Berdevka YJK-E û endama TJK-E’yê Kezban Dogan ku beşdarî mîtînga mezin a Strasbûrgê bû çavdêriyên xwe parve kirin. Kezban Dogan anî ziman ku îsal li gel hewaya pir sar jî dil germ, çav bi hêvî bû û got: “Li Strasbûrê her qad Rêber Apo bû. Îsal li şûna şînê hêvî û bawerî zêde bû.”
Di 21ê çile de 26 kesan, 26 rojan, li 26 bajaran ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan “Meşa Dirêj dan destpêkirin û di 15ê Sibatê roja 26emîn salvegera komploya navneteweyî li Strasbûrgê bi beşdariya deh hezaran kesan mîtînga mezin li dar xistin. Bi deh hezaran kurd û dostên kurdan li ruxmê hewaya sar û astengiyên hêzên dewletê dîsa xwe gîhandin qada Mîtîngê. Bi deh hezaran kurd û Kurdistanî di 15ê Sibatê de beşdarî meşa bajarê Strasbourgê ya bi armanca protestokirina komploya 15ê Sibatê û qîrkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat lidarxistin bûn. Gelek parlamenterên ewropî yên çepgir û sosyalîst jî beşdarî mîtîngê bûn û piştgiriya xwe ya azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan anîn ziman. Di mîtîngê de gelê kurd, nûnerên kurd û dostên kurdan girêdana xwe ya bi peyam û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anîn ziman.
Kurd 26 salin li qadan in
Berdevka YJK-E û endama TJK-E’yê Kezban Dogan ku beşdarî mîtînga mezin a Strasbûrgê bû çavdêriyên xwe parve kirin. Kezan Dogan ewil bibîr xist ku 26 sal berê 15ê Sibata 1999an Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî li bajarê Naîrobî yê Kenyayê dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê kirin û wiha got: “26 sal in gelê kurd li her qadê bi taybetî li dervê welat û li Strasbûrgê ku navenda gelek saziyên di komployê de cih girtine hene, çalakiyan li dar dixin. Lê piştî pandemiyê (Korona) çalakiyên 15ê sibatê yên li Strasbûrgê hatin rawestandin. Ji ber xedexeyên pandemiyê çalakî hatin rawestandin. Piştî pandemiyê her kesî li qada xwe çalakî pêk dianîn. Welatên wekî Almanya, îswîcre, Belçîka Holanda, Îskandinavya û welatên din ên Ewropayî çalakî li qadên xwe pêk dianîn. Bi heman armancê li qadên xwe çalakî li dar dixistin. Di 17ê sibata 2024an de li Bajarê Kolnê çalakiya herî mezin û girseyî hat lidarxistin.”
Kezban Dogan da zanîn ku gelê kurd di çalakiya Kolnê de vîna xwe ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re anîn ziman û wiha axivî: “Gelê kurd di mîtînga mazin a Kolnê de destnîşan kir ku Rêber Apo vîna wan e. Ev çalakî û peyam ji aliyê her kesî ve baş hat dîtin.”
‘Peyama Rêber Apo hêvî û bawerî da gelan’
Kezban Dogan bal kişand ser çalakiya duh (15ê Sibatê” û ev agahî parve kir: “Ev çalakiya îsal jî piştî hevdîtina 28ê kanûna 2024an ku şandeya DEM Partiyê bi Rêber Apo re pêk anî, gihaşt asteke cuda. Di çile de peyamên Rêber Apo yên ji bo çareseriyê bi raya giştî re hatin parvekirin. Vê peyama Rêber Apo hêvî û baweriyek gelek mezin da gelan. Çalakiya îsal a li Strasbûrgê bi minasebeta 26 salên dîlgirtinê pêk hat. 26 kesan, li 26 bajaran û 26 rojan çalakî li dar xistin.”
‘Nêzîkatiya Alman nêzîkatiya Hîtler bû’
Kezban Dogan bal kişand ser meşa dirêj û nêzîkatiya dewletên Alman û Fransayê û wiha berdewam kir: “Di 9ê sibatê de jî ciwanên kurd û enternasyonalîst ji Almanyayê meşiyan Strasbûrgê. Her wiha ji welatê Swîsreyê jî gelê kurd di pêşengiya tevgera jinan de meşiyan Strasbûrgê. Beriya 15ê Sibatê nêzîkatiya welatê Almanya, Firansa û Swîsreyê li dijî meşa dirêj, pir cuda bû. Di vê pêvajoya ku gelê kurd tenê qala aştî azadî û demokrasiyê dike û tenê dibêje “Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye, em ji Kurdistanê re statüye dixwazin” de, li dijî ciwanan tundiyek pir hişk hebû. Faşîzma Hîtler û faşîzma salên 1990î ya li dijî kurdan, di meşê de li dijî ciwanan xwe dubare kir. Ev nêzîkatiya hêzên dewletê xizmeta çareseriyê nake. Dijberî vê yekê provoke kirin e. Ciwanên di meşê de diyar kirin ku ji bo rê li pêşiya pêvajoyê negirin heta ji destê wan hat neketin lîstika provokasyonan. Lê dawiya dawî êrîşî ciwanan kirin û ciwanan mecbûr xwe parastin.”
‘Her der Rêber Apo bû’
Kezban Dogan bal kişand ser hewaya meş û mîtîngê û wiha lê zêde kir: “Ji saet 06ê sibeha 15ê Sibatê ve gelê kurd herikîna bajarê Strasbûrgê ya qada mîtîngê ku nêzîkî Komeleya Çanda Gelê Kurd e. Ev herikîn û meşa ber bi qadê ve hêjayî dîtinê bû. Di çalakiyên 26 salên hema bêje ez beşdarî hemû çalakiyan bûm. Di çalakiyên berê de di çavê hemû çalakgeran de mirov şîn, hêrs didît. Lê îsal di çavê gelê me tevan û bi taybetî di çavên jin û ciwanan de hêvî bawerî, vîn û girêdan didît. Meş û mîtînga îsal hêjayî dîtinê bû. Vê carê ne çavên bi hêrs, çavên bi hêvî hebûn. Saet di 12.00ê ewropayê de girse gihişt hev û meşê dest pê kir. Bi deh hezaran kesan di meşê de cih girtin. Dirûşmeyên bi zimanê fransî û kurdî “Bijî Serok Apo” “Bê Serok Jiyan nabe” berz kirin. Hemû navend, hemû al Rêber Apo bû. Di çavan de ew dîmen hebû. Piştî em gihiştin qada mîtîngê bi rêzgirtinê û axaftina vekirinê ya Hevserokên KCDK-Eyê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever dest pê kir. Nirxandina 26 salên komploya navdewletî kirin. Dîsa guhertina îsal û hêvîdayîna rojên xweş anîn ziman. Peyama KCKê hatin xwendin. Di peyaman de gotin Abdullah Ocalan gotin Nelson Mandela yê kurdan e. Tê zanîn ku li qada Strasbûrgê 13 salin Nobeta ji bo azadiya Rêber Apo heye. Çalakî li çariyana navbera CPT, Konseya Ewropa, Parlamentoya Ewropa û DMMEyê de tê lidarxistin. Siyasetmedarên Ewropayê ev çalakî destnîşan kirin û diyar kirin ku gelê kurd pir bi Serokê xwe ve girêdayî ye. Gelê kurd bi salan e ji bo azadiya fizîkî ya serokê xwe bi israr e. ji bo vê yekê têkoşînek bêhempa daye. Dîsa diyar kirin ku felsefeya Rêber Apo ji bo rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê re bûye hêvî û mînak. Ji bo dewleta tirk girêdayî pêgavayê bavêje bang li Tirkiyeyê kirin.
Peyama Werişe Mûradî ku ji îranê şand hemû beşdar hestiyar kir. Peyama Îdrîs Balûken ku endamekî şandeya cih girt hebû.”
‘Dil germ û çav bi hêvî bûn’
Kezban Dogan bal kişand ser hevî, bawerî û kelecana ku li qada mîtîngê derket pêş û wiha çavdêriyên xwe parve kir: “Peyam û dîmena îsal hevî hebû. Hêviya aştî, demokrasî û azadiyê hebû. Ev hersê nirxên bingehîn ên mirovahiyê di azadiya fizîkî ya Rêber Apo de dîtin. Hewa sar bû, lê dil germ çav bi hevî bûn. Rewşa hewayê pir sar bû. Di bin sifirê re 2 pîle bû. Lê dema dil germ be û hêvî hebe, her tişt ji bo te germ û bihar e. Di vê sermayê de bi saetan meşiyan. Gelê me gelekî pir fedekar. Gelê me di vê meşa ku di şertên sar de nîşanî me da ku çiqas bi rêberê xwe ve girêdayî ne. Nîşan da ku çiqas bi hevî ne. Heviya gel zêde ye. Lê ji pratîkên dewletê yên berê dîsa gumanên wan jî heye. Hat gotin ku dê peyama Rêber Apo bigêje 15ê Sibatê, lê şandeya DEM Partiyê piştre got peyam nagêje 15ê Sibatê. Li qadê li ruxmê vê yekê dîsa heviya ‘belkî’ peyam bê xwendin hebû. Heviya ‘Belkî em di ekrana mezin de rêberê xwe bibînin’ hebû. Vê hêviya ku peyam bê xwendin û dîmenê Rêber Apo derkeve heta kêliya dawî berdewam kir.”
‘Êdî hilgirtina barê giran dora me ye’
Kezban Dogan bal kişand ser peyam û axaftinên li qadê hatin kirin û ev nirxandin kir: “Di hemû axaftinan de hat gotin ku ev pêvajo ji bo azadiya Rêber Apo gelek girîng e. Hat gotin ku heta ji destê me bê em ê vî barî hilgirin ser xwe. Em vî barî nedin ser pişta Rêber Apo ye. Gotin di 26 balan de barê ku cîhanê nikaribû hilgire Rêber Apo hilgirt. Gotin êdî dora me ye. Gotin divê em vî barî hilgirin û barê Rêber Apo sivik bikin. Dîsa peyamên piştgiriya Berxwedana Rojava, Tişrînê, gerîla hebû. Gel di mîtîngê de destnîşan kir ku ev rojên gihiştine, bi berxwedana Rêber Apo ya 26 salên di bin tecrîdê de, bi berxwedana girtiyên zindanan, bi berxwedana şervanên azadiyê û bi berxwedana gel a çar parçeyên Kurdistanê hatiye vê rojê. Gel xwest êdî her kes kedek mezin bide û beşdarî pêvajoyê bibe.”
Dema mesele dibe kurd hemû sînor tên girtin
Kezban Dogan herî dawî bal kişand ser nêzîkatiya hêzên dewletê yên Fransayê û wiha got: “Hêzên polîsan vê carê kesên bi pasaport jî asteng kirin. Nêzîkatiyek pir dijminantî hebû. Di rewşên asayî de li welatên ewropa sînor tune. Lê dema mesele dibe kurd û doza kurd nêzîkatî li ewropa jî tê guhertin. Dema mesele dibe çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo êdî li sînoran kontrol tên destpêkirin. Kesên ku pasaporta wan heye û hemû deriyên sînoran li wan vekirî ne jî hatin astengkirin. Gelek ji wan derbasî bajarê Strasbûrgê nekirin.”