• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Westanê ji bo Rêber Egîd mewlûd hate dayîn

    Li Westanê ji bo Rêber Egîd mewlûd hate dayîn

    Macron spasiya General Mazlum Ebdî kir

    Macron spasiya General Mazlum Ebdî kir

    Meleyên Êlihê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Meleyên Êlihê piştgirî dan berxwedana Rojava

    TIRên diçin Kobanê hatin sekinandin

    TIRên diçin Kobanê hatin sekinandin

    Gelê Botanê berxwedana Rojava silav û pîroz kir

    Gelê Botanê berxwedana Rojava silav û pîroz kir

    Karavana Gelan gihişt Pirsûsê: Em Apocî ne

    Karavana Gelan gihişt Pirsûsê: Em Apocî ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Westanê ji bo Rêber Egîd mewlûd hate dayîn

    Li Westanê ji bo Rêber Egîd mewlûd hate dayîn

    Macron spasiya General Mazlum Ebdî kir

    Macron spasiya General Mazlum Ebdî kir

    Meleyên Êlihê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Meleyên Êlihê piştgirî dan berxwedana Rojava

    TIRên diçin Kobanê hatin sekinandin

    TIRên diçin Kobanê hatin sekinandin

    Gelê Botanê berxwedana Rojava silav û pîroz kir

    Gelê Botanê berxwedana Rojava silav û pîroz kir

    Karavana Gelan gihişt Pirsûsê: Em Apocî ne

    Karavana Gelan gihişt Pirsûsê: Em Apocî ne

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karavana Gelan gihişt Pirsûsê: Em Apocî ne

Riha / AW

30 ÇILE 2026 - 15:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A
Karavana Gelan a ku ji welatên cûda ji bo piştgiriya Rojava bi rê ketibû gihişt Pirsûse û dirûşma

Karavana Gelan ji gelek bajarên cîhanê ji bo piştgiriya Rojava ketiye rê gihişt Pirsûsê û wiha got: “Em Apocî ne.”

Karavana Gelan ku li 14 welatên cûda yên cîhanê ji ber êrişên ser Rojava ji bo piştgiriyê ketine rê gihişt navçeya Pirsûsa Rihayê. Karavana Gelan ji aliyê parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan, Dîlan Kunt Ayan, Ferît Şenyaşar, hevşeredarên Pirsûsê Ayten Kaya, Muslum Baran û gelek rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ve hatin pêşvazîkirin.

Girsê bi berzkirina dirûşmeyên, “Em kî ne; Apocî ne”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Yek yek e gelê Kurd yek e” hatin pêşwazîkirin û derbasî partiyê bûn. Piştre girse jî girsê bi berzkirina dirûşmeyan ji bo daxuyaniyê derbasî Qada Pirsûsê bûn. Li wir pankarta li ser, “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyeyê ye” hat vêkirin.

Hevserokê DEM Partî yê Rihayê Nîhat Demîrbîlek spasiya xwe li Rojava Karavana Gelan a ji bo piştgiriyê hatiyê Pirsûsê kir. Her wiha Nihat Demirbilek da zanîn ku TIRên alîkariyê yên ji bo Kobanê bi rê ketine jî dê îro bigihijin Pirsûsê û derbasî Kobanê bibin.

‘Em ê hevgirtinê de bin’

Piştrê jî metna daxuyaniyê ya Karavana Gelan ji aliyê Friederike Spies ve hat xwendin. Friederike Spies diyar kir ku ew ji bo piştgiriya Rojava bi rê ketinê û wiha got: “Em li nêzî sînorê Kabanê ya ku di bin dorpêçê de ye ne. Hemû pêdiviyên jiyanî li Kobanê hatinê astengkirin. Zarok li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest didin. Lê tevî vê yekê jî gel li ber xwe dide. Ev der di heman demê cihê ku 33 Sosyalîstên xwestin piştgiriya Kobanê bikin hatin qetilkirin e. Em îro bi heman baweriyê wan bi bîr tînin. Em ê di nava hevgirtinê de bin. Em ji bo balê bikişînin ser êrîşên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li vir in.”

‘Em ê bi hev re li berxwe bidin’

Friederike Spies destnîşan kir ku li her derê cîhanê li dijî êrişan berxwedaneke mezin heye û wiha pê dê çû: “Ne tenê li aliyê vî sînorî ku hevalên me yên YPJ, YPG û SDG bi wêrekî projeya şoreşgerî ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk diparêzin, lê di heman demê de li deverên din ên Kurdistanê jî gel ji bo bidawî buna êrişan li ber xwe didin. Ew têkoşîna ji bo jiyaneke azad, rizgariya jinan, civakeke ekolojîk û demokratîk û bedewiya aştiyane û pir-etnîkî ya axa hevpar diparêzin. Di hefteyên dawî de, bi sed hezaran şervanên berxwedanê ji çar aliyên cîhanê peyamên hevgirtinê ji bo Kobanê şandin. Weke karwanek enternasyonalîst, me gelek sînor derbas kirin da ku em bigihîjin vir. Me hemûyan eşkere kir ku sînor nikarin me rawestînin. Ev ne sînorên me ne; ew sînor û ferzkirinên ku ji hêla dewletên serdest ên kapîtalîst ve hatine xêzkirin in. Em niha li Pirsûsê ne. Em li kêleka Rojava ne ji ber ku em dizanin ku têkoşîna ji bo rizgariya jinan, demokrasiya bingehîn û ekolojiyê me bi gelên berxwedêr ên li çaraliyê cîhanê re dike yek. Ji ber vê yekê em ê tu carî dev ji rawestana li kêleka hev bernedin. Em ê bi hev re li berxwe bidin.”

Piştî daxuyaniyê kesên li welatên cuda hatibûn jî axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo Rojava anîn ziman.

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

 

Etîket: Friederike SpiesKarwana GelanNîhat Demîrbîlek
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1500)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne