Êlih – Hevalê Bavê Teyar, şanoger Abdûllah Tarhan qala Bavê Teyar ku çend lîstik bi hev re lîstine û demekê bi hev re wext derbas kirine kir û got: “Em soz didin ku ala daye destê me heta dawiyê nedeynin erdê û bilindtir bikin.”
Şanogerê Kurd Cuma Xelîl Îbrahîm ê ku bi navê Bavê Teyar dihat nasîn, di 18ê Çileyê de di êrişa dewleta Tirk a li dijî nobedarên li ser Bendava Tişrînê de birîndar bû û di 19ê Çileyê de li Nexweşxaneya Tebqayê ya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha li gel Bavê Teyar 5 welatiyên din jî hatin kuştin. Cenazeyê Bavê Teyar û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman û Ekrem Rexo, Hevseroka Ofîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Menîce Heyder û endamên Meclisa Qamişlo Muzefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm ku dema nobedariya Bendava Tişrînê dikir, di êrişa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn di 21ê Çileyê de li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin.
Bavê Teyar ku di sala 1957an de li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê ji dayik dibe, di salên 1990î de tevî astengî û zextên rejîma Baasê jî dest bi şanoya Kurdî dike û berhemên xwe yên şanoyê li wir diafirîne. Berhemên wî yên şanoyê li her çar aliyên Kurdistanê deng vedidin û ji aliyê gelê kurd ve gelek tên hezkirin. Bavê Teyar heta dawiya jiyana xwe ji bo çand û hunera Kurdî xebat meşand û nîşanda ku hunermend divê çawa pêşengtiya gelê xwe bikin.
‘Şanogerekî ji Rojava û ji Bakur dê bikaribin çawa bi hev re berhemeke nemir pêşkeş bikin’
Hevalê Bavê Teyar, xebatkarê Navenda Çanda Baharê ya li Êlihê şanoger Abdûllah Tarhan (59) qala Bavê Teyar ku çend lîstik bi hev re lîstine û demekê bi hev re wext derbas kirine kir. Abdûllah Tarhan beriya ku di sala 2006an di Rojên Şanoyê yên Şaredariya Êlihê de bi Bavê Teyar re çend lîstikan bilîze têkiliya wî bi Bavê Teyar re hebû û li ser çand û hunerê sohbetên wan çêdibûn. Bavê Teyar di sala 2006an de derfetê dibîne û tê Êlihê. Ew û Abdûllah Tarhan demekî xweş bi hev re derbas dikin û dikevin nava hewldanan ku şanogerekî ji Rojava û şanogerekî ji Bakur dê bikaribin çawa bi hev re berhemeke nemir peşkeş bikin. Wê demê li Malên Gel ên bi navê Mûsa Anter, Ahmet Kaya û Edîp Solmaz yên li Êlihê ku ji beşên çand û hunerê re hatibûn veqetandin, xebatên atolyeyê yên hemû beşên hunerê dihatin kirin. Abdûllah Tarhan û Bavê Teyar du-sê rojan plansaziyekê dikin û sê kurte lîstik-skecan amade dikin. Van lîstikan li Malên Gel dilîzin. Lîstika ewil li ser sîxuran, cerdevanan amade dikin, ya duyemîn li ser herkesên ku ji xwe re dibêjin hunermend amade dikin û ya sêyemîn jî li ser zimanê zikmakî amade dikin û dilîzin. Piştî ku Bavê Teyar nêzî 20-25 rojan li Êlihê dimîne vedigere Rojava û dû re ji ber rejîma Baasê dest deyne ser pasaporta wî êdî nikare careke din were Bakur.
‘Bavê Teyar hunermendekî welatparêz û şoreşger bû’
Abdullah Tarhan ê qala pêşengtiya hunermendan kir, wiha got: “Hunermend bi sekna xwe, berhemên xwe, çanda xwe libasên xwe, rabûn û rûniştina xwe û nîqaşên xwe dibe mînak. Civak form jê digire. Bavê Teyar hunereke xweş û civakî dikir. Hunermendekî welatparêz û şoreşger bû. Ez gelek kefyxweş bûm ku di sala 2006an de bi wî re çend lîstik lîstin. Şehadeta wî ez bi du şiklan digirim dest. Ez weke hunermend û şanogerekî kurd pir xemgîn bûm, pir ber ketim lê bi awayê din jî rê û rêçikeke hunermendiyê ku li ser heqîqet û şoreşgeriyê ji gelên cîhanê re bû mînak. Bi taybetî jî ji hunermendên kurd re. Ji ber wê yekê ez bi wî pir serbilind im û şanazim.”
‘Mirovekî hesas û di hunera xwe de cidî bû’
Abdullah Tarhan bi lêv kir ku Bavê Teyar mirovekî pir dilnizm û hestiyar bû û wiha berdewam kir: “Dema bi rê ve diçû li pêşiya xwe dinêrî ku pê li moriyekê jî neke. Mirovekî ewqas hesas û di hunera xwe de gelek cidî bû. Îradeyeke wî ya xurt hebû, digot ‘çi dibe bila bibe divê ez ji vê beşa hunerê re bibim bersiv’. Lêgerîneke wî ya pir xurt hebû. Ne digot ‘Derfet nînin ez nikarim xwe îfade bikim’ tu carî ev gazin nedikirin û bi paş ve gav nediavêt. Bavê Teyar nêzî 20-25 rojan li Êlihê ma. Saeteke me bêhev derbas nedibû, me nîqaş dikir ku em ê karibin çi bikin, berhemên bi çi rengî biafirînin, em ê çawa ji civakê re bibin bersiv. Hewldanên wî her tim bi vê rêbazê bûn. Hevalê Osman jî bi me re bû. Ew jî di sala 2013an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû. Ew jî di koma Bavê Teyar de bû. Em bi hev re derketin ser dikê û leyistin. Hevalê Osman jî ne kêmî Bavê Teyar bû pir dilxwaz û welatparêz bû. Pir dixwestin gelek tiştan bikin. Ne dixwestin yek saniye yek deqîqeya wan vala derbas bibe. Her tim hewldana hevalê Bavê Teyar û Osman bi vî şiklî bû.”
‘Fikrandina wî pir civakî bû’
Abdûllah Tarhan, axaftina xwe wiha domand: “Me gelekî nîqaş dikirin. Ez tu car ji bîr nakim, rojekê em li derekê rûniştibûn me got em ê çayekê vexwin. Li wî alî şekirê pir diavêjin çayê û çayê şirîn vedixwin. Bavê Teyar li hevalê Osman nêrî ku 5-6 heb şekir avêtin şûşa xwe. Got ‘Hevalê Osman em hunermend in binêre niha 20-30 kes li derdora me ne, em çi bikin wê ev civak me mînak bigire, te li wê derê 10 şekir diavêtin li vê derê daxîne yek, yek û nîvê.’ Fikrandina wî pir civakî bû, di wî warî de pir hesas bû. Em dimeşiyan çend dîmen dîtin, got ‘em dikarin li ser van çend projeyên xweş çêbikin’ Me projeyeke pir xweş ku em li çar aliyê Kurdistanê bilîzin me da pêşiya xwe ku em ketin nava amadekirina lîstikan. Lêgerîneke me ya wisa pir cidî hebû. Me projeya xwe amade kir. Li gorî erdnîgariya Başur, Bakur, Rojhilat û Rojava em ê çawa eş û elem û xem û pirsgirêkên civakî bi awayekî çandî bihûnin û em bikarin çawa pêşkeşî vê civakê bikin. Lê mixabin di wî alî de pirsgirêk derketin. Ji ber pasaport ji Bavê Teyar stendibûn êdî nekarî were vir, min jî nekarî biçim wir, qutbûnek çêbû. Lê bi rêya telefonê têkiliya me hebû û em bi hev re diaxivîn. Hem sohbet dikir hem pirsa projeyên hevdû dikir.”
‘Pir dixwest di Newrozeke Amedê de em bi hev re lîstikekê bilîzin’
Abdûllah Tarhan, da zanîn ku Bavê Teyar pir dixwest di Newrozeke Amedê de ew bi hev re lîstikekê bilîzin û wiha pê de çû: “Her tim dubare dikir. Digot ‘Heval Apo heke derfet hebin ji min re derdeke ku ez li Bakur di Newrozekê de em bi hev re pênc deqîqe be jî kurtelîstikekê bilîzin û pêşkeşî civakê bikin. Ji ber ku heke ez li Bakur di Newrozê de dernekevim weke ku min tiştek nekiribe dihesibînim. Her çiqas Bakur lîstikên min ji CDyan temaşekiribin jî beriya ku ez bimirim ez dixwazim lîstikan pêşkeşî gel bikim’ Peyama xwe ya dawî li ser Bendava Tişrînê ku beriya şehîd bikeve da. Wexta min şehadeta wî bihîst, ez matmayî mam. Weke ku dizanî dê tiştek bibe peyama xwe dabû. Pir bandor li min kir. Bawer bike qasî du saetan min nekarî rabim ser xwe, ez mat mam, her tiştê min ji dewrê derket çavê min hişê min mejiyê min ez di cihê xwe de qerimîm û mam. Min nexwest ku bawer bikim. Çend li ser malperên civakî hatibû parvekirin jî min digot ev jî spekulasyon in, demoralîzekirina kesên berxwedêr e. Lê mixabin min nûçe bihîst û zanî çû ser dilovaniya xwe. Bû hunermendê heqîqetê lêgerîna wî ya heqîqetê pêk hat, çawa dixwest çawa lêdigeriya giha wê astê. Xwezî ew ast bibe qismetê her hunermendekê/î.”
‘Heke lêgerîneke heqîqetê û pêşerojê tune be ev lêgerîneke vala ye’
Abdûllah Tarhan gotina Bavê Teyar “Qelenê welat ne erzan e” ku di skeceke xwe de tîne ziman bi bîr xist û wiha got: “Ev peyam bangawaziyeke bi giştî li hunermendên kurd bû, huner an jî hunermend ne bi tenê çend lîstikan, stranan, wêneyan, xêzikan e an jî çend amûran lê bidî. Divê lêgerîneke te ya heqîqetê hebe. Heke lêgerîneke te ya heqîqetê û pêşerojê tune be lêgerîneke vala ye. Lêgerîneke li gorî dilê pergalê ye. Divê teqez bedelek hebe. Heke ji te were xwestin divê tu pêşengê civakê bî. Bi her awayî di çalaki, berxwederî, huner û rabûn û rûniştina xwe de divê tu li pêşiya vê civakê bî. Divê tu bi awayekî erênî bibî pêşengî civakê, rê jê re vekî, hêviyekê, baweriyekê tu didî civakê. Me ji peyama Bavê Teyar lêgerîn û hunera heqîqetê me girt. Ji niha û pê ve divê sekin, peyam û pratîkên me çawa bin ji bo hunermendên kurd bangawaziyek bû. Ne tene mîrateyek di rûpelên dîrokê de mayînde bû. Tu hêz, quwet, êriş, hişmendî nikare vê baweriyê bişkîne. Me weke perspektîfekê ji xwe re girt. Me weke fermanekê girt ku divê hunermendekî/e kurd çawa bijî, divê sekna wî/ê çi be, divê çi bike di her aliyê jiyanê de em weke perspektîf û mîrateyekê weke bangawaziyekê girt ser xwe.”
‘Ya herî girîng ew e ku hunermend li kêleka civaka xwe be’
Abdûllah Tarhan bal kişand ser êrişên dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt gotin: “Çi derfetên êrişkaran hene bêsînor bikartînin. Dema mirov nîqaşekê, hunerê bike pîvana wê heye. Dema mirov neyartiyê jî dike pîvaneke wê heye. Heke mirov hinek exlaq, wijdan hebe divê mirov wan hîs bike û bide jiyîn. Bi hewayî, bi çeteyan êrişên hovane dikin. Bi çeteyên ku kes nizane ka ji ku derê ne êriş dikin. Yek efxan e, yek çeçen e, yek nizanim ji ku ye. Ji ber wê sedemê serkeftina wan tune ye. Ev civak ev gel ne gel û civaka berê ne. Vî gelî pêşengek, baweriyek û xweseriyek heye. Xwe tê de dît û jiyan kir. Kesek nikarê lehiya avê. Çi bikeve ber lehiyê ne mimkun e xelasiya wê tune ye. Çi dibe bila bibe ev gel berxwedêr e bi sekna xwe pratîka xwe bi leheng, qehreman û hunermendên xwe çi bikeve ser milê vê civakê bênîqaş, bêdudîlî bi cih tînin. Mirov van di pratîkê de jî dibine. Ya herî girîng ew e ku her hunermend li kêleka vê civakê be. Di xweşî û nexweşiyan de divê mirov vê civakê bi tene nehêle, têbikoşe, li kêleka wê berxwedana xwe hem hunerî hem jî di wî alî de pêş bêxe.”
Abdûllah Tarhan di dawiya axaftina xwe de Bavê Teyar, xebatkarê Navenda Çanda Mem û Zînê ya Cizîrê şanoger Mehmet Karana (Şervan) û Xebatkarê Çandê yê Rojava Osman Elî Asû ku di cotmeha 2013an de di encama êrişa El Nûsrayê de li bajarê Tirbêspiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û wiha got: “Her sê heval jî li Rojava şehîd ketin. Di şexsê wan her sê hevalan de hunermendên şoreşger bi bîr tînin. Em li ser şopa wan e li ser rêçik û hişmendiya wan e. Em jî wê soz û biryarê didin ku ala dane destê me heta dawiyê nedeynin erdê. Em herin jî bidin destên hin hevalên xwe ku bilidtir bikin. Em xwediyê vê soz, armanc û biryarê ne.”