Hunermend Diyar Dêrsim, li ser hunerê û berhema “Senfoniya Welat” ku muzîka wê amade kiriye axivî û anî ziman ku ev berhema wî banga Yekîtiya Neteweyî dike û wiha got: “Hunermend wijdanê civakê ne. 36 sal in dixwazim bibim hunermendê vî gelî û rastiya gel bi hunerê bînim ziman.”
Tev-Çand Ewropayê bi navê “Welat” straneke senfonîk ku gelek hunermendên Kurd di nav de cih digrin amade kir. Gotinên stranê siyasetmedarê girtî Selahattin Demirtaş nivîsîne, muzîka wê Diyar Dersimî amade kiriye. Stran bi awayê senfonîk hatiye amadekirin ku hunermendê navdar Grzech Piotrowski ew bi rê ve biriye. Hunermend Nasir Rezazî, Diyar Dersim, Hozan Comert, Şehrîbana Kurdî, Dengbêj Kazo, Deniz Deman, Narîn Feqe, Kîjan Xeyat, Elind bi dengê xwe di nav xebatê de cih girtine. Bi pêşegtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) û Enstîtûya Kurdî di 6ê Kanûnê de li bajarê Brûkselê di galayeke bi coş de hate nîşan dan.
Em li ser “Senfoniya Welat”, hunermendî û xebatên wî bi Hunermend Diyar Dêrsim re axivîn.
Xebatên te yî hunerê-muzîkê kînga û çawa dest pê kir?
Ev meseleyek dûr û dirêje. Ev gotinek ku tim tê gotin. Dema ji hunermendan dipirse, herkes dibêje me bi zaroktiya xwe destpê kiriye”. Ez wisa difikirim, ku dibê wisa be jî. Mirovek dibê ku ji zaroktî ve ji tiştekî hez bike û wî karî bike. Ez wisa bawer dikim, ku mirov hunermend tê cîhanê. Dûvre tu bixwaze jî tu nikare bibe hunermend. Yanî dibê ku di hevîra mirovan de hebe. Sedema ku ez wisa dibêjim jî, ji ber ku min di jiyana xwe de jî wisa dîtiye û jiyan kiriye. Dema ez diçûm dibistana seratayî û dibistana navîn de, di dersan de, di şahiyan de, li derveyî dersan, ez bi hunerê re eleqedar dibûm. Ew lêgerîna mina ku ez ji xwere enstrûmanekî peyda bikim. Dema min mûzîk/stran guhdarî dikir, bi min re kelecanek çêdikir. Dema min ew stran îcar digot, bi herkesî ev kelecan çê dibû. Di dibistanê de mamoste bi herkesî stran dida gotin, lê dema min stran digot him mamoste û him hevalên min di bin bandora stran û dengê min de diman. Dema ku tu distrê û mirov ji dengê te hezbike, ev ji bo te jî dibe motîvasyona herî mezin.
Carînan di hinek stranan de, ji dengê xwe heznakim, lê dema stranekê heqê wê didimê û xweşik dibêjim, wê demê ji dengê xwe jî hezdikim. Lê dema ez zarok bûm, min pir ji dengê xwe hezdikir. Min kîjan stran digot, xweşiya min diçû (li vir dikene…). Mirov carna stranek dixwîne bi xwe bi xwe ji wî hestî, ji wê stranê bi bandor dibe, bi kelecan dibe. Ev jî ez bawerim qabilyeteke. Ev jî tiştekî cûda ye. Qabilyet dibê bi mirovan re hebe ji bo ku bibe hunermend.
Kîjan dengbêj, hozan, hunermend bandor li te kir?
Bi taybet dema min li stranek Eyşe Şan an stranek Abdullah Papûr an stranek Muhlis Akarsu guhdar dikir, gelek bandor li ser min dikir û min dixwest wek wan bêjim. Carna min didît ku ez jî dikarim bi enerjî û kelecanek mezin wek wan bêjim û kêfa min jî ji vê rastiyê re dihat.
Dûvre jî lêgerînek min hebû, ku ez li enstrûmenakê bixim. Min pir hewes kir ku ez tembûrekê lêxim. Ji ber derfetên kêm min di destpêkê de bi xwe bi xwe tembûra xwe çêkir, dûvre dema ez xebitîm kar kir, pere qezenç kir û ji xwere tembûrek kirî jî. Lê berî ku tembûrek min çê bibe, min dizanîbû li tembûrê bixim. Ewqas min ji muzîkê, ji hunerê û ji stranan hezdikir. Bi tembûra xwe ya ku min bi amatorî çê kiribû jî, min dikarîbû dengêkî muzîkê derxînim. Ev jî îradeyek pêwîste ji bo wê, xwestekek, lêgerînek bê dawî pêwîste ji bo wê. Dema li gund ez diçûm ber pez, herdem tembûra min li pişta min bû û hevalê min bû. Gelek çîrokên wisa di jiyana min de heye ku dikarim bînim ziman. Lê naxwazim zêde dirêj bikim.
Bi kurtasî dema niha li paşerojê dinerim, dibînim ku ew lêgerînek, xwestekek û xewnek hiştiye ku ez werim vî cihê niha. Min ti carî dev ji wê xwesteka xwe berneda, ji wê daxwaza xwe, ji wê lêgerîna xwe.
Min di jiyana xwe de her tim ji muzikê hez kir, hîna zarok bûm hez dikir, dema bûm ciwan jî min hez kir û niha jî hin bêtir hez dikim. Hezkirina mirovan a ji bo muzîka min jî hişt ku ez karê xwe berdewam bikim û ez bi muzikê ve girêyî bimînim.
Dema tu zaroktiya xwe tîne bîra xwe, stranek heye ku wê demê tîne bîra te?
Stranek zêdetir, dema ez li stranên klassîk guhdar dikim. Ew sewt, ew deng, ew melodî dibihîzim, ji xwe ve ez diçim zaroktiya xwe. Hemû stranên Eyşe Şan min dibe zarokatiya min. Dema guhdar dikim dayika min tê bîra min. Abdullah Papûr jî her wiha zaroktiya min li ber genim, paletiyê tîne bîra min. Min li gelek kesên din jî guhdar dikir, lê herî zêde van kesan bandor li ser min dikir.
Navbera te û dengbêjiyê çawa ye?
Gelek baş e. Ez dengbêjan jî gelek guhdar dikim. Gelek stranên dengbêjî hezdikim. Ne hemûyan, hema hinek dengbêj hene ku ne mimkune mirov jê hezneke. Kî dikare bêje mirov li Şakiro guhdar bike û di bin bandorê de namîne? Kî dikare bêje mirov li Karapêtê Xaço guhdar bike û di bin bandorê de nemîne? Meyrem Xan, Hesen Zîrek û gelekên din. Van mirovan dema tu guhdar dike, hestek din, hestek gelek cûda ye. Ez bi kêfxweşî guhdar dikim. Bi xwe jî min çend caran dengbêjî di albûmên xwe de gotiye. Di wî alî de tu bêje ez gelek zîrekim û heqê wê didim, nikarim. Lê hema dengbêjî bingeha muzîka me ye. Stûna muzîka resen e. Ew û mûzîkên folklorîk bingeha mûzîka me nin. Ez bi xwe mirovekî folklorîkim, dengê min jî wisa ye. Stranên folklorîk hîn baştir dibêjim. Ji ber ku wisa mezin bûm, min gelek caran di dawetan de, di şahiyan de stran digot. Ji ber ku li herema me stranên folklorîk û gelerî jî gelek zêdebûn, ev bûye perçeyek min jî, perçeyek rûhê min jî.
Herema me jêre dibêjim Serheda Jêrîn. Li Serheda Jorîn hîna bi zaroktî dest bi stranên dengbêjiyê dikin, li herema me zêdetir stranên folklorîk li pêşe. Herwiha folklore û govendên herema me jî gelek dewlemende û bi nav û denge.
Te herî zêde stran ji bo kê an çi gotiye?
Min herî zêde stran ji bo dayikan gotiye. Navbera min û dayikan gelek base. Ez diçim ku dayik gelek ji min hezdikin. Ez jî pir ji dayikan hezdikim. Min gelek stran ji bo dayikan gotiye. Lê stranên evînî jî min gotiye. Min hin caran evîn li gora xwe şîrove kiriye û kiriye stran. Bi dehan mirov tên cem min û bahsa banora stranên min li ser evînên wan dike. Min gelek stran ji bo Şehîdan gotiye. Belkî me kêm jî ji bo Şehîdan çêkiribe. Lê herî zêde min stranên şoreşgerî çêkiriye. Dema tu vana tîne gel hev, repertûwarek mezin derdikeve holê. Ji bo wê jî guhdarvanên min ji her beşê civakê heye.
Dema em bahsa Diyar Dêrsim bikin, em nikarin behsa Koma Berxwedan nekin. Ji bo te Koma Berxwedan tê çi wate yê?
Koma Berxwedan wek hunerî ji bo min dibistanek bû. Ji bo şoreşa me jî Koma Berxwedan cîhekî mezin û rolekî pir girîng girtiye li gora dem xwe. Niha me xebatên Koma Berxwedan rawestandiye, lê di salên 82, 83 de dest bi xebatên xwe kir, ez di salên 88 de tevlê bûm, heya sala 2000 jî Koma Berxwedan rolekî şoreşgerî, bandorek gelek mezin li ser Gelê Kurd kir. Him di aliyê çand û hunerê de, him jî aliyê şoreşgerî ve, dikarim bêjim, mohra xwe li wê demê xist. Koma Berxwedan Şehîd Sefqanan, Şehîd Mizgînan ava kiribû. Koma Berxwedan bi sekna xwe, bi hunera xwe û bi stranên xwe bû stûnekî mezin yê şoreşê. Rastî jî bandorek mezin çêdikir, her albûmek Koma Berxwedan derdiket, wek ku şoreşek çê bibe. Kelecanek pir mezin derdixist holê. Bi hezaran keç û xort bi stranên Koma Berxwedan berê xwe dan şoreşê. Yanî wek min got, ji bo min Koma Berxwedan dibistanek bû ku di heman demê de jî gelek hozan û hunermend derxist holê. Bi Koma Berxwedan me jî xwest mil bidin vê şoreşê. Ji bo wê jî Koma Berxwedan di dîrokê de cîhekî xwe yî taybet, cîhekî xwe yî girîng heye.
Raste me niha xebatên wê daye seknandin, lê hemû endamên Koma Berxwedan niha bi serê xwe jî mûzîkê çê dikin û xebatên xwe berdewam dikin û em hîna jî li gel hevin.
Gelo tu dikare bahsa projeya xwe bi navê Welat bike?
Em ji gotinan destpê bikin. Wek ku tê zanîn ez û birêz Demîrtaş me heya niha gelek xebat bi hev re çêkiriye. Dema li derve bû, me gelek stranên hilbijartinê, stranên cûda me bi hevre derxist. Wek ku hemû gel dizane, birêz Demîrtaş ji hunerê, ji mûzîkê pir hezdike ji bo wê û ji ber hevaltiya me, me gelek xebat bi hevre pêk anîn. Dîsa gotinên vê stranên wê jî min re rê kir û bahs kir, ku dixwaze ji bo “Yekîtiya Netewî” bangekê bike bi stranekê. Hinek pêşniyarî jî kiribû, ku dixwaze ji her çar perçeyan hunermend bîne gel hev. Ez jî gelek li ser vê pêşniyarê fikirîm û min xwest stranek cûda çê bikim. Min xwest vê carê em senfoniyek mezin çê bikin. Ji berê de tim di serê min de fikrek wisa hebû. Dema min helbesta birêz Demîrtaş dît, min dest bi amadekariyan kir. Min ji hinek heval û dostên xwe re bahsa vê projê kir, ji ber ku him ji aliyê tevlêbûn û him jî ji aliyê aborî ewê projeyek gelek mezin ba. Wan jî piştgirî dan min. Min fahm kir, ku ewê bibe projeyek gelek mezin. Lê ez mirovekî bi înadim û me wisa dest bi xebatan kir. Bi aranjorê xwe Yasar Basözdes em gelekî li ser mûzîka wê rawestiyan û me mûzîk amade kir. Dûvre ez çûm Polonya – Varşova. Hinek têkilî hebû, li ser wan me şefê Senfoniya wê derê Grzech Piotrowski nas kir. Me li wir gelek xebatan meşand, dûvre em hatin me li stûdyo ya Köln ê dest bi qeydan kir.
Me gav bi gav – tam 9 mehan xebatên vê projeyê meşandin. Nêzî 80 mûzîsyenên polonî, nêzî 60 mûzîsyenên kurd, 8 solîstên bi nav û deng. Solîstên me jî ev bûn: Nasir Rezazî, Diyar Dêrsim, Hozan Comert, Şehrîbana Kurdî, Dengbêj Kazo, Deniz Deman, Narîn Feqe, Kijan Xeyat û Elind bûn. Me klîba wê li Varşova tomar kir.
Ev proje çawa derket holê û armanca we çi bû?
Niha ev xebat naveroka wê ji xwe diyar e. Birêz Selahattîn Demîrtaş banga yekîtiya netewî dike. Li ser bajar û erdnîgariya Kurdan dixwest peyamê bide ji bo yekîtiya kurdan. Me jî xwest bi senfoniyek mezin bin vê xwestekê dagrin, bibin dengê vê bangê. Di senfoniyê de jî me xwest enstrûman û awazê Kurdî derxîne pêş. Yanî dema kurdek lê guhdarî bike, ewê jê hezbike, ji ber ku gelekî enstrûmanên kurdî têde heye. Me rîtmên kurdî, taybetmendiyên mûzîka kurdî hewl dan ku têxin vê senfoniyê. Bi taybet jî bi dengên resên yên hunera kurdî, me xwest tiştek cûda derxînin holê. Bi rastî jî pir zahmet bû, barekî gelekî giran bû, rîskek mezin me girt ser xwe. Di dema stûdyo de, di dema tomarkirinê de, di dema klîp kişandinê, dema aranjê de…yanî projeyek pir mezin bû. Bi derfetên xwe yî kêm, bi alîkariya dost û hevalên xwe me ev pêk anî.
Bi giştî jî ez dikarim bêjim ku ev proje serkeftî bû. Hin tişt ne li gora dilê min bû, lê dîsa jî ez wek projeyek serkeftî dibînim, ji ber ku heya niha ji aliyê gel ve hatiye pejirandin. Dema me klîp weşandin û heya roja îro, hemû rewşenbîran, hunermendan, guhdarvanan, herkesî, kî li min geriyan – hestek netewî bi wan re çêkirine. Herkesî gotin ev serbilindahiya me yî netewî ye û em pê kêfxweş bûn. Ev jî ji bo min serbilindiyek mezin e. Ji bo min şexsî bû tecrûbeyek gelek mezin ku mirov dikare Mûzîka Kurdî bike gerdûnî jî, dema em hinekî derkevin derveyî sînorê xwe.
Lê mixabin beşek hozan û hunermendan heye, bi nave modernîzmê û hemdemiyê gelek tiştan jî xirab dike. Yanî tu bîne mûzîkek kurdî bi bass-gîtar an jî bi gîtarek bi rîtmek latînî tu were çêkê û bêje min mûzîkek modern çêkiriye, ev şaşe. Tu tiştên xwe difroşe wan û li cem wan jî zêde wisa heye. Ji bo wê jî carnan hers dibim bi mûzîkên wisa re. Pêwîstî pê heye ku mirov bi mûzîka kurdî ya resen re, bêyî ku cewherê wê biguherîne, bêyî ku ruh û rîtmên wê bikuje, mirov dikare bi sentezekî modern bêje û bi herkesî jî bide guhdarî kirin û ewê hemû cîhan jî wisa lê guhdarî jî bike û jê hez jî bike. Keda me ya 9 mehan bi rastî jî ji aliyê mirovan ve paş hate pejirandin, rexnêyên erênî gelek hatin.
Mirov çawa dikare bibe Hunermendê vî gelî?
Ez tam 36 sal im dixwazim bibim hunermendê vî gelî. Min gelek heval dîtin. Gelek hevalên ku em bi hevre xebitîn û dûvre çûn çiya şehîd ketin. Hinek hevalan milên xwe da, hinek hevalan çavên xwe da, hinek hevalan emrê xwe da, hinek hevalan canê xwe da. Em her roj dibînin ku gelê di roja îro de jî, bi sedan, bi hezaran di zindanan denin, li her alî zext û zoriyên gelek mezin li ser gelê me heye. Ez wek hunermend ezê çawa çavên xwe ji van re bigrim?
Ez tim dibêjim ku fermandarên me ew keç û xortên ku ji bo rûmeta me di wan tunelan de şer dikin e. Fermandarên me yî jiyanê ew bi xwe nin. Ez vêya wek slogan jî nabêjim, ji ber ku j dilê pê bawerim û wisa jiyan jî dikim, dibêjim.
Dîsa ez bêjim, dibê hunermend bi wijdan be. Tu wijdan ji hunermend derxîne, tiştek li holê namîne. Ji bo wê jî ez nikarim ji bîr bikim ku niha roja îro li çiyayên kurdan bi dehan, bi sedan xort û keç, ji bo ku em bi rûmet bijîn, ji bo ku em di nava cîhanê de bibin xwedî maf, her roj şer dikin. Dibe ku em gelek navên wan jî nizanibin, emê nizanibin jî. Ew kesan canê xwe didin ji bo me, ji bo vî gelî. Dibê ku em jî van tiştan bibîne, bifikirin û lê xwedî derkevin. Ku ne wisa be, tu ne dibe mirov, tu ne jî dibe hunermend. Huner ne karê tirsonek û nezane ye. Kesên nezan û tirsonek nikarin hunerê çê bikin. Dikarin belkî stranek xweş bêje û bibin meymûn li ser civakên sosyal lê nikare bibe hunermendê gelê xwe, hunermendê şoreşê. Ji ber ku em ji vê civakê tên. Dema em çavên xwe li ber êş û elemên vê civakê bigre, wê demê em ne ji vê civakê nin! Dema hunermend bi hunera xwe, bi mûzîka xwe, êş, elem, azar, xewn û xeyalên civaka xwe, gelê xwe bîne ziman, dema hêzekê bide vî gelî wê demê dikare bêje ez hunermendê gelê xwe me, ez hunermendekî şoreşgerim. Lê em dibînin ku gelek hozan û hunermend derdikevin, ji ber berjewendiyên aborî çavên xwe ji qirkirin û zilma li ser Kurdan re digre. Ez ji wan re dibêjim: Dema ev şoreş tuneba, ewqas bedel tuneba, ewqas şehîd tuneba, te dikarîbû li ser sahneyek wisa stran bigota? Tu çima li Kurd û Kurdistanê nafikire?
Ev hemû meseleya wijdan e. Tişta ku min li jor bahs kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: Hunermend wijdanê civakê ye.
Hunermendek ji bo Yekîtiya Netewî dikare çi bike? Ji ber ku dizanim di paşerojê de jî xebatên te ji bo Yekîtiya Netewî çêbûn. Ji bo ku şer çê nebe, tu çû Başûr jî. Ev yekîtî çima niha ji bo Rojava yê Kurdistanê jî gelekî girînge?
Niha hunermend ji herkesî zêdetir dikare xwe bigihîne gel. Bi gel re biaxive, ji her alî de…bi stranên xwe, bi gotinên xwe, bi sekna xwe. Dikare li ser konseran, li ser medya dijîtal, di nûçeyan de, di televîzyonan de, di sînemayan de. Di hemû xebatên xwe de dikare xwe bigihîne gel. Niha li Rojava tiştek derketiye holê. Xeterî jî gelekî mezine, derfet jî gelekî mezin e. Hema em dibînin ku Yekîtiya Kurdan tuneye. Dijmin bi hinek aliyan ve dilîze an jî xeta îxanetê bi wan dilîze. Dibê ku em werin cem hev, tiştekî hevbeş çê bikin, da ku em biçin Şam ê, mafên xwe biparêzin bi yek dengî. Hema nayên cem hev. Lewma hunermend jî dibê hesabên bi çûk nekin û tişta dikeve ser milên wan ji bo yekîtiya netewî pêk bîne. Ez çûm Başûr, min xebat li wir meşand ji bo yekîtiya netewî. Belkî ji herkesî zêdetir guhdarvanên min li Başûr henin. Lê dema ez li Başûr bûm, min eşkere vîdyo kişand û got bê kî îxanetê dike. Hunermend gerek ji faşîzme re bêje faşîzm, ji reş re bêje reş, ji spî re bêje spî û ji îxanetê re bêje îxanet. Gerek tiştên grover nebêjin û netirse. Temam raste, em ne siyasetmedarin, em dixwazin hunerê bikin, ez dixwazim bê guman hertim li ser hunerê biaxivim, lê belê em nikarin çavên xwe ji rastiyan re jî bigrin. Em mejbûr wek hunermend alî û partiyan rexne bikin, hişyar bikin. Ev jî mafên meyî rewa ye. Yaw em dixwazin hun yekîtiya xwe çê bikin. Ma ji bo çi ewqas stran em çê dikin? Em ji bo ku azadî, mafên xwe, pirsgrêkên me were çareserkirin, yekîtiya me çê bibe, em ewqas stran çê dikin. Pirsgrêka herî mezin niha li nav Kurdan yekîtiya netewî ye. Kî li pêşiya vê ya keleme? Kî kelem be, ezê wan rexne bikim û min rexne jî kiriye. Ku PKK kelem be ezê bêjim, PDK kelem be ezê bêjim, YNK kelem be ezê bêjim. Ez hunermendê vî gelî me. Dibe ku ez ji partiyekê hezbikim. Nêrîna mina cîhanî ye. Ev tiştekî di dilê min deye û gelekî normale.
Ya ne normal ewe ku hinek kesên hunermend dikevin bin baskê hinek partiyan û ji ber mal û milk nikaribin banga yekîtiyê jî bikin. Ev nayê qebulkirin. Gerek bi wêrekî tevbigere hunermend. Kî şaş be ji bo yekîtiya netewî bila bêjin û kî îxanetê jî dikin, bila vekirî û eşkere bêjin. Hunermend rewşenbîrin, hunermend pêşengin ji bo ku Yekîtiya Kurdan çê bibe.
Min gelek caran pirsiye û hîna jî dipirsim. Çima ewê dewleta tirk li ser çiyayên Kurdistanê xwe bi cîh bike. Çiyayan û xwezayê talan bike û PDK jî alîkariya wan bike? Ez hertim dibêjim Pêşmerge ne Pêşmergeyên PDK’ê nin – ew Pêşmergeyên Kurdistan ê nin. Gerek xwe wisa bibînin. Çawa şervanên serê çiya û Rojava, şervanên hemû Kurdistanê ne, gerek pêşmerge jî wisa bin. Pêşmerge gelek bedelên mezin dane, ez bahsa çeteyên wek Zerevan û Roj nakim. Ez bahsa pêşmergeyên ku ev 60-70 sal in xwîn rijandin e û gelek ked dane dikim. Lê mixabin xetek li Başûr heye, ew jî xeta xiyanetê ye, hevkariya dijmin dike. Dibêjin, “bila Kurd ji vir derkevin, ev der milkê bavê min e’. Hunermend gerek van tiştan qebûl nekin. Hunermend gerek sekna wan zelal be li her deveran. Ji bo wê jî dîsa dibêjim: Huner ne karê tirsonek û nezana ne. Gerek hunermend bi wijdan be, wêrek be û zana be.
Mînak min ev projeya bi navê Welat bir gel Hesen Şerîf û Şivan Perwer jî. Min teklîf li wan kir ji bo ku tev li vê xebatê bibin, lê ji ber hin sedeman tev li nebûn. Dibe ku tirsiya bin jî. Ez fahm nakim hunermendek çawa û çima dikare ji muzîkê, ji stranekê bitirse. Ez li vir jî rexna xwe dubare dikim û amade me vêya bi wan re jî nîqaş bikim.
Tu dikare bahsa xebatên xwe yî niha/nû bike? Gelo tu amadekariya ti klîp anjî albûman anjî konseran dikî yan na ji bo sala pêşiya me?
Ev Senfoniya Welat bi rastî jî pir dem û enerjiya min xwar. Di ser de di van mehên borî de gelek bername û konserên Vejînê hebûn, ez dîsa jî vala nebûm. Hîna jî hinek bername û konser heya serê salê henin. Piştî sersalê ezê dest bi amadekariya 1-2 stranan bikim. Herwiha min ji zûde projeyek gelek mezin pîlan kiribû. Ez dixwazim di sala pêşiya me de li ser wê rawestim. Ku ez dest bi wê bikim, ewê wextekî di navbera 6 heya 12 mehan wext bigre. Lê dema wê hat, ezê guhdarvanan û gelê me agahdar bikim.
Di dawiyê de tiştek ku tu dixwaze bi xwendevanên me re parve bike heye?
Dema derfet hebe di dawiyê de ez karibim peyamek xwe parve bikim, ez vê demê gelekî bi qîmet, pir bi wate dibînim. Ji ber ku dibe peyamên me tim bi hev re hebin. Ez tim di vir de wê demê ji bo azadiya gelê me, ji bo pirsgrêkên gelê me bi kar tînim. Şoreş karekî kelecanê ye, karekî pîroz e. Ne tenê hunermend, divê her kes xwe endamê vê şoreşê bibîne, kes xwe bi çûk nebîne. Kî dibe, bila bibe, bila xwendevan be, ciwan be, hunermend be, nivîskar be, rewşenbîr be, kî dibe bila bibe, dibê kes rola xwe bi çûk nebîne û tevlî vê şoreşê bibe. Me qezenç kiriye. Tenê bila bi awayekî objektîv li pişt xwe binerin, em kî bûn, li kû bûn û îro em kî ne û gihîştine ku, ne tenê di cîhanê de jî, herwiha li Rojhilata Navîn jî. Girînge herkes vêya bibîne. Tenê bila di nava şoreşa me de, li şoreşa jinê binerin. Jinên Kurdistanê ji ku hatin ku. Îro ji bo cîhanê hemû bûne îlhamekî mezin. Çepgirên cîhanê, wijdanê cîhanê, civakê sosyalîst, herkes ji wê meşa jinên kurd, meşa wan ya azadiyê sûd wergirtin, îlhamekî mezin jê digrin. Me qezenç kiriye. Aliyekî qedeha avê tije ye, yê vala jî emê ji sedî sed tijî bikin. Em îro bûne îradeyek pir xurt û mezin. Em ji her demê zêdetir nêzîkî azadiya xwe nin. Bila kes vêya ji bîra neke û moralê xwe jî xirab neke!
Diyar Dêrsim kiye?
Diyar Dêrsim hunermendekî kurd ê ku di 1ê kanûna pêşîn a 1966 an de li gundê Hêwedana bi ser navçeya Mêzgira ya bajarê Dêrsim ê ve hatiye dinyayê. Hozan Diyar endamekî Koma Berxwedan bû û bi Koma Berxwedan re bi dehan album çapkiriye. Herwiha bi tena serê xwe jî heya niha 12 albûm û gelek “single” çapkiriye. Diyar Dêrsim heya roja îro li gelek welat û herêman û parzemînan Konser pêk aniye û bi stîla xwe ya folklorîk cîh di dilê Gelê Kurd de girtiye. Hozan Diyar Dêrsim herwiha bi sekna xwe ya şoreşgerî û welatparêzî jî tê nasîn.