Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê li gel Serokê Meclîsê û Serokê Komîsyonê Numan Kurtulmuş civiya.
Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê, di çarçoveya hevdîtin û serdanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş kir. Endamên Heyetê; Pervîn Buldan û Mithat Sancar piştî serdana partiyên siyasî û Wezîrê Dadê, li Meclîsê bi Serokê Meclîsê û Komîsyonê Numan Kurtulmuş re rûniştin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk tê.
Hat zanîn ku piştî hevdîtinê dê daxuyanî neyê dayîn.













