Amed – 3’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, dê di navbera 7-14’ê Kanûnê de bi nîşandana 84 fîlman derkeve pêşberî sînemahezan.
3’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê, ku dê hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sinebîrê ve pêk were pêkanîn, dê di navbera 7-14’ê Kanûnê de bi pêşandana 84 fîlman derkeve pêşberî sînemahezan.
Festîvala ku dê bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” were lidarxistin, dê pêşandanên fîlman di kategoriyên hilbijartina neteweyî û navneteweyî de cih bigirin. Her weha, ji bo piştgirîkirina senaryoyên fîlmên Kurdî, dê 15 senaryoyên fîlman ji bo Fona Projeyê ya Sînebîr pêşbaziyê bikin.
Pêşandanên fîlman ên di çarçoveya festîvalê de dê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, Şanoya Bajar a Amedê û salonên sînemayê yên Ceylan AVMyê werin pêşkêşkirin.
