Saziyên Wanê li dijî îşkence û muameleya xirab a polîsan ku li dijî kesên binçavkirî pêk tînin, daxuyaniyek dan û gotin ku li dijî hemû êrişan jî ew dê bi serbilindî li qadan bin.
Saziyên demokartîk ên Wanê, têkildarî îşkenceya li hevserokê MEBYA-DERê yê Wanê Yûsûf Dundar û ev çend roj in li ser çalakvanên li dijî êrişên li ser Rojava derdikevin qadan, tê kirin, li ber Şekerbanka li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Zextên we serî li me nade tewandin” hatin berz kirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên sziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bû.
Di daxuyaniyê de ewilî serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz axivî û bal kişand ser muameleya xirab a polîsan a li dijî çalakvanan. Sînan Ozaraz anî ziman ku ew mafê xwe yên qanûnî pêk tînin û xwest binpêkirina mafên qanûnî yên ji aliyê polîsan ve bê bidawîkirin.
Piştre nevseroka MEBYA-DERê Hanim Kaya axivî û got ku ew îşkenceya li hevserokê wan hatiye kirin qebûl nakin. Hanim Kaya destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe yên li dijî êrişan berdewam bikin û bi serbilindî li qadan bin.














