Şirnex – Hevserokê KNKê Ahmet Karamus bi lêv kir ku hêzên hegemon ji bo projeya xwe ya kolonyalîzmê li Rojhilata Navîn pêk bînin Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji xwe re asteng dîtin û got: “Tiştên îro li Rojhilata Navîn diqewimin encama komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan e.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî di 9ê Cotmeha 1998an de ji Suriyeyê derket. Abdullah Ocalan piştî ji Suriyeyê derdikevê berê xwe dide Ewropayê. Li Ewropa hemû serîledanên Abdullah Ocalan bi cih bûnê tên red kirin. Hêzên hegemon ku dixwastin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dizayn bikin û ji bo wê jî Abdullah Ocalan ji xwe re weke asteng didîtin ji bo bi cih bûnê destûr nedidan. Abdullah Ocalan 130 rojan li welatên Ewropa geriya lê hemû hewldanên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û bi cihbûnê bê encam man. Herî dawî Abdullah Ocalan ji aliyê hêzên hegemon vê di 15ê Sibatê de li Kenyayê tê girtin û radestî Tirkiyeyê tê kirin. Abdullah Ocalan piştî teslîmî Tirkiyeyê tê kirin rêyedarên dewletê jî bi daxuyaniyên, “Me nezanî ka çima radestî me kirin” aşkera kirin ku ew komplo ji aliyê hêzên hegemon vê pêk hatiye û rola gardiyaniyê dane Tirkiyeyê.
Piştî ku Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin li her çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gelê kurd û dostên kurdan xwepêşendanan li dar xistin û gotin, “Hûn nikarin roja me tarî bikin.” Gelê Kurd girtina Abdullah Ocalan weke “Roja reş” pênase dike li gelek bajarên Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê daketin qadan û çalakî pêk anîn. Bi dehan welatiyan gotin, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û bedana xwe dan ber agir û xwe şewitandin. Bi ser girtina Abdullah Ocalan re 26 sal derbas dibin. Di van 26 salan de hêrsa gelê kurd û dostên kurdan li dijî komploya navneteweyî ranewestiya. Weke her sal îsal jî gelê kurd û dostên kurdan wê di 15ê Sibatê de komploya navneteweyî şermezar bikin.
‘Hezên hegemon Abdullah Ocalan weke asteng didîtin’
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus têkildarî komploya navneteweyî axivî û armanca komployê wiha anî ziman: “26 in Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîde de ye. Piştî 26 salan mabesta komployê hê bêtir eşkere dibe. Îro qala projeyeke li Rojhilata Navîn dikin. Ew proje ji aliyê dewletên navneteweyî ve hatibû li pêş xistin. Dixwestin dîzayneke nû bidin Rojhilata Navîn. Weke asteng jî li pêşiya vê projeya Tevgera Azadiya Kurd bû. Ji bo wê jî li dijî birêz Abdullah Ocalan ku pêşengê tevgereyê û xwedî fikir û paradîgma bû komploya navdewletî pêk anîn. Armanca wan projeya kolonyalîzmê li Rojhilata Navîn ferz bikin û şerê parvekirinên di navbera wan dewletan de bû. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan xwedî paradîgmayeke cuda bû û li dijî kolonyalîzmê bû, ji xwe re asteng didîtin.”
‘Gelek dewlet di nav komployê de bûn’
Ahmet Karamûs bi lêv kir ku rola gelek dewletan di komploya navneteweyî de hebû û ev tişt gotin: “Derketina birêz Abdullah Ocalan li Ewropa jî bi tenê serê xwe pêvajoyeke balkêş bû. Tevahî Ewropa di nav qirîzeke mezin de bû. Îngîltere, Amerîka, Îsraîl û dewletên Ewropî di nav komployê de xwedî rol bûn. Bingeha vê komployê de parvekirin, kolonyalîzm û dîzaynkirina Rojhilata Navîn hebû. 26 sal ji ser bi ser vê komployê re derbas bûn. Di van 26 sal an de gelek geşedan li Rojhilata Navîn qewimîn û di sala 2024an de jî rejîma Baas hilweşiya û rewşeke îro em di nav de dijîn derket holê. Geşedanên îro em di nav de dijîn encama komployê ye. Tirkiye û Îran li Rojhilata Navîn bê bandor hiştin. Ên ku di nav vê projeyê de ne, aktorên sereke Îsraîl û Sûdî ne. Bi vê polîtikayê tu bandoreke Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn namîne. Niha yek projeya hegemonan ku dixwazin Rojhilata Navîn parve bikin û yek jî projeya birêz Abdullah Ocalan ku li ser wekhevî, demokrasî û azadiya gelan e tên beranberî hev. Paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan di salên 1993an vir de qal dike meriv niha dikare fêm bike û teqabulî roja îro bike. Wisa xuyaye guhertinên mezin wê di Rojhilata Navîn de pêk werin. Bêguman ew ê bandoreke mezin li tevahiya Kurdistanê jî bike.”
‘Li dijî kolonyalîzme wekhevî û azadî’
Ahmet Karamûs diyar kir ku Abdullah Ocalan li dijî projeya hezên komploger paradîgmayek pêş xistiye û got ku ew paradigma li dijî projeya hêzên hegemon a Rojhilata Navîn alternatîf e. Ahmet Karamûs destnîşan kir ku projeya Abdullah Ocalan li dijî kolonyalîzmê wekhevî û azadiya gelan esas digre û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Abdullah Ocalan baş tê giheşitibû ku mudaxileyeke mezin wê li Rojhilata Navîn bibe. Projeya Rojhilata Navîn ji aliyê hegemonên cihanî vê hatiye pêş xistin û li ser parvekirinê ye. Ev hêzên hegemon aktorên serekê yên di şerê Afganistan, şerê di navbera Îsraîl û Filîstînê de pêk hatine ne. Wan her tim xwestiye herêmê bi hemû îmkanên xwe hegemonyaya xwe berfirehtir bikin. Lê paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan li dijî vê yekê alternatîf e. Li ser esasê demokrasî û wekheviya gelan e. Ev paradîgmaya ne li dijî guherîna Rojhilata Navîn e lê li ser guherîna demokrasî û wekheviyê ye. Heke ev paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan bi sernekeve projeya hegemonan ku dixwazin Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dîzayn bikin wê bi ser bikeve.”
‘Kurd di vê qonaxê de aktorên sereke ne’
Ahmet Karamûs bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re tên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk jî dixwaze vê pêvajoyê sûdê werbigire. Tirkiye jî dizane ku dikeve bin metirsiyê. Ji ber ku di guherîna Rojhilata Navîn de Tirkiye bê bandor dimîne. Ji ber wê jî careke din çûn ber deriyê birêz Abdullah Ocalan. Rejîma AKPê û Erdogan di vê mijarê de bêdeng in. Bi çi mabestê bi birêz Abdullah Ocalan re dan û standinê kirine eşkere nekirine. Tu tiştek di projeya wan de nediyar e. Tirkiye, dixwaze bi rengekî li gorî berjewendiyên xwe vê pêvajoyê bibe serî. Dixwaze Tevgera Azadiya Kurd tasfiye bike û di Rojhilata Navîn de bibe hêzeke sereke. Lê li gorî guherînên Rojhilata Navîn tişta ku Tirkiye dixwaze nepêkan e. Kurd di vê qonaxê de aktorên sereke ne û di siyaseta navneteweyî de jî yekrêziya Kurd pêk bînin dikarin bibin aktorên sereketir.”