• Nûçeyên Herî Dawî
Hunermend û şoreşgerekî bi biryar: Elî Temel

Hunermend û şoreşgerekî bi biryar: Elî Temel

9 TÎRMEH 2025 - 09:23
Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

9 TÎRMEH 2025 - 23:21
Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

9 TÎRMEH 2025 - 22:42
Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

9 TÎRMEH 2025 - 22:28
Di civîna gel de kêfxweşiya dîtina dîmenê Ocalan derket pêş

Di civîna gel de kêfxweşiya dîtina dîmenê Ocalan derket pêş

9 TÎRMEH 2025 - 20:46
Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

9 TÎRMEH 2025 - 20:02
Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

9 TÎRMEH 2025 - 19:35
Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da

Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da

9 TÎRMEH 2025 - 18:35
Erdogan: Ma do agahîyanê pozîtîfan bigîrê

Erdogan: Em ê di rojên pêş de derbasî qonaxek nû bibin

9 TÎRMEH 2025 - 16:17
Remzî Kartal: Konsepta dewletê ya înkarê encam negirt

Remzî Kartal: Konsepta dewletê ya înkarê encam negirt

9 TÎRMEH 2025 - 16:06
Ayşegul Dogan: Em ê li wir kêliya dîrokî ya merasîmê bişopînin

Ayşegul Dogan: Em ê li wir kêliya dîrokî ya merasîmê bişopînin

9 TÎRMEH 2025 - 14:39
‘Rêberê Gelê Kurd hemû hincetên destê dewletê pûç kir’

‘Rêberê Gelê Kurd hemû hincetên destê dewletê pûç kir’

9 TÎRMEH 2025 - 14:04
Heyetek ji Bakur û Tirkiyeyê ji bo merasîmê diçe başûrê Kurdistanê

Heyetek ji Bakur û Tirkiyeyê ji bo merasîmê diçe başûrê Kurdistanê

9 TÎRMEH 2025 - 13:17
Amediyan peyama Ocalan nirxand: Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye

Amediyan peyama Ocalan nirxand: Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye

9 TÎRMEH 2025 - 13:11
Tirkiyeyê Grokê asteng kir!

Tirkiyeyê Grokê asteng kir!

9 TÎRMEH 2025 - 11:29
Civîna heyeta Rojava û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dest pê kir

Civîna heyeta Rojava û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dest pê kir

9 TÎRMEH 2025 - 10:52
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

    Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

    Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

    Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

    Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

    Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

    Di civîna gel de kêfxweşiya dîtina dîmenê Ocalan derket pêş

    Di civîna gel de kêfxweşiya dîtina dîmenê Ocalan derket pêş

    Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

    Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

    Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

    Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

    Dengbêjan rengeke cuda dan mîhrîcana Tetwanê

    Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

    Di civînên gel de dîmenê Rêberê Gelê Kurd hat temaşekirin

    Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

    Li Şirnex û navçeyên wê civînên gel didomin

    Di civîna gel de kêfxweşiya dîtina dîmenê Ocalan derket pêş

    Di civîna gel de kêfxweşiya dîtina dîmenê Ocalan derket pêş

    Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

    Naveroka civîna li Şamê pêk hat aşkera bû

    Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

    Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hunermend û şoreşgerekî bi biryar: Elî Temel

Onder Akbulut - Lezgîn Akcenîz / AW

9 TÎRMEH 2025 - 09:23
Kategorî: ÇAND
A A
Amed – Salvegera şehadeta hunermend Elî Temel e. Birayê wî Faysal Temel diyar kir ku Elî di zarokatiya xwe de jî kesekî civakîbû û got: “Di zarokatiya xwe de jî cil û bergên Kurdî li xwe dikir. Bi hevalên xwe re têkiliya wî pir xurt bû, dilnizm bû.”

Elî Temel di sala 1960î de li gundê Girêsor ê bi ser navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayik dibe. Di temenê xwe yê piçûk de dest bi naskirina rastiya gelê Kurd dike. Du kadroyên pêşeng ên PKKê Hayrî Durmuş û Ferhat Kurtay nas dike û ji wan bandor dibe û dibe şoreşger. Elî Temel di meha çile ya 1980ê de tê binçavkirin û 120 rojan di îşkenceyeke giran de dimîne. 4 mehan li Mêrdînê di girtîgehê de dimîne pişt re wî dişînin girtîgeha Amedê.

Elî Temel li gel şoreşgeriya xwe bi hunera xwe jî di dîroka gelê xwe de dibe însanekî bijare. Bi stranên xwe yên wek; Xûşka Zozan, Deşta Bismilê, Rozerin, Bûka Kurda, Keçika Dersimê, Şitla Azadî û hwd. di gelê Kurd de hest û fikrên şoreşê, têkoşînê û berxwedanê bi pêş dixe. Heta roja îro jî di dilê bi miyonan de dijî dê bijî jî.

Di salvegera şehadeta hunermend û şoreşger Elî Temel de kesên ku wî nas dikin, bi wî re xebitîne di derheqê jiyana wî de ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Elî kesekî pir dilnizim bû’

Birayê Elî Temel, Faysal Temel diyar kir ku Elî di zarokatiya xwe de jî kesekî civakî bû û got: “Di zarokatiya xwe de jî cil û bergên Kurdî li xwe dikir. Pir xweş dama dileyîst. Bi mezinê malbatê Apê min re digeriya. Têkiliya wî bi derdor re, gundan re, eşîrên din re, navçeyên nêz re pir hebûn. Bi hevalên xwe re têkiliya wî pir xurt bû, dilnizm bû.” Faysal Temel da zanîn ku Elî Temel li Dêrik û Koserê di dema lîseyê de polîtîk dibe û wiha pê de çû: “ Di sala 1977an de Mazlûm Doğan tê Dêrikê ji bo xebatan, wê demê Elî jî Mazlûm Doğan dinase û êdî bêtir polîtîk dibe, tev xebatan dibe.”

Bandora dengbêjan

Faysal Temel diyar kir ku di warê çand û hunerê de bandora melayê gund li ser Elî çêbûye û wiha berdewam kir: “Melayê gund Apê Mele Şêxmûs perwerdeya xwe ya ilmî li Rojava di medreseyê de li ba mala Xeznewî dîtibû. Bingeheke wî ya welatparêziyê hebû. Îhtimaleke mezin têkiliya wî bi helbestvan Cegerxwîn re jî hebû. Gotinên wî, çîrokên wî li ser Elî bandor dikir. Dîsa têkliliya wî bi dengbêjên herêmê re hebû, dema dengbêj dihatin li gund distiriyan Elî her tim tev dîwanên wan dibû, bi wan re sohbet dikir.”

Elî Temel jî wek gelek Kurdên xwedî şeref û bi rûmet rastî îşkence û hovitiya ku dewlet di salên 1980î de ji gele Kurd re rewa dibine tê. Lê ew jî li hember vê zilm û hovitiya ku di dîroka mirovahiyê de pir kêm mînakên wê hene serî natewîne, berovajî vê bi vîneke ji pola di berxwedana rîmet û mirovahiyê de cihê xwe digire.

‘Ji ber îşkenceyê me ew nasnekir’

Faysal Temel behsa girtin û îşkenceya ku hatiye serê Elî Temel jî kir û got: “Elî di sal 1981ê de hate girtin. Diya min, kalkê min û birayê min Weysî jî pê re hatibûn binçavkirin. Elî nêzî 70 rojan li Tugaya Mêrdînê tê girtin. Îşkence lê dikin ji bo ku bibe îtirafkar, lê Elî vêya qebûl nake. Pişt re Elî anîn girtîgeha Mêrdînê. Em çûn ziyareta wî, mirov heta nêz ve li rûyê wî nehnêriya mirov nas nedikir ji ber îşkenceyê. 3ê mah şûn de ew birin Girtîgeha Amedê.”

‘Şoreşgerekî bi biryar bû’

Faysal Temel derheqê jiyana Elî Temel a piştî girtîgehê de jî ev yek anîn ziman: “Elî di sala 1990î de, di meha Hezîranê de li Amasyayê li girtîgehê derket. Pişt re biryar da ku derbasî Rojava bibe. Gelek hevalên wî, malbat pir pê re mijûlbûn ji bo ku nece. Him tenduristiya wî nebaşbû, him jî karen siyasî û çandî dikir. Ji ber wê jî hevalên wî nedixwestin biçe, lê wî qebûl nekir û çû tevî partiye bû. Diçe saha Serokatî, demekî li wir dimîne. Hevalan agahî şand û gotin Elî dixwaze derbasî bakûr bibe, em dikin nakin nikarin wî îkna bikin, werin belkî hûn bikaribin îkna bikin. Derbasî Kobanê bibû. Diya min jî çû Kamişloyê, agahî jê re şandibû û ew jî hatibû hev dîtibûn. Lê diya min jî nikarê wî îkna bike. Dibê min biryar daye ez ê derbasaî Bakûr bibim. Pîştî pîrozbahiyeke ji bo 15ê Tebaxê, Rêber Apo jî gazî dike, dibêjê; “Tuyê cihê Yılmaz Guney bigirî, tu him dinivîsî, distrêyî, Şanoyê re mîjûl dibî, biçe Ewropayê xebatên çandê bike.” Lê Elî ji bo çûyîna Bakûr israr dike. Pişt re derbasî herêma Mêrdînê dibe. Elî 18 mehan li Mêrdînê ma, di 9ê Tîrmeha an de li 1994 Şemraxê navçeya Mêrdînê di operasyonekê de şehîd dikeve. Me cenazeye wî nedît wê demê. Di sala 2014yan de me bihîst ku li derdora wê şikefta ku Elî û hevalên xwe lê şehîd ketine hestî derdikevin. Me serî li dozgeriyê da û çû hestî komkirin. Bi testa DNAyê diyar bû ku hestiyên Elî ne. Piştî wê şeş mehan cenaze dane me, me cenaze li Qoserê veşart.”

Yek ji hevalê Elî Temel jî Mehmet Şîrîn Tunç e. Şîrîn Tunç li ser banga Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan a di sala 1999an de, di nav Koma Aştiyê ya yekemîn ji nav PKKê hatibû. Mehmet Şîrîn Tûnç di salên 1980yî de, bi gelek pêşengên PKKê re li girtîgeha Amedê ya ku bi îşkenceyê di dinyayê de navdar e mabû. Mehmet Şîrîn Tunç qala jiyan û kesayeta Elî Temel kir.

Hucreya 33yan

Mehmet Şîrîn Tûnç diyar kir ku wî Elî Temel li Zindana Amedê naskiriye û got: “Ji bo ku mirov rastiya heval Elî Temel baş fêm bike gere mirov rastiya Zindana Amedê baş fêm bike. Elî Temel piştî Darbeya Lêşkerî ya 12ê Îlonê li Zindana Amedê di hucreya 33yan de bi hevalê Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner re dima. Hucreya 33yan di dîroka Kurd û Kurdistanê de xwedî cihekî taybet e. Van her çar hevalan ji bo ku rewşa gele Kurd, rastiya gele Kurd bi cihanê bidin fêmkirin di 18yê Gulana 1982yan de canê xwe dane ber agir. Şehadeta van her çar hevalan bandoreke mezin li ser heval Elî jî kiribû. Ji bilî berxwedanê tiştekî din nedifikirî. Ew berxwedana pir di kûr de hîsdikir, her tim difikirî zêdetir dikare çi bike. Li ser van hevalan helbesteke bi navê Amed nivîsandibû. Heval Elî bi çanda Kurd re pir eleqedar bû, her tim li ser çandê lêhûrbûn dikir. Kesayetekî şoreşger bû, welatparêzekî xurt bû. Tu car ji bo şexsiyeta xwe nedifikirî, her tim ji bo gelê Kurd û gelên bindest difikirî. Însanekî afirîner bû, qîma wî bi tiştên heyî nedihat. Her tim dixwest tiştên nû pêşbixe.”

‘Çavkaniya morale bû’

Mehmet Şîrîn Tûnç derbarê jiyana Elî Temel de jî axivî û wiha pê de çû: “Hevalê Elî tiştên ferdî, nêzikatiyên ferdî qebûl nedikir, her tim jiyan komunal esas digirt. Di wê wehşeta li Zindana Amedê de jî dev ji jiyana komunal bernadin. Hevalê Elî her tim bi moral bû, bi kelecan bû, bi staranan, bi parvekirinên xwe, bi sohbetên xwe moral dida derdorê xwe jî. Pêwîs e em vî rihê wî di nav xwe de bidin jiyîn, encax bi vî awayî em dikarin ji wan re bibin bersiv.”

‘Him helbesvan him jî xetîb bû’

Celal Ekîn ku bi Elî Temel re di xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Koma Çiya de cih girtibû diyarkir ku wî Elî Temel di sala 1988an de di girtîgehê de nas kiriye û got: “Sohbeta Elî Temel wek helbestekî bû, pir moral û motivasyon dida mirov. Elî Temel di heman deme de xetîbekî xurtbû. Xitabeta wî li ser mirov pir bandor dikir. Em di salên 1990î de li Stenbolê tevî bernameyeke ji bo piştgiriya pêşmergeyan bibûn, di wê bernameyê de helbesta xwe ya “Amed” xwend, milet pir lê bandor bû. Elî hevalekî pir afirîner bû, her tim bi moral bû. Hêza wî ya îknayê pir xurt bû. Elî Temel ku li cihekî şer biqewimiya, hevalan jiyan xwe ji dest bida, li ser wan diponijî, yan stranek digot yan jî helbestek dinivîsand. Mînak strana ‘Deşta Bismilê’ yek ji van e.”

‘Huner ji rastiya jiyanê tê’

Celal Ekîn da zanîn ku huner ji rastiya jiyanê tê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Elî Temel jî her tim li gor rastiya jiyanê, rastiya gel berhem diafirandin. Hestên wî pir xurtbûn. Mînak di helbesteke xwe ya ku di girtîgehê de nivîsandibû de dibêje; “Dilê min bûye hêlîna bêriyan, darabên hesin li dorê pêçiyan, şewq û tîrêja rozerîna min, tîna Botanê dide dile min.” Lazim e her hunermendek, endamekî hunerê hevalên wek Elî Temel ji xwe re mînak bigrin, jiyan wan bidin br çavan li gor wê berhemên xwe biafirînin.”

Populîzm hunerê dikuje

Celal Ekîn bal kişand ser huner û hunermendên roja îroyîn û gotinên xwe wiha got: “Hunermendên roja me piranî di bin bandora populîzmê de ne. Berhemên roja me li gor rastiya jiyanê nîn in, li gor modernîteya kapîtalîst in. Îro berhemên ku li Rojava tên afirandin zêdetir li gor rastiya jiyanê ne, ji populîzmê dûr in. Li Bakur kesên ku li gor rastiya gel, li gor rastiya Tevgera Azadiya Kurdistanê berheman diafirînin pir kêm in.”

Etîket: Hunermend Elî Temel
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (173)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne