Bûyerên derbarê Îranê ji rojevê nakevin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zextên xwe yên êrişan ji ser Îranê kêm nake. Îran jî hewl dide bi hin daxuyani û hewildanan rê li ber êrişên DYAyê bigire.
Medyaya rejîma Îranê li ser biryara daraza ya Îranê agahiyek perve kir. Di agihiyê de rejîm diyar kir ku wan di dozên hatine destpêkirin de dê cezayê darvekirinê nede xwepêşandêr Erfan Soltanî. Erfan Soltanî di 10ê Çileya 2026an de di xwepêşandanê de hatibûn girtin. Beriya vê agahiyên wekî “Îranê kuştina xwepêşandêran rawestandiye” jî derket pêş. Beriya niha ji ber metirsiya êrişa Amerîkayê Îranê biryara qedexeyê qada xwe ya hewayî ragihand.
Gefên Donald Trump
Donald Trump di gelek axaftinên ji rojnamegeran de gefan li Îranê dixwe. Di serî de gefa wek Heke rejîma Îranê kuştina xwepêşandêran zêde bike, ew ê mudaxeleyê Îranê bike û piştgiriyê bide xwepêşandêran. Piştî dîmenên bi sedan cenazeyê kuştî yên xwpêşandêran ji bo DYA mudaxile bike daxwaz hatin kirin.
Piştî ku dimenên cenazeyê ewqas kuştiyên xwepêşandêran derket holê, ji aliyê gelek cihan ve de hat gotin ku dê Amerîka êrişî Îranê bike. Lê êriş pêk nehat. Serokê DYAyê Donald Trump çerçoveya gefê guhert û wiha got: “Heke rejîma Îranê xwepêşandêran darve bike dê Amerîka êrişî Îranê bike.”
Di raya giştî de jî bendewariya êrişa DYAyê çêbûn. Lê medyaya rejîma Îranê bêyî ku dereng bimîne ser navê daraza Îranê agahî parve kir. Di agahiyê de hat gotin ku daraza Îranê gotiye ku ew cezayê darvekirinê nadin Erfan Soltanî. Erfan Soltanî di dema xwepêşandanê de hatibûn girtin. Agahiya “Îranê kuştina xwepêşandêran jî rawestandiye” beriya vê agahiyê parve kir. Di van saetan de biryara qedexeya qada hewayê ya Îranê jî hat rakirin. Ev aloziya di navbera Îran û Amerikayê ji aliyê gelek aliyan ve tê nîqaşkirin.
Bertekên bendewariya êrişan
Wezareta Karên Derve ya Portekîzê diyar kir ku wan balyozxaneya xwe ya li Îranê heta demekê girtiye. Di daxuyaniyê de balyozxaneyê bal kişand ser aloziya li Îranê û hişyariya ‘Îranê biterikînin’ dabû welatiyên xwe.
Çîn: Bila mudaxîleya çekdarî çênebe
Ajansa dewletê ya Çînê Xinhua agahiyek parve kir. Di agahiyê de de hat aşkere kirin ku Wezîrê Karê Derve yê Çînê Wang Yi, bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê re hevdîtina telefonê pêk aniye. Di hevdîtinê de rewşa Îranê hatiye nîkaşkirin. Li gor agahiyê, Wang Yi gotiye ku Çîn êrişeke leşkerî ya li dijî Îranê qebûl nake.
Hevdîtina Îran û Erebîstana Siudî
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araghchi li ser Telegramê diyar kir ku ew û wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Faysal bin Farhan re pê telefonê axiviye û jê re wiha gotiye: “Heke ji derve mudaxeleya pêk were bila were şermezarkirin.”
Welatên Ewropayê
Almanyayê aşkera kir ku ew ê heya 10ê Sibata 2026an ji ber bergiriyên ewlehiyê qada hewayî ya Îran û Iraqê bikar neynin. Fîrmayên veguheztinê yên hewayî yên Yekîtiya Ewropayê (YE) Wizz Air, Lufthansa û British Airways biryar dan ku dê qada hewayî ya Îran û Iraqê bi kar neynin û ew ê rêyên hewayî yên Afganistanê û welatên Asya Navîn bikar bînin.













