Amed – Hevserokên MEBYA-DERa Amedê Mehmet Emîn Kiliç û Semra Akkoç ên hevdîtina bi Îmraliyê re nirxandin destnîşan kirin ku ji bo pêvajoyeke nû divê êdî mifteya deriyê Îmraliyê bê vekirin û gotin: “Heke em yekitiya xwe pêk bînin û li dora serok û rêxistin, partiyên xwe kom bibin wê destê wan xurttir be.”
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê kanûnê de çû Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê û li wir bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê kanûnê de fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de li ser 7 xalan rawestiya bû û got “Ez amade me ku gava erênî biavêjim û bangawaziya pêwîst bikim. Ji bo Tirkiye û herêmê dem dema aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê ye.”
Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û Kurdistanê bû rojev û nîqaş û nirxandinên peyamê berdewam dikin. Hevserokên Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê Mehmet Emîn Kiliç û Semra Akkoç hevdîtina li Îmraliyê nirxandin.
Mehmet Emîn Kiliç bal kişand ser pêvajoya nîqaşên çareseriyê ya di navbera salên 2013 û 2015an de û wiha got: “Her du pêvajo pir ji hev cuda ne. Dem, konjonktor û armancên wan cuda ne. Dema pêvajoyeke wiha dest pê dike tirsek dikeve di nava dilê gelê kurd de. Dibêjin ‘gelo em neyên xapandin, ev hîleyekê li me nekin.’ Ji ber ku di dîroka kurdan û tirkan de, tirkan di pêvajoyên wiha de gelek hîle kirine. Lê dema mirov bala xwe didê di xala ewilî ya hevdîtinê de birêz Ocalan dibêje ez amade me. Dema Bahçelî bang kir ku bila birêz Ocalan were bang li rêxistina xwe bike. Herkesê got weleh ev jî heta vir bû tiştek çênabe. Kesên dilxwaz û teng difikirin wiha gotin. Wexta birêz Ocalan dibêje ez amade me, mirov hindiki bifikire jî dibêje ‘ez amade me lê we hêj gav neavêtine, heta ku hûn gavan neavêjin ez tiştekî jî nakim.’ Tenê ew peyv mirov ji vê gumanê xelas dike. Birêz Ocalan ne Rêberekî wiha ye ku were xapandin. Gelê kurd pêşketî ye, rêxistinkirî ye û ji bo aştiyê bi her awayî hazir û amade ye.”
‘Neçarin vê pêvajoyê bimeşînin’
Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku di van nîqaşên tên kirin de desthilat ne ji dil e û wiha berdewam kir: “Li gorî xwe hin tişt avêtine holê dibêjin bila were û rêxistina xwe fesix bike. Lê tiştên hûn bikin gelek in. Nêzî 40-50 sal in ev şer û pevçûn çima çêdibin. Ma di yek carê de xelas dibe. Li vê derê niyeta desthilatê paqij xuya nake. Geşedanên îro çêdibin xuya dike ku pir ketine tengasiyê neçarin wê bikin. Em ji vê yekê bi hêvî ne. Neçarin vê pêvajoyê bimeşînin. Du tişt hene an em hemû dê têk biçin. An her du alî jî dê destên xwe bidin hevdû defterên berê bigirin, ên nû vekin. Zagonên bingehîn bin guherîna mejiyan be wê pêvajoyeke nû dest pê bike.”
‘Sedemê cudatiya di navbera dayikên kurd û tirkan de serok û rêveberên partiyan in’
Mehmet Emîn Kiliç, bi bîr xist ku tevgera azadiyê ya kurd ji destpêka şer heta niha gelek caran agirbest îlan kiriye û gotiye “Ez ji aştiyê re amade me.” Mehmet Emîn Kiliç xwest ku rayagiştî ya kurd û ya tirkan bide berhev û ev tişt gotin: “Min çima got niyeta desthilatê ne baş xuya dike. Ji ber ku dema mirov lê dinêre ji aliyê dewletê ve malbatên şehîdan hene, ji aliyê tevgera azadiyê ya kurd ve malbatên şehîdan hene. Cudatiyeke her du aliyan heye. Malbatên tirkan tu caran negotine ‘Ka bes e zarokên me hatin kuştin, bila yên kesên din neyên kuştin vî şerî xelas bikin. Tu caran ev tişt me ji wan nebihistî ye. Heta dibêjin ‘herin heyfa wan hilînin, herin wan biqedînin.’ Lê temamê dayikên kurdan ku sê-çar zarokên wan jî şehîd ketine dibêjin ‘bes e bi heyfê naçe serî’ Ji ber ku şer hezar salên din jî berdewam bike dê dawiya dawî li hev kirinek çêbibe. Dayik dibêjin ‘zarokên me jiyana xwe ji dest dan, em hêvî dikin ku bila tu zarokên din jiyana xwe ji dest nedin. Em aştiyê dixwazin.’ Sedemê vê cudatiya di navbera dayikên kurd û tirkan de jî serok û rêveberên partiyan in. Niha li wan partiyên tirkan ên keysperest binêrin. Ji bo ku sibê çend dengên nijadperestan bidestbixin. Dibêjin ‘Divê hesasiyeta malbatên şehîdan li ber çavan bê girtin.’ Bila malbatên şehîdan li van kesên ku bûne sedemê vî şerî ‘dozê’ vekin û gazinên xwe ji wan bikin. Bila destê xwe deynin ser wijdana xwe pêşiyê li rijandina xwînê bigirin.”
‘Divê em yekitiya xwe pêk bînin’
Mehmet Emîn Kiliç anî ziman ku divê her du alî bên gel hevdû û pêvajoyê bimeşînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi hêvî ne ku dê li hevkirinek çêbibe. Her çiqas niyeta desthilatê nebaş be jî neçar in werin ser başiyê. Heke em yekitiya xwe pêk bînin û li dora serok û rêxistin, partiyên xwe bibin kom wê destê wan xurttir be, wê li ser maseyê bêhtir bikaribin mafê vî gelî biparêzin û serbikevin. Daxwaza me yekitî, li hev kom bûn û berxwedan e.”
‘Dayik li pişt biryara birêz Abdullah Ocalan in’
Hevseroka din a MEBYA-DERê Semra Akkoç jî destnîşan kir ku divê ewilî mifteya deriyê Îmraliyê bê vekirin û wiha got: “Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan were berdan û bê Meclisê. Hemû şert û mercên xwe bibêje. Encax bi wî çareser bibe. Weke Hevseroka MEBYA-DERê û dayika du şehîdan birêz Abdullah Ocalan bibêje çi em dayik li pişt biryara wî ne. Dayik tev yek in. Em bang li dayikên tirkan jî dikin. Bila nebêjin ‘em heyfa vê bigirin’. Çi bedel hatibin dayîn, hatine dayîn. Ji destpêkê ve çi bûye bûye. Bila êdî ev xwîn bisekine. Ji vî şerî re bes e. Bila deriyê hemû zindanan jî vebe û êdî cenaze neyên malên me.”
Semra Akkoç di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Dema birêz Abdullah Ocalan hate Meclisê dê pê re aştiyek û azadî jî çêbibe. Em naxwazin êdî zarokên me bimirin. Bes e.”