Di ser windakirina rojnameger Nazim Babaoglu re 31 sal borîn. Li gel ku 31 sal borîn jî hîna aqûbeta Nazim Babaoglu nehatiye ronîkirin. Yên wê demê rojnameger kuştin û windakirin xwestin heqîqetî û rastiyê winda bikin. Lê îro bi sedan şagirtên wan pênûs û wênekêşên wan hilgirtine û tariyê ronî dikin.
Di salên 1990î de li Kurdistanê şerekî dijwar hebû. Di vî şerê li Kurdistanê de bi hezaran gund hatin valakirin. Bi hezaran mirov hatin kuştin û windakirin. Bi milyonan kurd ji cih û warên xwe koçber bûn. Di van salan de ji ber şer, kuştin, koçberkirin zêde bû, binpêkirina mafan gelek zêde bû. Rojnamegerên kurd ên wê demê xwestin van rastiyan binivîsin û bi raya giştî re parve bikin, raste rast bûn hedefa polîs û leşkeran. Rojnamegerên ku wê demê rastî ronî kirin û bi raya giştî re parve kirin, hatin kuştin û hatin revandin. Yek ji van rojnamegerên hate revandin jî Nazim Babaoglu bû.
Rojnameger û nûçegîhanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu di 12ê Adara 1994an de hate revandin û windakirin. 31 sal in aqûbeta wî ne diyar e. Nazim yek ji qelemşorê ku rastî dinivîsand bû. Rojnameger Nazim Babaoglu jî hat windakirin. 31 sal borî hêj tu agahî ji aqûbeta Babaoglu tune ye.
Nazim Babaoglu, di 19 saliya xwe de di buroya Rihayê ya rojnameya Ozgur Gundemê de dest bi xebatê kir. Nazim Babaoglu weke rojnamevan di sala 1992ande dest bi xebatê kir, di heman demê de rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir. Di sala 1992an de li dijî xebatkarên rojamaneyê ji ber nûçeyên ku çêdikirin gefên mirinê dihat xwarin. Li Tirkiyeyê buroyên rojnameyan hatin gulebarankirin û rojnameger li kolanan hatin qetilkirin û demek gelek tarî hat jiyîn. Di wê pêvajoyê de di roja 18ê Sibata 1993an de şefê rojnameya Ozgur Gundem ya Buroya Rihayê Kemal Kiliç û endamê saziya rêveberiyê ya şûbeya Riha ya Weqfa Mafê Mirovan di encama êrîşa bi çek de hatibûn qetilkirin.
Xebatkarên Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê li herêmê der barê sûcê hêzên paramîlîter û cerdevanan de nûçe weşandibûn. Yek ji wan nûçeyan jî der barê çar kesên ji eşîra Bucak ku li Siwêregê bi ser mala mamosteyek erkdar de girtin û êrîşa zayendî li hemberî mamosta û xwişka wê pêkanîn de hatibû weşandin. Piştî ku ev nûçe hat weşandin gef li Nazim hatin xwarin.
Sibeha 12ê Adara 1994an xebatkarê rojnameyeke herêmî ya Siwêregê û nûnerê Ajansa Anadolu (AA) Murat Yogunlu bi telefonê li Buroya Ozgur Gundemê ya Rihayê digere. Murat Yogunlu ji rayedarên rojnameyê re dibêje ku der barê cerdevanên li Siwêregê de nûçeyek pir girîng heye û divê teqez nûçegihan bişînin. Nazim Babaoglu ji bo şopandina nûçeyê diçe Çapxaneya Îrfan a Sîweregê û bi Murat Yogunlu re hevdîtinê dike. Li gorî gotinên şahidan Nazim Babaoglu dema diçe cihê karê xwe yê bi navê Çapxaneya Îrfan ji aliyê cerdevanên Eşîra Bucak ve bi darê zorê tê derxistin, li wesayîdekê siwar dikin û dibin mala Sedat Bucak. Ji 12ê Adara 1994an û vir ve tu agahî ji Nazim Babaoglu nayê girtin.
31 sal borîn, lê aqûbeta Nazim nehatiye ronîkirin. Her çend desthilata ku di salên 1990î de rojnameger qetil kirin û winda kirin, xwestin ser rastiyan û heqîqetê bigirin jî, îro bi sedan rojnamegerên ku şopa Naziman berdewam dikin û rastiyan ronî dikin hene. Çawa ku Nazim bi wêrekî ket şopa heqîqpetê, îro şopdarên wî pênûsa wî her zindî dihêlin û rastiyan ronî dikin.
Nivîskar Îrfan Baboglu ku kekê Nazim Baboglu ye, li ser windakirina Nazim Babaoglu ji bernameya Mijarek û Mêvanek a Rojnameya Xwebûnê re axivî.
Di ser winakirina Nazim Babaoglu re 31 sal derbas bûn. Lê ji bo malbatê bûyera Nazmi wekî duh nû ye. Li aliyê din êrîşên ku 31 sal berê li ser rojnamegeran hebûn, îro jî didom e. Kekê Nazim, Îrfan Babaoglu wiha qaha wan rojan dike: “Di salên 1990î de dema gelê kurd xwe û nasnameya xwe nas kir, ketin nava lêgerîna azadî û demokrasiyê. Wê demê girîngiya rojnamegeriya kurdan jî derket holê. Di dîrokê de gelek komkujî pek hatin. Lê berê çapemeniya kurd tune bû. Rojnamegeren kiryarên neyar teşîr bikiraya tune bû. Lê piştî di salên 1990î de têkoşîna gelê kurt pêş ket, rojnamegerî jî pêş xist. Rojnamegerên kurd jî xwe erkdar dîtin ku serpêhatiyên gel bînin ziman û binivîsin. Geşedanên li herêmê analîz kirin. Rewşa gelê kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê belav kirin. Wê demê gelek komkujî hebûn. Di salên 90î de kuştin pir zêd bû. Li kuçe û kolanan êrîş dikirin û dikujin. Gel li kolanan gulebaran dikirin. Rojnamegeran jî ev rastî dinivîsand.”
Îrfan Babaoglu, da zanîn ku di salên 1990î bi taybet rojnameger kirin hedef û got: “Yek ji rojnamegerên hat kuştin Apê Mûsa bû. Pênûsa Apê Mûsa pir xurt bû. Pênûsa Apê mûsa ji hemû çekan bêtir bi tesir bû. Wê demê dest bi kuştin û windakirin rojnamegeran kirin û dewan kirin. Lê hevalên wan şûna wan vala nedihiştin. Netirsiyan û dîsa karê xwe berdewam dikirin. Şagirtên wan pênûsa wan li erdê nedihiştin. Nazim Babaoglu jî yek ji wan bû. Ewil xwest nûnerê buroya rojnameyê Kemal Kiliç birevînin. Lê Kemal li ber xwe da. Ji ber ve yekê ew kuştin.”
Dema Rojnameger Kemal Kiliç kuştin Îrfan Babaoglu li Amedê girtî bû. Nazim wê demê diçe serdana Îrfan Babaoglu. Di serdanê de Îrfan Babaoglu ji Nazim dixwaze ku xwe biparêze. Nazim jî dibêje; ‘Heta ji destê me tê em baldar in.’ Lê 5-6 meh şûnde kontra Nazim li ser rêya Sîweregê direvînin. Îrfan wan rojan wina bibir tîne: “Dema Nazim ji bo nûçeyê ji Rihayê diçû Sîwerege wî direvînin û winda dikin. Wê demê li sîwerekê şerê taybet hebû. Sîwereg wekî baregeha kontra bû. Piştre derket holê ku Abdullah Çatli jî li wir bû. Gelek endamên kontra yên li Sîweregê xwe wekî Sîweregiyan nîşan didan. Kontra ji bo Nazim kemînek mezin danîbûn. Agahiya ku li Sîweregê nûçeyek heye dan Nazim. Nazim jî li ser wê agahiyê çû Sîweregê. Wê demê Rojnameger xwedî hişmendiya ‘çawa dikarin bêtir civakê ronî bikin û aghadar bikin. Çawa ez nûçaeyekê ji rojnameyê re bişînim’ bûn. Hestê Nazim ê rojnamegeriyê li pêş bû. Nûçe li ku bûya ew li wir bû. Di aliyê hest û wîcdan de tev geriya. Hemû rojnamegerên hatin kuştin bi van hestan û wîcdanî tev digeriyan.”
Piştî nazim direvînin malbat 2 rojan agahî ji Nazim nagirin. Li ser vê yekê malbat diçe serî li Qereqolê û nûnerên saziyên fermî didin. Îrfan Babaoglu wiha qala wan rojan dike: “Hevalên Nazim ji Stenbolê hatin. Hevalên Nazim û malbat bi hevre derî bi derî geriyan. Lê tu agahî bi dest nexistin. Dewletê li wir pergalek ava kiribû. Dewletê bi xwe winda kiribû, ji ber vê yekê agahi jî nedan. Qeymeqam, Walî û tu rayedarên dewletê agahî nedan.”
Dema bavê Nazim bi şopa kurê xwe dikeve û diçe qereqolê, rayedarên qeregolê bi gotina “Li dû kurê xwe negere. Ew çûye tev li rêxistine bûye’ gefan li bavê Nazim dixwin. Îrfan Babaoglu têkildarî hewldanên malbatê van agahiyan dide: “Di destê malbatê de tu hêz tune bû. Trajediya dayika min hêj li ber guhê min e. Digot ‘Li ku bigotina cenazeyek heye û bêxwedî ye, em diçûn wê derê.’ Dayika min her tim ji bo dider heqê Nazim de agahiyekê bigire têkoşiya. Dixwest mirî an sax agahiyekê bigire. Dayika min her her şev bi hest û baweriya ‘Dê nazim were’ tev digeriya. Her ku derî vedibû bi hesta ku li pişt derî Nazim heye kelecanî dibû. Dema rojnamegeran bi dayika min re hevpeyvîn dikir digot ‘Dema derî vedibe ez dibêjim ‘Aha Nazim hat’ û hestewar dibim. Kuştin cuda, windakirin cuda ye. Êşa windakirinê pir giran e.”
Îrfan Babaoglu da zanîn ku di 1993-1994an de nezî 19 kes hatin revandin û windakirin. Li Sîweregê hê jî aqubeta wan 19 kesan diyar nebûye û îro wekî duh dîsa rojnameger têne kuştin.