Leşkerên tirk bi hinceta zexîre û tiştên kaçax li malan hene bi ser malên gundê Aroşê yê Qilebanê de girtin. Gundiyên li dijî lêgerînê derketin ji hêla leşkeran ve hatin derbkirin.
Li gundê Aroşê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê leşkeran bi hinceta li nava gund zexîrê û tiştên kaçax hene xwest bi ser malan de bigire û legerînê bike. Li ser berteka gundiyan di navbera şêniyên gund û leşkeran de gengeşî derket.
Gundiyên ku bi rêya telefonê me xwe gehand wan da zanîn ku li ser berteka wan leşkeran êrîşî gundiyan kir û gelek şêniyên gund hatin derbkirin.
Piştî berteka gundiyan leşker ji nav gund derketin.
Şêniyên gund anîn ziman ku ew bi wesayîtên xwe li ser Deriyê Sînor ê Deştanê ku dikeve navçeya Çelê ya Colemêrgê diçin başûrê Kurdistanê û hemû tiştên tînin di bin kontrola gumrikê de ye.
Metirsiya gundiyan heye ku şêniyên gund ji ber berteka nîşan dayîn werin binçavkirin.