Roja yekem a konferansa PENa Kurd a bi navê “Ji bo bicîkirina bendên manifestoya gîronayê” bi nîqaşên li ser zimanê kurdî bi dawî bû.
PENa Kurd bi piştevaniya PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rasthatina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dê bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya gîronayê” li Çand Amedê konferans li dar dixe. Roja yekemîn a konferansê dawî bû.
Danişîna duyemîn bi rêvebira Kejal Ahmad û axaftina nivîskar Dilawer Zeraq û zimanzan Samî Tan dest pê kir. Dilawer Zeraq li ser mijara “Ji Arîşeyiya Hebûnê Heta Bi Hinceta Nepêkhatîbûnê, Sosyopolîtîka Kurdî ya li Tirkiyeyê” axivî.
Danişîna duyemîn ji bo di berxwedana zimanê kurdî de jiyana xwe dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Bi avakirina komarê re zimanê Kurdî hatiye qedexekirin
Dilawer Zeraq diyar kir ku avakirina komarê tunebûna ziman û çand avakiriye û wiha axivî: “Dema komar hatiye avakirin bi dîkta hatiye avakirin. Hebûna kurdan hatiye înkarkirin û zimanê kurdî hatiye înkarkirin. Lê dema ku tu tiştekî qedexe bikî hebûna wê jî qebûl dikî. Ew tunehesibandin bi giranî li ser ziman hatiye pêkanîn. 1925an de bi plana ‘Şark û Îslahat’ê zimanê kurdî hat qedexekirin. Gava ku kurdî hatiye qedexekirin du alî hatiye hepskirin. Lê hem qedexekirinê hem jî çavderî kirine. Çi ji xwe re pêwîst dîtine wê ji xwe re birine. Peyvan hem ji xwe re birine hem jî tune hesibandine. Kurd jî xwestiye ku xwe bide nîşandan.”
Berpirsê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê yê PENa Kurd û zimanzan Samî Tan li ser mijara “Zimankujî û Plansaziya Zimanî ya Civakî” axivî.
‘Ziman derbasî nifşên nû nabin’
Samî Tan da zanîn ku îro em hatine qonaxek nû û ev tişt anî ziman: “Di lêkolîna li bajarên Amed, Wan, Riha, Merdînê hatine kirin de yên ku kurdî baş dizanin ji sedî 29 e. Nezî sedî deh zimanê kurdî windakirine. Ji sedî 30 jî êdî nikarin danûstandina kurdî bikin. Ziman derbasî nifşên nû nabin. Ji sedî 30 bi zarokên xwe re kurdî neaxivin. Lê hej jî asta sedî 60 gelê kurd dixwaze zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Ew tiştekî baş e. Divê ziman li gorî wekî bajaran were nûkirin. Divê polîtîkayêk ziman avabikin. Em bîr û baweriya xwe hemû aliyê xurt bikin.”
Nivîskar Xecê Şen li ser mijara Pênaseya Jineolojiyê û Rista Wê ya Di Ziman û Wêjeyê de axivî.
‘Berxwedana Jin Jiyan Azadî heye’
Xecê Şen di destpêka axaftina xwe de Nagîhan Akarsel bi bî ranî û wiha axivî: “Bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan min dest bi mijara “Jineolojiyê” kir. Bi kasî jinan mêr jî rastî tundiyê hatine. Ji bo azadiya civakê têkoşînek dane. Ji bona vê wekheviya gel pêwîst e. Jina Amînî ji bo pora wê hat dîtin hat qetilkirin. Lê bi navê Jina Amînî raperîn dest pê kir. Raperîn koka xwe jiyanê digire. Pirtûkên Ahmedê Xanî, Fexiyê Teyran bingeha xwe jiyanê digire. Lê nifşên nû di bin bandora şer de maye. Nifşên nû dema ku pirtûk dixwine tiştên xirap jin kiriye dibîne. Cihê ku di şer tê de hebe pirtûkan de tecawiz, xirabî hene. Lê em dibînin ku berxwedan jî heye. Berxwedana Jin Jiyan Azadî heye. Jinelojî zanîsta jinê ye, avakirina civakek demokratîk e. Me got em ne nemûsa tu kesekî ne em azadiya xwe ne. Gelek tişt ji me re hat gotin me jî dest bi pêngava ‘Edî bes e’ kir.”
‘Zimanê kurdî bi destê qanûna bingehîn tê binpêkirin’
Paşê Sabîr Abdullahîzad li ser mijara “Rewşa Hiqûqî ya Kurdî ya Li Çar Aliyên Kurdistanê” axivî. Sabîr Abdullahîzad diyar kir ku wextê ku yek behsa hiqûqî ya kurdî bike divê bingeha wan bibîne û wiha got: “Her çar dewlet Îran, Iraq, Sûrî û Tirkiyeyê bi destê qanûna bingehîn zimanê kurdî binpê dikin. Li Îranê bi dehan mamoste di zinsanan de ne. Li dewleta tirk zimanê kurdî tu carî wekî fermî nas nekiriye.”
Di dawiyê de momeste Dadyar Azad li ser mijara Pêvajoya Derbasbûna Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî li Başûrê Kurdistanê axivî.
Roja yekem a konferansê bi pirs û bersivan dawî bû.