Amed- Berhevkara folklorê Bêrîvan Matyar û nivîskar Gulistan Kanîreş ku beşdarî Konferansa PENa Kurd bûn, anîn ziman ku xebatên bi vî rengî gelek girîng in û lawazbûna ziman encama şerê taybet e.
Navenda PENa Kurd bi piştevaniya PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di çerçoveya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya Gîronayê” li Çand Amedê di 10 û 11ê Gulanê de konferans li dar xist. Di roja destpêkê de li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê gelek kes tev lî konferansê bûn. Ji kesên ku tevlî konferansê bûn Lêkolînera Zimanê Kurdî Berhevkara folklorê Bêrîvan Matyar û nivîskar Gulistan Kanîreş li ser armanc û girîngiya konferansê û li ser rewşa zimanê Kurdî ji ajansa me re axivîn.
‘Xebatên wiha ji bo me motivasyon in’
Lêkolîner Bêrîvan Matyarê di destpêkê de Roja Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz kir û got: “Ev roj ji bo me gelekî bi qîmet, bi wate û girîng e. Îro em dibinin li Rojhilat, li Başûr tev lêbûn pêk hat. Dîsa her çiqas bi awayekî fizîkî nebe jî ji Rojava beşdarî çêbûn. Ev xebat û bernameyên wiha ji bo me motîvasyon in, hewldanên gelekî girîng in.”
‘Ji bo ziman xebatên girîng têne kirin
Bêrîvan Matyarê da zanîn ku li Bakur rewşa zimên ber bi xetereyê ve diçe û wiha axivî: “Li gor daneyan bi taybetî jî Zazakî-Kirmanckî li ber têkçûnê, li ber mirinê ye. Li bajaran Kurdan kêm tê axaftin, kêm xwedî li ziman tê derketin. Lê her çiqas ji aliyê gel ve xwedîlêderketineke kêm hebe jî bi taybetî li bajaran, hewldanên gelekî bi qîmet jî hene. Xebatên akademîk, xebatên wêjeyî, yên folklorê, xebatên cur bi cur yên ji bo ziman tên kirin. Bi taybetî jî sazî û dezgehên çand û hunerê yên wekî Ma Muzîk, Şanoya Amedê, Weqfa Mezopotamyayê, KASED û MED-DERê xizmeta ji bo ziman dikin. Lewra ev xebatên gelekî girîng in.”
‘Folklor gencîneya me ya ziman û jiyanê ye’
Bêrîvan Matyarê herî dawî bi da zanîn kû eger mirov di hilberîna bi zimanê xwe de israr bike xêra wê, keda wê ji bo netewperweriyê, ji bo ziman geleke û axaftina xwe bi vî awayî qedand: “Folklor gencîneya me ye. Paşxana me ya ziman û jiyanê ye lê mixabin îro tene li gundan maye. Eger em karibin demildest, beriya afetên wekî pandemiyê, wekî erdhejê, wekî lêhiyê yan jî afetên ku bi deste dewletê tên çêkirin, çêkirina bendavan ziman û çanda me tune dike vê folklora xwe berhev bikin dê pir baş bibe. Gere em vê folklora xwe berhev bikin û bikin paşxana ziman, zanyariya, epistemolojiya zimanê Kurdî.”
‘Lewazbûna ziman encama şerê taybet e’
Nivîskar Gulistan Kanîreşê jî diyar kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke gelekî girîng de derbas dibe û got: “Nêzî 50 salan in gelê Kurd ji ber şerê taybet derbasî bajaran bû, gund û warên xwe terikandin. Ji ber vê rewşê jî ziman êdî hêdî hêdî di nav bajaran de lewaz bû. Lê sazî û dezgehên me bi van konferansan, xebatan ji çar aliyen Kurdistanê ji hemû ol û baweriyan, hemû reng û dengan kurdan tînin gel hev. Di heman demê de ev konferans xizmeta zimanê kurdî dike. Nîqaş û sohbetên ku ziman çawa bibe zimanê civakê yê bingehîn tên kirin.”
‘Ziman wekî têla tembûrê ye’
Gulistan Kanîreşê anî ziman ku kesên pêşengtiya civakê, pêşengtiya çand û ziman dikin, nivîskar û rewşenbîr heke meseleya ziman bikin rojeva xwe dê ev kêmasiyên heyî hemû ji holê rabin û got: “Lê heke rewşenbîr û siyasetmedar tenê salê carekî bi boneya rojên wiha ziman bixin rojevê, bibêjin ‘Me ev biryar girtine’ lê van biryaran pêk neynin em nagihên armanca xwe. Ji bo vê jî gere hemû sazî dezgehên me, hemû pêşengên me, siyasetmedarên me û dayikên me ne tene di gotinê de, di pratîkê de jî ji ziman xwedî derkevin. Ji xwe zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e xwedî zor zaravayan e. Ziman wekî têla tembûrê ye heke tu ziman bi kar neynî lewaz dibe. Heke ziman bi rojane were axaftin dê di nav demeke kin de dîsa hêza xwe ji şûn ve bîne.”