Amed– Rêveberê GOÇ-DERê Hasan Erzî di derheqê rol û mîsyona komisyona ku di meclisê de hat avakirin de got: “Lazim e ev komîsyon li ser şert û mercên vegera koçberan xebat bimeşîne. Çi di warê qanûnî çi di warê civakî û aborî de bingeha vegerê avabike. Bêbingeh çareserî pêknayê.”
Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di 27ê Tirmehê de daxuyanî da û diyar kir ku dê li meclise komîsyon bê avakirin. Piştî daxuyaniya Numan Kurtulmuş partiyên siyasî endamên xwe yên komîsyonê aşkere kirin. Dihat payîn ku nûnerên saziyên sivîl û civakî jî di komîsyonê de cih bigirin lê ev daxwaz pêknehat. Yek ji rêveberê Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Hasan Erzî di derheqê rol û mîsyona komisyona ku dê li meclisê bê avakirin û giringiya wê de ji Ajansa Welat re axivî.
‘Bêbingeh çareserî ne pêkan e’
Rêveberê GOÇ-DERê Hasan Erzî diyarkir ku pêwîst bû nûnerên saziyên civakî jî di komîsyonê de cih bigirtana û got: “Di salên 90î de li Kurdistanê bi hezaran gund hatin talankirin û valakirin, bi milyonan însan koçber bûn. Zor û zehmetiyên mezin kişandin. Dema ku nûnerên van însanan di komîsyonê de cih negirin, di derheq komîsyonê de guman çêdibin, bêhevîtî çêdibe. Lazim e ev komîsyon li ser şert û mercên vegera koçberan xebat bimeşîne. Çi di warê qanûnî çi di warê civakî û aborî de bingeha vegerê avabike. Bêbingeh çareserî pêknayê.”
‘Dewlet ne amadeye’
Hasan Erzî li ser tevlênekirina nûnerên saziyên civakî a komîsyonê jî axivî û wiha pêde çû: “Bi hezaran gund hatin şewitandin, bi deh hezaran însan hatin kuştin, tahrîbateke mezin çêbû heta niha. Dewlet ne amadeye ku bi van kiryarên xwe re rûbirû bimîne. Ya din jî li gor nêrîna min îro di nav dewletê de aliyên ku naxwazin ev pêvajo pêş bikeve, aştî pêk were hene. Li gor nêrîna min ji aliyê dewletê ve yê herî cidî nêzî meseleyê dibe Dewlet Bahçelî ye.”
‘Teyr bi baskekî nikare bifire’
Hasan Erzî herî dawiyê bi lêvkir ku pêvajo yek alî nameşe. Pêwîst e dewlet jî samîmî nêzî meseleye bibe û axaftina xwe wiha qedand: “ Hêviya me bi Rêber Apo û rêveberiy vî gelî heye, samîmî ye, di 93yan de jî, di 2013-15yan de jî samîmî bû. Lê wekî Bahçelî jî got teyr bi baskekî nikare bifire, gere du baskên wî hebin ji bo ku bifire.”