Stenbol – Endama Koordînasyona Jinan a HDKê Yagmur Yurtsever der barê amadekariyên konferansa ku li Stenbolê pêk bê, anî ziman ku ew aştiya bi rûmet a civakî û çareseriya demokratîk wekî pêwistiyek jiyanî digirin dest û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike.”
HDKê di Lijneya Giştî ku di sala 2024an de pêk anîn, biryara konferansê dan. Yek ji biryarên girîng a Lijneya giştî biryara konferansê bû. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 8-9ê sibatê de bi dirûşmeya “Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye” konferansa aştiyê ya navneteweyî pêk bîne. HDK dê konferans li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya navçeya Avcilara Stenbolê pêk bîne. HDKê piştî di çile de bi dirûşmeya “Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye” kampanyaya 1 milyon îmze da destpêkirin, niha jî lez daye amadekariya konferansê. Xebatên HDKê yên ji bo konferansê ku nêzî 2 meh in didomin, ber bi dawî ve diçin. Dê gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, nûnerên saziyên civakî û demokratîk û partiyên siyasî beşdarî konferansê bibin. Konferans dê 2 rojan bidome û mijarên ji bo aştî û çareseriyê û mînakên cîhanê yên aştiyê bêne niqaşkirin.
Di vê pêvajoya ku şer li cîhanê û bi taybetî li Rojhilata Navîn kûr dibe de, HDK armanc dike ku li dijî şer hewldanên ji bo çareseriyê niqaş bike. Abdullah Ocalan Konfederalîzma demokratîk pêwist dibîne. Endama Koordînasyona Jinan a HDKê Yagmûr Yurtsever, têkildarî konferansa navneteweyî ku di 8-9ê sibatê de li Stenbolê pêk bîne agahiyên berfireh dan. Yagmur Yurtsever, anî ziman ku pêvajoya civînên Astana ya têkildarî Sûriyeyê dirêj dibe û bi encam nabe û wiha got: “Li aliyê din, şerê Filistinê heye. Di rewşek wisa de Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê modela rêxistinkirina Konfederalîzma Demokratîk wekî pêwistî pêşniyar dike.”
HDK demokratîkbûna Tirkiyeyê wekî rexnedayîn digire dest
Yagmur Yurtsever, da zanîn ku HDK ji roja hatiye avakirin heta niha li gel kêmasî û nebesiyên xwe; li Tirkiyeyê pêdiviya çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê wekî rexnedayine digire dest û wiha berdewam kir: “Nirxandinên ku me kirin, di demê de mafdar derketin. HDKê beriya hevdîtinên li Îmraliyê hatin kirin û daxuyaniyên rayedarên dewletê yên ji bo aştiya navxweyî, ev konferans plan kiribû. Em meseleyê tenê wekî agirbestekê nagirin dest. Em wekî gava aştiyek bi rûmet û pêşxistina mekanîzmayên gel a demokratîk digirin dest.”
Çareseriya demokratîk pêdiviya hemû gelan e
Yagmur Yurtsever, li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk tenê wekî pêdiviya kurdan nabîne û fikrên xwe wina tîne ziman: “Çareserî di heman demê pêdiviya hemû gelan e. Li gorî vê yekê me delegasyon amade kir. Di heman demê de aştiya bi rûmet tenê Tirkiyeyê eleqeder nake. Ji bo herêm bi temamî demokratîk bibe û dawî li mudaxaleya emperyalist bîne, wekî çareseriyekê em digirin dest. Ji Filistinê bigire heta Baskê dê ji gelek welatan wekî qiseger beşdarî konferansê bibin. Ji Ermeniyan heta Ekolojistan, pêkhateyek berfireh a delegesyonan hat avakirin. HDK ji bo gelê Tirkiyeyê, rêxistinkirina demokratikbûnê û aştiya civakî bingehekê ava bike, em ê di 8-9ê sibatê de konferansê pêk bînin.”
Yagmur Yurtsever, têkildarî kesên tev li konferansê bibe jî agahî dan û wiha lê zêde kir: “Lîsteya beşdarvanên konferansê ji beşeke berfreh pêk tê. Dê siyasetmedarên wekî Fîlîz Kerestecîoglu, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak beşdar bibin. Disa lêkolînerên wekî Yuksel Genç, Metîn Yegîn, Erdogan Aydin, Sezîn Oney beşdar bibin. Ji gelek zanîngehên cihanê akademîsyenên wekî Amy Austin Holmes, Arzu Yilmaz, Paul Rios û Hamît Bozarslan beşdar bibin. Berdevkê hêzên şoreşger ên FHKCê Mahir El Tahir dê li ser cerebeyên Filistinê nirxandinê bike.
Ji Buroya Hiqûqe ya Asrinê û ji Navenda Hafizayê dê gelek kes beşdar bibin. Ji kesên di konferansê de axaftinê bikin piranî jin in û jinan mohra xwe li konferansê xistin.”
Yagmur Yurtsever, bal kişand ser mijarên ku di konferansê de bêne niqaşkirin û ev agahî par ve kir: “Di konferansê de dê gelek sernav bên niqaşkirin. Bandora qeyrana neolîberal a li ser pirsgirêka kurd, şerê emperyalist û bandora wê ya li ser çareseriya demokratîk, mînakên modela çareseriyê yên cîhanê, û gelek mijarên din dê bêne niqaşkirin. Ji gelek kesên cuda, bi tevlêbûnek berfireh, ji bo piştgiriyê bidin aştiyek bi rûmet û demdirêj em ê di beşa forumê de niqaş bikin û bi hevre bikin biryar.”
Yagmur Yurtsever, li ser xebaten amadekairyê jî agahî dan û destnîşan kir ku amadekariyên konferansê ber bi dawiyê ve çûne û wiha got: “Weki gelek karan qezayên biçûk ên xebatê pêk hatin. Pirsgirêka demokrasiyê ya Tirkiyeyê sedema vê qezayê ye. Hin beşên civakî ji aştiye pir ditirsin. Ya ku divê mirov jê bitirse, şer û komkujî ye. Aştiya bi rûmet, têkoşîn û daxwazeke xurt dixwaze. Em bawer dikin ku di demên pêş de em ê van kesan jî tev li vê pêvajoyê bikin û wan qezenc bikin. Em herî zêde ji kesên ku bi eşk û dildarî piştgiriyê didin tekoşîna aştiya bi rûmet hêzê digirin.”
Em bi hevre bi hêz in
Yagmur Yurtsever, bilêv kir ku wan pêvajoya amadekariya konferansa xwe li ser 2 eniyan ava kir û got: “Eniya herêmi û eniya gerdûnî. Di pêvajoya pêşima me de du xebat hene. Di eniya herêmî de tişta herî zêde derdikeve pêş, kampanya “Ji bo Aştiyê 1 milyon îmze” ye. Em ê di qara heremî de li kolan û taxan bigerin û xebatên konferansê bi rêxistin û civakî bikin. Kampanya îmzeyan jî dê heta adarê bidome.
Bang li nûnerên hemû qadan kirine
Yagmur Yurtsever, li ser rol û rista saziyên civakî jî rawestiya û wiha got: “ Me hewl da bang li hemû kesên ku ji bo aştiya bi rûmet û demokratîkbûnê ked dane û têdikoşin, bikin. Dîsa di heman demê de me bang li nûnerên rexistinên pîşeyî û kedê, rêxistinên baweriyan û nûnerê gelan kir. Me bang li nûnerên jin û hemû beşên muxalif ên civakî kir. Em ê bi awayekî avaker bên cem hev. Me hewl da ku xwe bigînin nûnerên hemû saziyan, nivîskar, hunermend, aktivistan.”
Yagmur Yurtsever, herî dawî bal kişand ser xebatên piştî konferansê û wiha axivî: “Em ê bermame û plansaziya piştî konferansê bi kesen beşdarî konferansê dibin, di beşa forumê de diyar bikin. Em ê alav, amûr û rêbazên dema nû bi hevre diyar bikin. Ji xeyni vê yekê planên me yên derketine holê jî hene. Wekî me qal kir, kampanya “Ji bo aştiyê 1 Milyon îmze” dê bidome. Dîsa dê konferansa jinan a berfireh pêk bê. Dîsa nêzî demsala havînê dê Meclisa Jinan a HDKê jî konferansê pêk bîne. Niha em etine pêvajoya 8ê Adarê. Tevgera Jinan bernameya heri girîng ku di 8ê Adarê de danîye pêş xwe, Aştiya bi rûmet e. Dîsa me çend meh in, li ser esasê çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet, panel û civînên gel danîne pêşiya xwe. Ev xebatên me dê piştî konferansê jî berdewam bike. konferans dê perspektîfên xwe bike civakî.”