Şirnex – Dayika Serhat Encu yê di komkujiya Roboskî de hat kuştin Halîme Encu bilêv kir ku tevî 13 sal derbas bûn jî êşa wan weke roja ewil e û edalet xwest. Halîme Encu, anî ziman ku tu sûce zarokê wê tune bû û dîmena wê rojê ji bîr nake.
Balafirên şer ên artêşa Tirk li gundê Roboskî yê navçeya Qilebana Şirnexê di 28ê kanûna 2011an de bombe barandin û 19 jê zarok 34 welatî kuştin. Di ser komkujiyê re 13 sal derbas bûn. Di van 13 salan de kiryar hatin parastin û der barê xizmên kuştiyan de doz hatin vekirin. Piştî komkujiyê heta Serfermandariya Giştî daxuyanî neda hikûmet û çapemeniya aligir bêdeng man. Piştî daxuyaniya Serfermandariya Giştî, rayedaran bi gotinên “qezaya operasyonê” hewl dan ku komkujiyê veşêrin. Serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan bi gotina “Hêzên Çekdar ên Tirk erka xwe bi cih anîn” xwest komkujiyê reva bike. Piştî komkujiyê malbat ji bo edaletê 13 sal in têdikoşin û edaletê dixwazin. Malbatên Roboskî ku di komkujiyê de zarok û xizmên xwe winda kirinê 13 sal in li benda edaletê ne.
Di komkujiyê de yek jî zarokê hat kuştin Serhat Encu yê 16 salî bû. Serhat Encu jî tevî temenê xwe yê biçûk ji bo debara malê bike çû Başurê Kurdistanê. Ew jî bi 34 hevalên xwe ve dema vêgerê li ser sînor di êrîşa hewayî de hat kuştin. Ji ber ambulans ji wan re nehat şandin, cenazeyên wan bi betaniyan pêçan û li ser pişta hespan anîn gund. Hinek ji wan jî bi remorkên traktoran anîn gund û defin kirin. Birayên Serhat Encu Ferhat Encu û Velî Encu jî ji bo kujer bên cezakirin di nava hewldanan de bûn. Lê kujer nehatin cezakirin û Ferhat Encu û Velî Encu bi cezaye hepse hatin cezkirin. Dayika Serhat Encu Halîme Encu ku li gundê Roboskî dijî bi boneya salvegera komkujiyê
ji mere axivî. Halîme Encu, anî ziman ku ew tu car komkujiyê ji bîr nake û edalet xwest.
‘Çi sûce zarokê min hebû parçe parçe kirin?’
Dayik Halime Encu anî ziman ku ew piştî zarokê xwe nexweş ket û êşa wê wekî 13 sal berê giran û bi jan e. Halime Encu bi gotina, “Ew hovîtiya anîn serê zarok û xizmên me, nehatiye serê tu kesî” bertek nîşanî komkujiyê da û wiha axivî: “Hemû zarok bûn hemû biçûk bûn. 4 balafîrên şer şandin ser zarokên me û ew qetil kirin. 13 sal in ji me re weke roja îro ye. Ne em dawetan dikin ne jî kêfxweş dibin. Piştî zarokê min hezar nexweşî li min peyda bûn. Çi sûce zarokê min hebû parçe parçe kirin? Parçeyên wan li ser pişta hespan anîn. Ez ê wê rojê çawa ji bîr dibe?”
‘Bila edalet bê Roboskî’
Dayik Halime Encu di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku 13 sal in tenê daxwaza wan edalet e û wiha got: “Em dibêjin edalet û edalet. Em dibêjin edî bes e bila komkujî pêk neyên. Zarokên me kuştin.Lê bila edî zarok nemirin. Sed sal in komkujî û zilm heye. Em dibêjin edî kuştin bes e. Bila kes nemirê û edalet bê Roboskî. Zarokê min pir jîr û bi aqil bû. Lê niha di bin axa sar de ye. Bila rastiyê bêjin derewan nekin. Dewletê zarokê min kuştin. Ez bi xwe çûm min dît. Heta em sax bin ew parçeyên zarokên min ji bîra min naçe. Bila faîlên zarokên me bên cezakirin. Em êdî ji edaletê bawer nakin. Qanûn tune ye. Zarokê min naçin nava dawet û şahiyan. Dile me hertim şikestiye.
‘Kujer nehatin cezakirin lê zarokê min ceza kirin’
Dayik Halime Encu diyar kir ku li şûna ku kujerên ceza bikin, zarokên wan ceza kirin û wiha pê dê çû: “2 kurê min Ferhat û Velî piştî qetilkirina birayê xwe dev ji zanîngehên xwe berdan û ji bo kujer bên ceza kirin li pêy doza edaletê bûn. Zarokê min Velî ji bo kujer bên cezakirin pir hewl da lê dawiyê hat girtin. 4 sal an di girtîgehê de ma. Zarokê min Ferhat Encu jî parlamenter bû. Ew jî ji bo edalet bê Roboskî têdikoşiya. Lê parlamenteriya wî xistin û ew jî hat girtin. Kujerên zarokên min ceza nekirin lê ji ser da 2 zarokên min ceza kirin.”
‘Ew ê çawa ji bîr bibe’
Dayik Halîme Encu bi lêv kir ku zarokê wê ji bo debara malê çû başûr û wiha qala roja komkujiyê kir: “En wî aliyê sînor jî xizmên me ne. Em diçûn serdana wan jî. Dema zarokê min diçû wî alî sînor di vegerê de em digeriyan digot xwarina min amade bikin ez têm malê. Me jê re xwarin amade dikir û em li bendê disekinîn. Dema dihat malê ji ber sermayê destê wî nedihatin ber. Seat 7 û nîvan de dihat malê. Lê wê rojê wisa nebû. Wê rojê derengiya şevê bû nehatin malê. Di nava gund de jî milet kom bibû. Min jî pirsî ew milet çi ma kom bû ye. Lê qet nedihat hişê me ku tiştek wisa wê bê serê me. Me nizanîbû 4 balafîr şandiner ser wan û ew parçe parçe kirine. Seat 9 bû agahî hat. Em hemû dayik bi rê ketin û çûn ser sînor. Hawar û qêrîna me bû. Nehiştin ku ambolans be alîkariya me bike. Me bi derfetên xwe cenaze xistin nava betaniyan. Me parçeyên bedena wan li ser pişta hespan anîn. Ew ê çawa ji bîr bibe. Lê em ê heta dawiyê bibêjin edalet û edalet.”