ÎHDa Îzmîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Enver Yanik û wiha got: “Enver Yanik nikare pêdiviyên xwe yên sereke bi tena serê xwe bi cih bîne. Divê demildest bê berdan.”
Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê di çalakiyên xwe yên ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li ber Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya rûniştinê ya du hefteyan carekê li dar xist Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne û nebe şirîkê mirinan” hate vekirin. Daxuyanî ji hêla endamê ÎHDê Vetha Aydin ve hate xwendin.
Li gorî daneyên ÎHDê, niha li girtîgehên Tirkiyeyê 161 jê jin, bi giştî 1.412 girtiyên nexweş hene ên giran hene. Ji van girtiyan 335 kes di kategoriya ‘nexweşên giran’ de ne û jiyana 230 girtiyan di bin xetereyeke mezin de ye ku nikarin bi tena serê xwe bijîn.
Bi perçeyên şarapnelê û platînê dijî
ÎHDê vê heftiyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Enver Yanik ku ji sala 1994an û vir ve di girtîgehên cihê de tê ragirtin, di sala 1996an de beşdarî rojiya mirinê ya 69 rojan bûye. Piştî rojiya mirinê nexweşiya ‘Wernicke-Korsakoff’ lê peyda bûye. Her wiha di êrişên li ser girtîgehan ên sala 1999an de bi giranî birîndar bûye û hîn jî di laşê wî de parçeyên şarapnel û fîşekan hene û bi 8 platînan hene.
Di nav 2 mehan de 15 kîlo dan
Enver Yanik di sala 2024an de cezayê ‘muebeta giran’ lê hat birîn û ew jî li girtîgehê ji bo darizandineke adilane mehekê ket rojiya birçîbûnê û piştî vê çalakiyê rewşa wî xirabtir bû. Di 13ê Mijdara 2025an de dema şandine Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, di nav demeke kurt de 15 kîlo da.
Di hucreyê de ye û ji bîr dike
Rewşa Enver Yanik a tenduristiyê li gorî raporên dawî nikare bi tenê bimeşe, bi kursiya biteker û sedyeyê tê veguhestin, ji ber nexweşiya bîrê (amnestik), neçar e her tiştî not bike, tevî ku divê bi kesên din re bimîne di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin, ji ber ku gelek caran ji hişê xwe diçe, di hucreyê de metirsiya mirinê ya ji nişka ve heye.
‘Berpirsê encameke neyînî hûn in’
Vetha Aydin destnîşan kir ku jiyana bi van şert û mercan a Enver Yanik rasterast binpêkirina mafê jiyanê û rûmeta mirovahiyê ye. Vetha Aydin di dawiya daxuyaniyê de bang li rayedaran kir û wiha got: “Em bang li rayedarên îdarî yên darizandinê dikin ku berpirsyariya encameke neyînî li ser milê we ye. Bila Enver Yanik û hemû girtiyên nexweş bên berdan. Heta ku mafê dermankirinê û rûmeta mirovahiyê di sîstema înfazê de bibe bingeh, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Banga berdanê
Piştî daxuyaniyê hevjîna Enver Yanik, Şukriye Yanik axivî û got: “Hevjînê min bi tena serê xwe nikare bijî. Pêwîstiya wî bi alikariyê heye û divê ew demildest bê berdan.”











