Wan – Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn, derheqê binpêkirina mafên mirovan ên sala 2024an de bal kişand ser girtîgehan û got: “Di sala 2024an de herî zêde serlêdanên binpêkirina mafan ji girtîgehan hat.”
Li bakurê Kurdistan û Tirkiye di sala 2024an jî bû sala binpêkirina mafan. Her ku diçe mafên gel yên bi sazî û dezgehên dewletê tên binpêkirin zêdetir dibe. Li dijî van binpêkirinan Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo çareserkirin û rawestandina binpêkirinan kedeke mezin dide. Li gorî raporên Şaxa ÎHDê ya Wanê ku li dijî van binpêkirinan kedeke mezin didin, di sala 2024an de herî zêde serlêdan ji girtîgehan hatine. Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkûn derheqê binpêkirinên mafan ên di sala 2024an de ji bo ajansa me axivî û serlêdanên hatine kirin vegot.
Di 2024an de 74 serlêdan hatine kirin
Mehmet Salîh Coşkûn da zanîn ku di sala 2024an de jî weke salên din gelek maf ji aliyê desthilat û dewletê ve hatin binpêkirin. Mehmet Salîh Coşkûn, diyar kir ku li Wanê 74 serlêdanên binpêkirina mafan ji bo saziya wan hatiye kirin û got: “Di nava van serlêdanan de piranî pirsgirêkên girtîgehan hebûn. Binpêkirinên mafên çalakvanan jî di nava serlêdanan de hebûn û pirsgirêkên di çalakiyan de derketin holê gelek bûn. Li Wanê di dema krîza mazbatayê de tundiya polîs û dewletê berbiçav bû û kesên rastî vê tundiyê hatî serî li komeleya me dan. Heta parlementer bixwe jî rastiyê tundiyê hatibûn. Di sala 2024an de jî ji aliyê binpêkirina mafên mirovan ve tiştek neguherî, weke salên berê berdewam kir. Lê saziyên weke me yên mafên mirovan xebatên xwe yên li dijî vê yekê berdewam kirin û raporên xwe ji raya giştî re ragihandin.”
‘Pirsgirêkên girtîgehan sal bi sal zêde dibin’
Di berdewamiyê Mehmet Salîh Coşkûn, destnîşan kir ku piranî serlêdan ji girtîgehan hatin û hemû serlêdan jî li ser şert û mercên xerab ên girtîgehan bûn. Mehmet Salîh Coşkûn, anî ziman ku ji aliyê tendûristî û tedawîkirinê de girtiyan pir pirsgirêk kişandin û pirsgirêkên wan hêj jî didomin. Mehmet Salîh Coşkûn, diyar kir ku mafên girtiyan ên ji aliyê zagon, makezagon peymanên navneteweyî ve tên parastin, tên binpêkirin û wiha berdewam kir: “Serlêdanên ji girtîgehan tên, piranî li ser tendirûstiyê ne. Ji bilî vê di girtîgehan de pirsgirêkên paqijiyê, xwarinê, mûemeleya xerab hwd. jî hene. Gava ewil girtiyek diçe girtîgehê rastiyê lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev tên. Pirsgirêkên girtîgehan sal bi sal zêde dibin. Em weke komele van pirsgirêkan saziyên fermî jî di nav de ji gelek saziyan re parve dikin û dibêjin wê bên çareserkirin. Lê mixabin serlêdan nîşan didin ku ev pirsgirêk hêj jî didomin û nehatine çareserkirin. Divê ev pirsgirêk di demeke nêz de bên çareserkirin û girtî weke bi awayekî birûmet jiyana xwe bidomînin. Her wiha divê girtiyên nexweş jî tawilê bên berdan û tedawiya wan bên kirin.”
‘Binpêkirina mafên mirovan bandorê li ser hemû beşên civakê dike’
Bi domdarî Mehmet Salih Coşkûn, bi lêv kir ku hinek ji serlêdanên ji bo wan diçin tên çareserkirin, lê bi giştî nayên çareserkirin. Mehmet Salîh Coşkûn, bi bîr xist ku girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ew 3 meh bûn hatiye girtin, lê ji van 3 mehan 2 meh û nîvan di nexweşxaneyê de derbas kir. Mehmet Salîh Coşkûn, anî ziman ku ji bilî Gemîcîoglû bi sedan girtiyên nexweş hene û wiha pê de çû: “Divê çareseriyeke bi giştî bê kirin, yek û yek çareserkirin ti wateya xwe nîne. Binpêkirina mafên mirovan bandorê li ser hemû beşên civakê dike. Divê çapemenî, saziyên sivîl, partiyên siyasî hwd. dengê xwe bikin yek û van pirsgirêkan bikin rojev ku bên çareserkirin. Divê em zextê li ser saziyên fermî ku dikarin van pirsgirêkan çareser bikin, çêkin.”
Bang li saziyên fermî kir
Mehmet Salîh Coşkûn, anî ziman ku ew dixwazin di sala 2025an de ji aliyê binpêkirinên mafên mirovan de ti serlêdan ji bo wan neyê kirin. Mehmet Salîh Coşkûn, destnîşan kir ku divê hemû pirsgirêkên girtîgehan bên çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kes, her sazî, her partiya siyasî xebatên xwe bi awayekî azad û bê tirs bikin. Em bang li saziyên fermî jî dikin ku ev mafên mirovan ên bi zagon, makezagon û peymanên navneteweyî hatine mîsogerkirin, bin pê nekin. Bila hemû gel jî mafên xwe bizanin û biparêzin. Em weke komele li cem gelê xwe ne û ji bo çareseriyê çi ji destê me bê em ê bikin.”