Amed – Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Heke ciwan birêxistin bin, xwedî hêz bin her tim pêvajoyê bişopînin, binirxînin û li gorî wê tevbigerin ew ê bikarin teşe bidin vê pêvajoyê û bangawaziyê bigihînin serkeftinê.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kiribû. Vê bangê li cîhanê deng veda. Sazî û komele, gelê Kurd û dostên wî piştgirî didin banga dîrokî. Her wiha gelek dewletan jî ev bang erênî dîtin û piştgirî danê. Her wiha li gelek bajarên Kurdistanê û weletan bi milyonan kes herikîn qadên Newrozê û bi dirûşim û helwesta xwe daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û xwedî li banga wî derket. Lê heta niha dewletê têkildarî banga Abdullah Ocalan tu gav neavêtine. Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Rêzan Kaganarslan têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.
Rêzan Kaganarslan diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke mîladekê ye û wiha got: “Her mîladek serdemekê dide qedandin û yekê dide destpêkirin. Ji ber vê yekê divê em bangê baş fêm bikin. Îro li Rojhilata Navîn şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime. Birêz Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de nivîsandiye ku ev şerê cîhanê ji aliyê dewletên kapîtalîst ve tê meşandin. Hêzên kapîtalîzma nû dixwazin netew dewletan hilweşînin an jî wan bixin formeke demokratîk. Ji ber ku di vê serdema nû de ku em weke kapîtalîzma fînansê pênase dikin, divê sermayeya xwedî mal bi rehetî di nava sînoran de bigerin. Ji ber wê ev kapîtalîzma nû netew dewletê ji xwe re weke astengekê dibîne. Ji ber wê armanc dike van ji holê rake. Ji sala 1999an vir ve li gel rejîma Baasê ya Iraqê û bi ‘Bihara Ereban’ gelek netew dewlet têk çûn û herî dawî jî li Sûriyeyê hêza Baasê têk çû.
Ji bo çareserkirinê mûxatabek heye ew jî Rêzdar Abdullah Ocalan e’
Em dizanin ku îro dê li Rojhilata Navîn ev şer bidome. Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe de dibêje yek armanca kapîtalîzma nû ew e ku van netew dewletan hilweşînin û ewlehiya Îsraîlê ava bike. Ji ber wê Îsraîl îro bênavber êrişên xwe didomîne û heta piştî hilweşîna rejîmê Golan zêdetir dagir kir û îro 20 kîlometreyan nêzî şamê ye. Armanca wan a dagirkirina Rojhilata Navîn jî îro didome. Ev hêzên mezin dixwazin li Rojhilata Navîn bibin xwedî rolekê. Di vê serdemê de em dibînin ku bi banga birêz Abdullah Ocalan hemû bindest dikarin bibin aktor. Heke dewleta tirk bixwaze pirsgirêka kurd çareser bike divê Rêzdar Abdullah Ocalan mûxatab bigire. Nikare bêyî rêzdar Ocalan û Tevgera Kurd vê pirsgirêkê çareser bike. Ev bang ji bo me jî ji bo hemû bindestan jî hêviyeke mezin e. Dewletên cîhanê jî bi piştgiriya vê bangê qebûlkirin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê mûxatabek heye û ew mûxatab jî Rêzdar Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ye. Gelê kurd bi berxwedana xwe hate wê astê ku weke mûxatab tê esasgirtin.”
‘Yên dixwestin dengê Rêzdar Abdullah Ocalan qut bikin têk çûn’
Rêzan Kaganarslan bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “43 mehan tecrîdeke giran li ser Rêzdar Abdullah Ocalan dihate meşandin, digotin denge wî qut bû nikare xwe bigihîne civakê lê piştî 43 mehan peyamek hat û dema ew peyam me li Stenbolê zindî temaşe kir, di wê salonê de 140 saziyên cuda hebûn ji hemû dinyayê çapemenî hatibû wê derê û ev peyam li hemû cîhanê belav bû. Yên dixwastin tecrîdê bidomînin û dengê Rêzdar Abdullah Ocalan qut bikin bi rastî jî têk çûn ji ber ku ew deng zêdetir gihişt hemû cîhanê û tecrîd jî hilweşiya. Li aliyê din jî ew hêzên dagirker ku dixwastin di Rojhilata Navîn de armancên xwe pêk bînin jî têk çûn. Ji ber ku nikarin bi tune hesibandina gelan xebatên xwe bimeşînin. Di van her du mijaran de peyam semboleke mezin e ji bo bindestan û hemû gelên li ber xwe didin.”
‘Ji bo siyaseta Tirkiyeyê ev mudaxeleyeke mezin û şoreşgerî ye’
Rêzan Kaganarslan agirbesta ku PKKê di Adara 1993yan de îlan kir bi bîr xist û ev tişt got: “Rêzdar Abdullah Ocalan di wê demê de jî niyeta xwe aşkere kir û got ‘em bi şer, bi çekê hatin astekê, berê navê kurdan nedihate zanîn lê îro em gihiştin astekê’. Heke vê deme rêyên siyaseta demokratîk vebin û Kurd bibin xwedî çend destkeftiyan em ne neçarî çekan in. Rêzdar Abdullah Ocalan ji 1993yan ve dibêje ‘Heke rêyên siyaseta demokratîk vebin em ê çek deynin û beşdarî siyaseta Tirkiyeyê bibin.’ Ji bo kesên ku fikrên Abdullah Ocalan dixwînin ev bang tiştekî nû nebû. Di sala 1993yan de çi gotibû îro jî heman tiştî dibêje. Rêzdar Abdullalh Ocalan xwest vê xetimandina li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn çareser bike. Ji bo siyaseta Tirkiyeyê ev mudaxeleyeke mezin û şoreşgerî ye. Dewlet neçar e ku xwe demokratîze bike. Ev bang weke frenekê li dijî rastgirî, dagirkerî û olperestiyê ye.”
‘Hemû dinya bi erênî nêzî bangê bû’
Rêzan Kaganarslan, da zanîn ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû dinya erênî nêz bû û wiha berdewam kir: “Dinyayê di peyamên xwe de got ku divê êdî dewleta tirk gav biavêje. Di heman demê de partiyên Tirkiyeyê jî gotin ev bangeke erênî ye û divê dewlet jî çend gavan biavêje. Lê rayedarên dewleta tirk gavekê navêjin. Di demên pêvajoyên aştiyê de dewlet weke yek alî gav navêje. Du dilî di nava wan de jî hene. Wekî ku Rêzdar Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de jî penase dike, dewlet ne tenê ji aliyê hêzekê ve tê avakirin. Dewlet ji rayedarên cuda cuda ve tê avakirin. An ku dewlet ne yek parçe ye, parçeyên cuda jî hene. Îro di axaftinên xwe de dibêjin ‘Bila PKK kongreya xwe li dar bixe û xwe fes bike’ lê divê şertên komkirina kongreyê jî werin pêkanîn. Ji ber ku dema şer bidome, dema bombebaran bidomin ji bo PKKê ne pêkan e ku kongreya xwe pêk bîne. Ji ber ku dema şer bidome û çek bên bikaranîn hûn nikarin endamên xwe bînin bahev û biryarekê bidin. Biryara fesixkirinê ne biryareke hêsan e. Ji bo kongreya xwe pêk bînin agirbest îlan kirin û gotin bila dewleta tirk jî agirbest îlan bike ku bikarin endamên xwe bîne ba hev û kom bibin. Divê Rêzdar Abdullah Ocalan bi xwe jî bi awayekî beşdar bibe ku bikarin pê re biaxivin, bişêwirin û biryarekê bidin. Lê dewlet ji aliyekê ve qet behsa van tiştan nake, êriş û şerê xwe didomîne.
Divê dewlet ji dil be û zimanê xwe paqij bike
Di 15ê sibatê de qeyûm tayînî Wanê kirin. Rêzdar Ocalan di hevdîtina dawî de ev weke provokasyoneke mezin bi nav kir. 15ê Sibat hem roja girtina rêzdar Ocalan e hem jî wê roja şandeya Başûr derbasî Başûr bû. Rêzdar Ocalan ji bo dewletê gotibû ku dibe kesên ji vê pêvajoyê aciz in hebin. Yê wan neçarî vê pêvajoyê bike jî dîsa gel bi xwe ye. Yên ku dixwazin niyeta xwe ji gel re aşkere bikin divê gav biavêjin. Ev ne tişteke zehmet e. Dikarin çend qanûnan biguherînin. Dikarin tayînkirina qeyûman bi qanûnan bidin sekinandin. Qanûna ‘Li dijî terorê’ û Qanûna Înfazê ku li dijî girtiyan bikartînin jî dikare bê guhertin. Heke dewlet bixwaze samimiyeta xwe nîşan bide rê û rêbaz hene. Heke bêjin ji aliyê siyasî ve hêza me nîne em van qanûnan biguherînin bila zimanê xwe biguherînin. Bila zimanekî qirêj bikarneînin, nebêjin ‘An em ê we binerd bikin an jî hûn ê çekên xwe deynin’. Gelên têkoşer vî zimanî qebûl nakin. Civaka tirk jî li zimanê dewletê dinêre, dema zimanê dewletê biguhere fikrên civak û netewperestên tirkan jî tên guhertin. Ji ber wê divê ji dil bin û zimanê xwe paqij bikin. Bi berxwedanê ew hatin vê astê, ji bo em bibin xwedî destkeftiyan divê ev li ber xwe dan bidome.”
‘Divê Rêzdar Abdullah Ocalan bigihije şertên ku azad bijî û bixebite’
Rêzan Kaganarslan, destnîşan kir ku ji bo ku pêvajo bimeşe divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şertên azad de bixebite û wiha pê de çû: “Ev yek tişteke esasî ye. Heke dewlet ji Rêzdar Abdullah Ocalan dixwaze aştiyekê ava bike ev ne tişteke hêsan e, Rêzdar Abdullah Ocalan li hemû cîhanê û li çar aliyên Kurdistanê xwedî hêzekê ye û bi rêvebirina pêvajoyên aştiyê gelek zehmet e. Divê Rêzdar Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de 24 saetan ji dinyayê agahiyan bigire, li Kurdistanê çi diqewime agahiyan bigire. Van agahiyan kom bike, bi partiyan re hevdîtinan bike, bi civaka Tirk û Kurdistanê re hevdîtinan bike û fikrên wan bigire. Bi vî awayî em dikarin pêvajoya aştiyê bi rê ve bibin. Heke Rêzdar Abdullah Ocalan nikare xwe bigihîne civakê û şande du mehan carekê biçe Îmraliyê hevdîtinan bike bi vî awayî gihiştina aştiyê ne pêkane. Pir tiştekî zehmet e û em nikarin bigihin encamê jî. Ev di sala 2013-2015an de hate ceribandin. Bi awayekî tenduristî nemeşiya. Ji ber vê yekê divê Rêzdar Abdullah Ocalan bigihije şertên ku azad bijî û bixebite.”
Rêzan Kaganarslan qala pêkanîna civaka demokratîk kir û ev tişt gotin: “Divê hem di warê civak û hem jî demokratîkbûnê de were nirxandin. Dema em li parêznameyan dinêrin demokrasî bi vî awayî tê penasekirin, yek divê gel bi rêxistinkirî be ku hêza wan hebe û bikarin fikrên xwe bînin ziman. Ya duyemîn jî bi awayekî serbestî azad îfadekirina fikran e. Ya sêyemîn jî ew e ku ew gelên xwe bi rêxistin dikin bandorê li pêvajoya biryarê bikin. Ji bo ciwanan jî esasê herî girîng rêxistinbûyîne. Heke em bixwazin di vê pêvajoyê de hêza ciwanan derxin holê divê em bi rêxistinkirî bin. Armanca me ew e ku em civaka Kurdistanê û ciwanan zêdetir bi rêxistin bikin. Bi rêxistinbûyînê dikarin hêza xwe derxin holê. Ji bo ku em di pêvajoya biryardayînê de cih bigirin divê em ji aliyê bîrdozî ve jî bi pêş bikevin. Ne tenê rêxistinbûyîn ji aliyê bîrdoziyê de jî hewcehî bi pêşketinê heye. Di vê mijarê de du xebatên sereke ji bo me girîng in; yek rêxistinbûyîn ya duyemîn jî perwerde û hînbûyîna bîrdoziyê. Ji bo ku em di pêvajoyên biryardayînê de weke aktorekê fikrên xwe bi zelalî bînin ziman. Civakbûyîn jî di rêxistinkirinê re derbas dibe. Di fikrê modernîzmê de takekesî di nava civakê de gelek zêde bûye. Bi bandora medyaya dîjîtal takekesîbûn di nava ciwanan de jî zêde bûye. Heke em bixwazin civakbûnê ava bikin divê ev takekesîbûyîn ji holê bê rakirin komunalbûyîn were avakirin. Xebatên me yên esasî di ser van mijaran bimeşin. Partiya me ya DEMê li gelek bajaran civîn girtin em jî weke ciwanan beşdar bûn. Me behsa ciwan çima aştiyê dixwazin kir. Em dizanin ev şerê qirêj li dijî ciwanan e. Yên ku ji vê pêvajoyê zêdetir bandor dibin ciwan in. Ji ber wê dê zêdetir ji bo aştiyeke birûmet bixebitin. Ji bo wê jî divê birêxistinkirî bin, xwedî bîrdozî bin û xwe perwerde bikin û wê çanda komunal ji nû ve ava bikin. Xebatên me yên li dijî şerê taybet hene em ê wan zêdetir bikin. Ji bo ku rêya siyaseta demokratîk vebe em ê rêxistinkirina xwe bilind bikin. Em ê li gelek deveran bi hevalên ciwan re civînan bigirin, meşan li dar bixin xwe bigihînin ciwanan ku bizanibin di vê pêvajoyê de çi diqewime. Heke ciwan birêxistin bin, xwedî hêz bin her tim pêvajoyê bişopînin, binirxînin û li gorî wê tevbigerin ew ê bikarin teşe bidin vê pêvajoyê û bangawazî bigihe serkeftinê.”
‘Em ê li welatê xwe li ser koka xwe bi nirxên xwe bijîn’
Rêzan Kaganarslan da zanîn ku ciwan jî yek ji pêkhateyên civaka demokratîk in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nava civaka demokratîk de divê hûn bi hişmediyeke bîrdozî û polîtîk tevbigerin. Ji bo ciwanan jî şer çi dide ber ciwanan, tiryakê, takekesîbûnê dide ber wan. Li dijî van tiştan em ê li welatê xwe li ser koka xwe, bi nirxên xwe bijîn. Em bi nirxên welatparêzî, netewî û şoreşgerî jiyaneke komunal ava bikin. Ev jiyana komunal jî bi rêxistinkirin, perwerde û bîrdoziyê pêkan e. Divê ciwan jiyaneke komunal, birêxistinkirî û ku ji vê pêvajoyê re bibin bersiv deynin ber xwe. Rêxistinbûyîn ne tenê cihgirtina di nava partiya siyasî de ye. Avakirina meclisan, komunan jî divê di vê demê de were pêkanîn.”