Stenbol – Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak destnîşan kir ku ji 2014an heta niha Tirkiye biryara DMMEyê ya mafê heviyê binpê dike û got: “Ji bo ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rol û rista xwe rabe, mafê hêviyê ferz e. Divê hemû saziyên demokratîk erka xwe pêk bînin.”
Hevserokê Giştî yê OHDê Serhat Çakmak anî ziman ku tevî biryara DMMEyê jî Tirkiye gav neavîtiye û got: “Tirkiye 100 salin hiqûqê pêk nîne. Divê hiqûqnas vê yekê ji bo xwe bikin xem.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 2014an de ji bo mafê hêviyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk nehatiye biryara binpêkirinê da. Her wiha DMME ji bo ew maf pêk bê ji Tirkiyeyê xwest ku ji aliyê hiqûqî ve sererastkirinan bike. Lê tevî daxwaz û biryara DMMEyê jî 11 sal in Tirkiyeyê mafê hêviyê pêk neanîye û ji aliyê hiqûqî vê jî sererastkirin nekir. Li ser serdanên saziyên Hiqûqê di meha Îlonê de Komîteya Konseya Ewropa careke din biryar da ku ji bo Tirkiye mafê heviyê pêk bînê û ji aliyê hiqûqî vê sererastkirinan pêk bînê wext da Tirkiyeyê. Piştî banga Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” mafê hêviyê di rojeva partiyên siyasî û saziyên hiqûqê de ye hewldanên saziyan berdewam dikin. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Serhat Çakmak tekildarî mafê hêviyê û xebatên xwe ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Serhat Çakmak bi lêv kir ku Tirkiye tevî biryara DMMEyê jî ji aliyê hiqûqî vê sererastkirin nekiriye û got: “Mafê hêviyê demeke dirêj e di rojeva me, saziyên hiqûqê û baroyan de ye. Di sala 2014an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryarek da bû ku Tirkiye di qanûna înfazê de guhertinan bike. Ji bo girtiyê heta hetayê di girtîgehê de nemînin, heviyeke wê/î ya berdanê hebe ku ji girtîgehê derbikeve divê ev maf hebe. Ji 2014an ve em jî dişopînin ka Tirkiye dê guhertinekê bike an na. Heta îro jî tu guherandinek tune ye. Komîteya Konseya Ewropa jî van biryaran dişopîne. Me jî îlona sala par serîlêdan kiribû û wê komîteyê jî dem dabû Tirkiyeyê ku guherandinê bike. Lê hê jî guhertin nehatiye kirin.”
‘Mafê hêviyê her tim di rojeva me de ye’
Di berdewama axafrina xwe de Serhat Çakmak anî ziman ku ji bo mafê hêviyê pêk bê ew ê xebatên xwe bidomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafê hêviyê her tim di rojeva me de ye. Xebatên me jî ji bo pêkhatina mafê hêviyê wê bidomê. Heta niha çawa ku ji bo mafê hêviyê di rojeva mirov, dewlet û partiyan de be, hewldanên me hebûn, ji niha û şûn de jî hewldanên me wê berdewam dikin. Em niha jî rewşê dişopînin. Wezareta Dadê dê guhertinên çawa bike. Dê çi bike. Niha pêvajoyek jî heye. Wekî hikûqnas em ê jî gavên xwe li gor wê bavêjin. Mafê hêviyê mafekî gerdunî ye. Divê pêk bê. Ji niha û şûn ve heke ew maf pêk neyê ji aliyê hiqûqî ve paş vê çûyinek ji bo Tirkiyeyê wê çêbibe. Heke ew maf dîsa pêk neyê em ê careke din di îlonê de serî li Komîteya Konseya Ewropa bidin. Di meha Îlonê de civîna wan heye. Di wê civînê de dê ev mijar di rojeva wan de be. Dê dîsa ji Tirkiyeyê bipirsin.”
‘Tirkiye biryarên DMMEyê binpê dike’
Serhat Çakmak destnîşan kir ku Tirkiye biryarên DMMEyê binpê dike û wiha axivî: “Tirkiye sed sal in li dijî hiqûqê tev digere. Dewleteke hiqûqî qanûnên xwe pêk tînê. Hevpeymanên hiqûqî yên di nav de cih digrê pêk tînê. Lê Tirkiye qanûnên xwe pêk nayne û biryarên DMMEyê binpê dike. Di Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê de dibêje; ‘Ew dewleteke hiqûqî ye.’ Hiqûq ew e ku dewlet qanûnên xwe pêk bîne û biryarên dadgehê pêk bîne. Lê heke van tiştan neke nikarê bibe dewleteke hiqûqî. Ew pirsgirêk ne ji Tirkiyeyê vê sînor kiriyê. Ew yek ji bo Ewropa jî pirsgirêk e. Qanûnên ku Yekitiya Ewropa xêz kirinê pêk nayên. Dema peymana wan pêk nehat divê bi şopa wê bikevin. Konseya Ewropa ji bo girtiyekî biryar dabû ku dewleta Azerbeycanê wî girtiyî berde. Lê Azerbeycan ew biryar pêk neanî û ew girtî berneda. Konseya Ewropa jî Azerbeycan hişyar kir û got heke hûn vê biryarê bicih neynin em ê wê ji konseyê derxînin. Ew pirsgirêk ji bo Tirkiyeyê jî derbas dare. Tirkiyeyê jî heta niha biryarên Konseya Ewropa bi cih neanîne. Lê Konsey nerm nezîkî Tirkiyeyê dibe. Em jî Tirkiyeyê re dibêjin ne hewceyê konseya Ewropa ewqas zerar bide Tirkiyeyê. Em di nav xwe de qanûnê biguherînin û mafê hêviyê pêk bînin. Em dixwazin hiqûqeke nû bi hev re pêk bînin.”
‘Divê saziyên dewletê li gor wê gav bavejin’
Di dawiya axaftina xwe de Serhat Çakmak bal kişand rista Abdullah Ocalan a pêvajoyê û wiha axaftina xwe qedand: “Mafê hêviyê ne tenê ji bo birêz Abdullah Ocalan ji bo hemû girtiyan derbasdar e. Em ji ber wê dibêjin ew pirsgirêka mirovahiyê. Pêkneanîna wî mafî paşveçûyina mafê mirovan e. Ji bo birêz Abdullah Ocalan rol û misyona xwe pêk bîne, divê ew maf pêk bê. Divê hemû saziyên dewletê jî li gor wê gav bavejin. Gavek jî ew e ku mafê hêviyê pêk bînin. Saziyên hiqûq û baroyan jî divê vî mafî baş fehm bikin û bînin rojeva xwe. Dema nehat çareserkirin ew jî serî li rayedarên eleqeder bidin. Ne tenê giredayî me ye. Tenê em serdan nekin. Ew mafekî mirovî ye. Ji bo wê jî divê hiqûqnas ji xwe re bikin xem ku guhertinek çê bibe.”