• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Awûstralyayê çalakiya piştgiriya Rojava

    Li Awûstralyayê çalakiya piştgiriya Rojava

    Hevserokê CDK-Fê Dogan: Heta statuya Rojava bê naskirin em qadan terk nakin

    Hevserokê CDK-Fê Dogan: Heta statuya Rojava bê naskirin em qadan terk nakin

    Semsûr hêj di 6ê Sibatê de maye

    Semsûr hêj di 6ê Sibatê de maye

    Komên Şamê jiyanê li welatiyên Elewî dikin zindan

    Komên Şamê jiyanê li welatiyên Elewî dikin zindan

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 5ê ÇILEYA 2026an

    Li Stenbolê gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin

    Li Stenbolê gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Hatîmogûllari: Erka ciwanan di vê pêvajoyê de zêde ye

Wan / AW

2 GULAN 2025 - 20:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, tev li “Panela Aştî û Civaka Demokratîk” a Wan-YYU-DOBê bû û got: “Erka hevalên me yên ciwan mezin e. Li gel çalakiya pratîk, berpirsyariya me hemûyan heye ku em xet û hişmendiya xwe ya bîrdozî ava bikin û xeta pratîkî bi rêxistin bikin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endama Şandeya Îmraliyê Tulay Hatîmogûllari, tev li “Panela Aştî û Civaka Demokratîk” ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên  Demokratîk a Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (Wan-YYU-DOB), bû. Panel li Eywana Azîz Yûral a KESKê ya li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê hat lidarxistin. Gelek xwendekar û ciwan tev li panelê bûn.

‘Ev bang ji bo pirsgirêka Kurd gelek girîng e’

Di panelê de ewilî Tulay Hatîmogûllari axivî û behsa “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Tulay Hatimogullari, anî ziman ku wan ev bang bi hemû pêkhateyên civakê re nirxandiye û wê ev nirxandin bidome. Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku dê serdana 3 mîlyon malbatan bikin û got: “Di vê pêvajoyê de hêza herî girîng ciwan in. Ev daxuyaniya birêz Abdullah Ocalan ronîkirina geşedanên siyasî yên cîhanê ye û em dikarin van geşedanên li cîhanê baştir fêm bikin û bi rastî jî têbigihêjin ku ev bang tê çi wateyê. Ev bang ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê, ji bo çar parçeyên Kurdistanê û ji bo Sûriye û Rojava ku li kêleka me ne, xwedî girîngiyeke mezin e.”

‘Divê ciwan xwedî li bangê derbikevin’

Tulay Hatimogullari, bal kişand ser hevdîtina wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û ev tişt got: “Birêz Ocalan di hevdîtinê de got ku konsepta netew-dewletê mehkûmî qeyranê ye. Lewma hilweşîna wê jî dê çêbe. Divê em alternatîfekê ava bikin, alternatîf jî civaka demokratîk e û ji bo vê yekê jî divê em rêxistin bibin. Gava em lêdinêrin di dîroka têkoşînê de ciwan hertim sereke bûne. Lewma divê herî zêde ciwan li vê bangê xwedî derbikevin û li gor wê rêxistinkirinê mezin bikin. Di vî warî de tişta ku Birêz Abdullah Ocalan di vê bangê de anî ziman ew e ku her kes xwe birêxistin bike, bi rêxistinbûna xwe civakê veguherîne û demokratîk bike. Di vê wateyê de hevalên me yên ciwan bêguman xwedî erkên mezin in. Li gel çalakiya pratîk, erk û berpirsyariya me hemûyan heye ku em xet û hişmendiya xwe ya bîrdozî ava bikin, teoriya xwe pêş bixin, hişmendiya xwe pêş bixin û bi vê hişmendiyê xeta pratîkî bi rêxistin bikin.”

Piştî axaftina Hatîmogûllari, panel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Awûstralyayê çalakiya piştgiriya Rojava

Li Awûstralyayê çalakiya piştgiriya Rojava

5 SIBAT 2026
Hevserokê CDK-Fê Dogan: Heta statuya Rojava bê naskirin em qadan terk nakin

Hevserokê CDK-Fê Dogan: Heta statuya Rojava bê naskirin em qadan terk nakin

5 SIBAT 2026
Sefîrê Fransî serdana Sûrî, Libnan, Iraq û Hewlêrê dike

Sefîrê Fransî serdana Sûrî, Libnan, Iraq û Hewlêrê dike

5 SIBAT 2026
Semsûr hêj di 6ê Sibatê de maye

Semsûr hêj di 6ê Sibatê de maye

5 SIBAT 2026
‘Divê yekitî û rihê neteweyî mayînde bibe’

‘Divê yekitî û rihê neteweyî mayînde bibe’

5 SIBAT 2026
Komên Şamê jiyanê li welatiyên Elewî dikin zindan

Komên Şamê jiyanê li welatiyên Elewî dikin zindan

5 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (179)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne