Rojnameger Denîz Firat 11 sal berê di êrîşa DAIŞê ya li ser wargeha Mexmûrê de hat kuştin. Di ser kuştina Denîz Firat re 11 sal borîn. Denîz Firat heta kêliya dawî rastî ronî kir.
Di 8ê Tebaxa 2014an de DAÎŞê êrîşî Mexmûrê kir û di êrîşê de rojnameger Denîz Firat (Leyla Yildiztan) jî hatibû kuştin. Denîz Firat bi kameraya xwe êrîşa DAÎŞê qeyd kir û ji cîhane re ragihand û cenazeya wê li navçeya Ebexê ya Wanê bi girseyî hate definkirin.
Denîz Firat di sala 1984an de li gundê Xecê Xatûn ya Ebexa Wanê hat dine. Di 6 saliya xwe bi zextên dewletê re rûbirû ma. Ji ber zextên dewletê malbat neçar ma koçî Îranê bike. Malbat demekê li Îranê dimîne û di sala 1991ê de derbasî herêma Xakûrkê ya başûrê Kurdistanê dibe.
Denîz Firat êrîşên KDP, YNK û Tirkiyeyê yên li hemberî PKKê re şahidî kir, di wê pêvajoyê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nas kir û bandora wê de ma. Li hemberî êrîşên dewletê di sala 1992an de tevî xwîşka xwe Sarya beşdarî refên azadiyê bû. Xwîşka wê Binevş (Ayfer Yildiztan) di sala 1997an de li Zapê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Xwîşka wê Sarya jî di 8ê Tebaxa 1999an de jiyana xwe ji dest da. Denîz Firat û Sarya bi hev re tevli refên azadiyû bûbûn û her du jî di 8ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dan.
Rastî ronî kir
Denîz Firat di sala 2007an de ji bo pêşvebirina rojnamegeriya jin dest bi rojnamegeriyê kir. Bi salan kovara Tanriça Zîlan de xebitî û di heman demê de di rojdaya Dengê Welat de bernameya ‘Rojeva Jin’ pêşkeş kir. Di Konferansa Çapemeniyê ya sala 2014an de wek endama koordînasyonê cih girt û piştre derbasî Mexmûrê bû û li wir ji bo rojnameya Rojeva Welat, Stêrk TV, JINHA, Rojnews, ANFê nûçe çêkir.
Dengê êzidiyan berz kir
Dema DAÎŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şengalê kir, komkujî û hovîtiya ku hatibû serê Êzidiyan ji cîhanê re ragihand. Denîz Firat di nivîseke xwe de wiha behsa qetlîamê kiribû;
“Di komkujiya Şengalê de bi hezaran kes hatin kuştin. Wan mirovan çi kirin ku wiha tên cezakirin. Çima zarokên çend mehî, dayikan û zarokên biçûk direvînin. Wêneyên ku hatin kişandin şahidî ji vê hovîtiyê re kir. Kesekî ku ji qetlîamê rizgar bû got ku ‘we tenê kesên ku mane kêşand’. Zarokên vê axê çima wisa tên cezakirin? Ma Êzidî ne ji ber wê? Hincet tene ev e. Ger ev wek hincetekê were destnîşankirin şaşiyeke mezin e. Di roja me ya îro de ol wek parçeyek siyaseta qirêj tê dîtin. Lê tekane hinceta komkujiya Şengalê ev nîn e. Komkujiya Şengalê li hemberî yekitiya Kurdan peyamek e.”
Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) her sal ji bo bîranîna Denîz Firat pêşbirka helbest û çîrokan li dar dixe. Denîz Firat dê wekî her sal îsal jî ji aliyê malbat û xebatkarên çapemeniya azad di 8’ê Tebaxê de li ser gora xwe were bibîranîn.