Li gundê Şewanê yê Dîgora Qersê, gur ket nava keriyê pez û 200 mî mirin.
Li gundê Şewanê yê bi ser navçeya Dîgora Qersê ve duh bi şev gur ket nava pezê welatiyê bi navê Alî Canpolat. Gur li pez xist û 200 mî mirin. Hat zanîn ku gur bi şev hatine ketine axurê û êrişî mîyan kirin e. Hat zanîn ku gelek mî jî birîndar bûne. Welatî Alî Canpolat diyar kir ku ji ber mîyên wî mirine gelek xesara wî ya madî jî çêbûye.











