Amed – Hiqûqzan têkildarî “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û diyar kirin ku ji bo ku Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe û bi rehetî tevbigere divê “mafê hêviyê” tavilê were bicihanîn.
Demek dirêj e parêzer ango hiqûqzan li ser “mafê hevîyê” yê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixebitin. Ev xebat bêtir bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) pêk tê. Her wiha gelek baroyên bajarên bakurê Kurdistanê jî piştgiriyê didin hewldanên ji bo bicihanîna “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan.
Bi pêşengiya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Weqfa Lêkolînên Civakê û Hiqûqê (TOHAV) dê di rojên pêş de ji bo “mafê hêviyê” daxuyaniyek bidin û bang li rayedaran bikin ku mafê hêviyê were bicihanîn.
Her çiqas Abdullah Ocalan banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” di 27ê Sibatê de kiribe jî lê tevî ewqas dem derbas bûye ji bo “mafê hêviyê” tu gav ji aliyê Wezareta Dadê û Parlamentoyê ve nehatiye avêtin.
Hiqûqzanan li gelek deverên dinyayê daxuyanî dabûn ku “mafê hêviyê” bikeve meriyetê da ku Abdullah Ocalan bi rola xwe rabe û pêvajoyê di nav şertên azad de bi rê ve bibe.
Hiqûqzan ji Ajansa Welat re axivîn û daxwaz kirin ku demildest “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan were bicihanîn.
Akîpa: Tecrîd berdewam dike
Ji parêzerên Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa têkildarî rewşa miwekîlê xwe Abdullah Ocalan axivî û bi bîr xist ku ew hem li Tirkiyeyê hem jî li Rojhilata Navîn di demeke dîrokî û watedar de derbas dibin. Suzan Akîpa diyar kir ku banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê di demeke wisa de hat ku miwekîla wan Abdullah Ocalan ev 26 sal zêdetir e di bin tecrîdê de ye. Suzan Akîpa bi berdewamî wiha axivî: “Berî pêvajoya Îmraliyê jî ji xwe sekna birêz Ocalan, banga wî, xebatên wî, perspektîf û peyamên wî her tim ev banga 27ê Sibatê temam dikir. Mirov dikare vê bangê wekî lûtkeya fikir û ramanên birêz Ocalan jî pênase bike. Li hêla din dema em mêze dikin tecrîdeke giran li ser birêz Ocalan tê meşandin. Ev polîtîkaya tecrîdê ne tenê ya Tirkiyeyê ye, ya hêzên navneteweyî ye jî.”
‘Divê mafê hêviyê were bicihanîn’
Suzan Akîpa diyar kir ku di sala 2014an de Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) biryar da û got gere “mafê hêviyê” ji bo Abdulah Ocalan bê bicihanîn û wiha axivî: “Lê ji wê rojê heya îro dewletê tu gav neavêt. Tirkiye tenê hiqûqa xwe îcra bike ji xwe ev mafê bê pêkanîn. Ji ber vê Hukumeta Tirkiyeyê heke di çerçoveya hiqûqê de tevbigerin ev mafê were bicihanîn. Ji xwe şert û mercê yekem ew e ku birêz Ocalan bikaribe deng û fikrên xwe bigihîne civakê, bi civakê re were gel hev ku ev banga aştiyê, banga civaka demokratîk bê cih. Ji ber vê jî pêwist e hemû saziyên sivîl, saziyên mafê mirovan dengê xwe bilind bikin ku ev maf were pêkanîn.”
Eren: Divê zemîna qanûnî were avakirin
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren jî destnîşan kir ku banga “birêz Ocalan” pêvajoyeke nû dest pê kir û got: “Êdî civakê jî ev pêvajo pejirand. Hevdîtina ku vê dawiyê bi Serokkamar re pêk hat di nav gel de baş hat pêşwazîkirin. Serokkamar heta niha di derheq pêvajoyê de pir tişt negotibû, lê dema ku ev hevdîtin pêk hat êdî her kes jî dibêje xuyaye ku desthilatdarî di nav vê pêvajoyê de heye.”
Nahît Eren da zanîn ku di kongreya OHDê de hiqûqzanan jî anî ziman; dema ku pêvajoyeke bi vî awayî bê destpêkirin berî her tiştî gere rê û rêbaza wê di aliyê hiqûqî de derkeve holê. Nahît Eren bi lêv kir ku kesên dixwazin di vê pêvajoyê de rol bigrin ser milê xwe divê ji bo wan di Meclisê de qanûn bên derxistin, komîsyon bên avakirin.
‘Divê biryara DMMEyê were bicihanîn’
Nahît Eren bi bîr xist ku Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî “mafê hêviyê” anîbû ziman û derheqê vê meselê de jixwe di aliyê qanûnî de jî pirsgirêk tune ye û wiha got: “Jixwe Tirkiye di nav pergala Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) de ye, biryara ku DMMEyê daye pêk bîne jixwe mafê hêviyê dikeve meriyetê. Gere şert û merc li gorÎ pêvajoyê bên avakirin. Gere biryara DMMEyê jî bînin cih. Jixwe hewceyî nîqaş û serlêdanên ji bo ‘mafê hêviyê’ nake, divê were bicihanîn.”
‘Divê Abdullah Ocalan bi rehetî dikaribe biaxive’
Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik jî diyar kir ku beriya her tiştî ev pêvajoya ku dest pê kiriye ji bo jiyana wan a siyasî, çandî û hiqûqî gaveke pir girîng e û wiha axivî: “Ji ber ku ev 50 sal in şer heye û ev şer li ser hemû jiyana me bandor dike. Lê îro êdî asta ku em gihaştinê êdî çareseriyên din dixwaze. Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve lazim e her du alî jî hinekî hawldan bikin. Aliyekî got em amade ne ku dev ji çekan berdin. Aliyê dewletê jî gere hin gavan biavêje ku em bikaribin bêjin em hevîdar in. Li gor fikra min divê cezayên li hemberî îfadekirina ramanê bên rakirin. Di vê pêvajoyê de helbet Abdullah Ocalan jî aktorekî mezin e. Ji bo ku ev pêvajo bigihîje serkeftinê lazim e Abdullah Ocalan jî bikaribe bi rehetî biaxive û bi rola xwe rabe.”