Hizbullaha Iraqê ji bo piştgiriya Îranê bike seferberiya giştî îlan kir û got ku Israil û hêzên tarî, ji bo rejîma Îranê wêran bikin kom bûne.
Serokê Giştî yê Hêzên Hizbullaha Iraqê Ebu Hisên Hemîdawî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji bo piştgiriya Îranê amadekariyên şereke nû dikin. Ebu Hisên Hemîdawî bang li hemû endamên xwe kir ku ji bo piştgiriya rejîma Îranê, li seranserê cîhanê xwe ji bo seferberiya giştî amade bikin. Ebu Hisên Hemidawî diyar kir ku Israîl û hêzên tarî, ji bo rejîma Îranê wêran bikin li heremê komî ser hev bûne.
Ebu Hisên Hemîdawî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku dê şerê dijî rejîma Îranê ne hêsan be.












