatên xwe bi jinên navçeyê re bikin.
Tûnç destnîşan kir ku ji bo rengê jinan di hemû xebatên wan de xuya bike wan dest bi civînên bi jinan re kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Weke şaredarî armanca pêkanîna van civînan em dikarin jinan çawa tev li xebatên xwe bikin û dikarin ji bo jin û ciwanan çi bikin. Bi vê mebestê me civînên bi jinan re dane destpêkirin û em ê xwe bigihînin hemû jinên Cizîrê. Di van civînan de xebatên me ji bo jinan kirine em radigihînin û pêşniyarên jinan ji bo xebatên pêşiya me digirin.”
‘Em dixwazin Cizîrê bikin bajarê jinan’
Tûnç diyar kir ku ew ê di encama xebatên xwe yên bi jinan re, xwestekên wan yên herî derdikevin pêş hewl bidin wan pêk bînin û got: “Em dixwazin Cizîrê bikin bajarekî reng û dengê jinan, ji ber vê yeke jî em dixwazin vê yekê bi jinan re bikin û di asta biryardayînê de jinan tev li bikin. Di civînan de derket holê ku daxwaza jinan ji me ew e, qadên jin bi awayek azad tevbigerin werin vekirin. Her wiha daxwazên cur bi cur ji me re gotin. Em ê van daxwazan hemûyan bînin gel hev û yên herî zede hewceyî pê heyî hewl bidin di demek nêz de pêk bînin.”
‘Saziyên jinan ên qeyûm girtîne em ê cardin vekin’
Tûnç herî dawî got ku di 10 salên ku şaredarî di destê qeyim de bûye tu qad ji bo jinan nehatine vekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Qeyiman nexwest hişmendiya jinan di nava bajêr de pêş bikeve û jin tune hesiband. Her wiha avahî saziyên jinan ên heyî jî an ji aliyê qeyim ve hatin girtin an jî radestî saziyên dewletê hatin kirin. Li dijî van pêkanînan em ê di demek nêz de saziya şêwirmendiya jinan bidin vekirin û ev sazî dê bi pirsgirêkên jinan ve eleqeder bibe.”