Wer xuya dike ku dê di demên pêş de eniya berxwedana gel bi hevgirtina Kurd, Elewî, Durzî û her wekî din mezin bibe. Ji ber sîstema nenavendî tekane riya çareseriya aloziya Sûriyêye.
Çend roj berê dengekî ku bi xirabî behsa Hezretî Muhemed dike, li ser medya dijîtal hate weşandin. Hate îdakirin ku ev deng ji aliyê ciwanekî Sûryayî yê Dirzî ve hatiye belavkirin. Alîgirên HTŞê ku niha li ser desthilada Şamê ne û di bin çavdêriya hêzên navdewletî de ne, li gundewarên Şamê li dijî her tiştekî girêdayî Dirziyan êrîşan pêk anîn. Ev li Zanîngehên Laziqiyê û Şamê li dijî xwendekarên dirzî zêde bû.
Piştî wê alîgirên HTŞê êriş li dijî bajarê Ceremana, bajarokên Sehnaya û Eşrefiya Sehnaya ên gundewarê Şamê pêk anîn. Ev herêm niştecihên wan bi piranî durzî ne.
Durziyan bersiv da û di encamê de şerekî dijwar rû da. Ji herdu aliyan zêdetirî dehan mirov hatin kuştin. Şerê herî giran rojên destpêkê li Ceremana û Sehnaya rû dan. Şer heta amadekirina vê nivîsê jî hîn bi hemû hêza xwe li Eşrefiya Sehnaya dewam dike. Ji parêzgeha Siwêda ya Başûrê Sûriyê ku welatiyên Durzî xwe lê rêxistin kirine û meclîsa xwe ya leşkerî ava kirine, hêz derket Ceremana û Eşrefiya Sehnaya û dest bi berevaniyê kir.
Heger Durziyan xwe di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Siwêdayê de birêxistin nekiribûya, wê çarenûsa wan wekî ya elewiyan bûya. Wê dîroka 6ê Adarê ku tevî meha Remezanê destpê kiribû, li gorî ola îslamê ev meheke pîroze û nabe zulim, kuştin, talan û destdirêjî pêk were, çekdarên girêdayî HTŞê û komên di bin sîwana wê de êrişî Perava Sûriyê kirin. Bi deh hezaran kes kuştin. Jin revanin, mal talan kirin û gelek cih şewitandin. Heta niha jî hejmareke fermî ya windahiyan derneketiye. Rê nayê dayîn ragihandin berê xwe bide wê der.
Li aliyê din em mêze bikin, dema di roja 26ê Nîsanê de kurdên Rojava Konfransa Yekrêzî û Yekhlwestiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê lidarxistin, desthilata HTŞê jî di nav de hema bêje hemû aliyên bi ser wan ve di ragihandina xwe û li ser medya dijîtal de êrişî konfransê kirin. Pênasekirin ku parçebûna ji Sûriyê ye. Bi rastî nêzîkatiya wan û gefên wan ên li djî Kurdan bi heman zihniyeta rêjîma Baas pêk tê. Tevî peymana di navbera Fermandarê QSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Desthilata Şamê Ehmed El-Şeri de hatiye îmzekirin, HTŞê piştî çend rojan bêyî gelekî li destûra rêjîma Baas biguherin, danazana destûrê danîn. Nabêjin wan bi vê gavê peymana 10 Adarê ya bi QSDê re binpê kirine. Îda dikin ku HSDê bi lidarxistina konferansa 26ê Nîsanê peyman binpê kiriye.
Di peymanê de rawerstanana şer li tevahî Sûriyayê heye, lê HTŞê nikare şer rawerstîne, vegera Koçberan, ew nikare bi çeteyên dewleta Tirk ên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku rê bide vegera koçberan. Ji ber wê jî heta niha bi sedhezaran xelkên wan herêman hîn li koçberiyê ne. Aloziya Bendava Tişrîn hîn jî dewam dike. Welhasil her komkujiyek dibe dibêjin bi awayekî kesayetî pêk hatiye. Lê di vir de ez ji wê yekê piştrasim, heger hêza wan têrê kiribûya, wê çarenûsa Kurdan û Durziyan jî wekî ya elewiyan bûya.
Çima ez vê dibêjim, ji ber di bin sîwana HTŞê de nêzî 20 komên çekdar hene. Her komek bi awayekî serbixwe tevdigere, fermana Wezareta Derve ya Ehmed El-Şeri li ser wan tune ye. Li kêleka wan jî komên yekser girêdayî dewleta Tirk wekî Sultan Murad, Ehrar El-Şerqiyê û her wekî din hene. Ew jî bi tu awayî fermana Wezareta Parastinê ya HTŞê qebûl nakin. Ji ber wê jî HTŞê heta niha nikare aramiyê li ser xaka Sûriyayê pêk bîne. Li kêleka wan çeteyên biyanî yên di bin fermana îstîxbarata Tirkiyê de hene. Ew in ên desthilata Ehmed El-Şera ji komên din diparêzin û nahêlin komên din li dijî wan rabin.
Ev kom tenê di êrişên li ser Elewiyan, Durziyan û gefên li ser Kurdan dighêjin hev. Diruşmeyên wan jî bi zihniyeta rêjîma berê ya Baas pêk tê, dixwazin sîstemeke navendî mafê tu aliyan tê de tune be. Her kes bi fermana û di bin darê wan de tevbigere. Xêra welat jî di xizmeta wan û rêveberê wan ê mezin dewleta Tirk de be. Gelê Sûriyayê piştî 14 sal şer, wêranî wê bi tu awayî siyasetên HTŞê yên înkar tu tunekirinê qebûl nekin. Serhildana Durziyan gaveke din a raperîna gel e. Wer xuya dike ku di demên pêş de eniya berxwedana gel bi hevgirtina Kurd, Elewî, Durzî û her wekî din mezin bibe, ji ber sîstema nenavendî tekane riya çareseriya aloziya Sûriyêye. Niha di nava civaka Sûriyayê de jî hatiye zanîn ku dewleta Tirk û piştgiriya wê ji komên çekdar re, sersebeba têkbirina riya çareserî û aramiyê ye. Eniya gelê Sûriyê ya Demokratîk wê bi hevgirtina Kurd, Erebên demokrat, Durzî, Elewî û her wekî din derbeyê li pergala desthiladariya heyî bixîne.