• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Sevîktek û Oran hatin bibîranîn

    Sevîktek û Oran hatin bibîranîn

    Xwest ku navên Kurdî yên cih û deveran paşde bên dayîn

    Xwest ku navên Kurdî yên cih û deveran paşde bên dayîn

    Girtiyê nexweş Zekî Bûlût dest bi greva birçîbûnê kir

    Girtiyê nexweş Zekî Bûlût dest bi greva birçîbûnê kir

    Ocalan: Divê êdî ne êş û mirin, divê aştî û azadî biaxive

    Ocalan: Divê êdî ne êş û mirin, divê aştî û azadî biaxive

    Yildiz: Divê polîtîkaya tunehesibandina Kurdan ji holê bê rakirin

    Yildiz: Divê polîtîkaya tunehesibandina Kurdan ji holê bê rakirin

    Li Bodrumê êrişa nijadperest li alîgirên Amedsporê hate kirin

    Li Bodrumê êrişa nijadperest li alîgirên Amedsporê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Heyeta Îmraliyê: Aştî bi hiqûqê dikare were mayîndekirin

23 KANÛN 2025 - 12:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê Yılmaz Tunç re diyar kir ku aştî bi hiqûq û adaletê dikare were mayîndekirin û ji bo wê jî peywîreke mezin dikeve ser milê Wezîrê Dadê.

Endamên Heyeta Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê, di çarçoveya serdanên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdanên xwe didomînin. Endamên Heyetê di çarçoveya van hevdîtinan de li avahiya Wezareta Dadê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re rûniştin û hevdîtin pêk anîn.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Hevdîtin seatek û nîvê dewam kir. Piştî hevdîtinê Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Heyetê heya ber derî oxir kir û tev li daxuyaniyê nebû.

Piştî hevdîtinê endamên Heyetê li ber deriyê Wezareta Dadê daxuyanî da çapemeniyê.

‘Aştî tenê bi hiqûq û edaletê dikare mayînde bibe’

Mîthat Sancar ewilî axivî û anî ziman ku wan hevdîtineke berfireh kirine û wiha got: “Me hem li ser xebatên wan agahî girtin û hem jî pêşniyarên xwe gotin. Em li ser pirsgirêka hiqûq û edaletê ku di rojevê de ye rawestiyan. Li ser pêvajoyê jî li ser serarestkirina hiqûqê nêrînên xwe parve kir. Aştî tenê bi hiqûq û edaletê dikare bê mayîndekirin. Ji bo vê jî peywîreke mezin dikeve ser milê Wezîrê Dadê. Wî jî ev tişt got. Di ferqê de ye. Li ser gelek xalan xebat tên kirin. Paketa 11emîn jî di nav de me ji bo zemîna hiqûqê bê xurtkirin gelek mijar nîqaş kir. Her wiha ji bo pêvajoyê çêkirin ango guherîna qanûnan jî mijara me bû. Em ji birêz Wezîrê Dadê hîn bûn ku xebatên wan jî hene û pêşniyarên xwe jî kir. Armanca me ew e ku em aştiyê bi hiqûqê mayînde bikin. Di vê çarçoveyê de hevdîtin dê bidomin. Serkeftina vê pêvajoyê bi xebateke bi hev re pêkan e.”

‘Me ji Wezîr re qala binpêkirinên mafên girtiyan kir’

Pervîn Buldan jî diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên girtiyan anîne ziman û wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfaza girtiyan jî mijara me bû. Gelek girtiyên nexweş hene û ji ber biryarên Lîjneya Çavderiyê û Îdareyê ya Girtîgehan nayên berdan. Li ser vê yekê me fikir û pêşniyarên xwe kirin. Em ê jî bişopînin. Ji bo serkêftina pêvajoyê ev yek girîng e.”

Etîket: Faîk Ozgur ErolHeyeta ÎmraliyêMîthat SancarPervîn BuldanWezîrê Dadê Yilmaz Tunç
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Heyeta Îmraliyê: Dê rapora Komîsyonê meha Çile amade be

Heyeta Îmraliyê: Dê rapora Komîsyonê meha Çile amade be

23 KANÛN 2025
Heyeta Îmraliyê li gel Numan Kurtulmuş civiya

Heyeta Îmraliyê li gel Numan Kurtulmuş civiya

23 KANÛN 2025
Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Dadê re civiya

Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Dadê re civiya

23 KANÛN 2025
Ozel: Li Sûriyeyê û Tirkiyeyê mafên hemû netewan bên nasîn   Buldan: Divê hemû kes vî barî hilde ser milê xwe

Ozel: Li Sûriyeyê û Tirkiyeyê mafên hemû netewan bên nasîn
Buldan: Divê hemû kes vî barî hilde ser milê xwe

22 KANÛN 2025
Heyeta Îmraliyê li gel Ozgur Ozel civiya

Heyeta Îmraliyê li gel Ozgur Ozel civiya

22 KANÛN 2025
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û TÎPê dest pê kir

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û TÎPê dest pê kir

20 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (463)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne