Amed – Welatiyên li Taxa Kooperatîfê ya navçeya Bismilê debara xwe bi firotina şitilên sebzeyan ên dihilberînin dikin, diyar kirin ku gelek zehmetiyan dikişînin û ji neçarî vî karî dikin.
Welatiyên li Taxa Kooperatîfê ya navçeya Bismil a Amedê dijîn, debara xwe bi firotina şitilên sebzeyan ku ew bi xwe dihilberînin dikin. Welatiyan diyar kirin ku ji bo ku şitilan hilberînin ewilî konên ji naylonan vedidin, pişt re tovên sebzeyan li vir diçînin. Dû re van tovên diçînin av didin. Dema ku ev tov şîn dibin û dibin şitil welatî kîsikên biçûk ên ji naylonan, bi zibil dadigirin û şitilên şîn bûyî ji bo firotinê di van kîsikên biçûk de diçînin. Ev şitil di meha Nîsan û Gulanê de tên çandin. Welatiyan dan zanîn ku tovên cureyên îsotan, bacan sor, bacan reşk, xiyar, qundir û gelek sebzeyên din diçînin. Welatiyên ku têkildarî hilberîn û firotina şitilan ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ji neçarî vî karî dikin.
‘Par kîloya poşetan 50 lîreyî kirî, îsal 120 lîreyan kirî’
Yek ji welatiyan Amber Şahîn da zanîn ku tovê ku ew bi xwe hildiberînin diçînin û wiha got: “Em bîberan, firîngiyan, bacan sor, bacan reşan diçînin. Em gelek zehmetiyê dibînin. Em şîşan, naylonan, poşetan, zibil dikirin. Me sala par kîloya poşetan bi 50 lîreyî kirî bû îsal me bi 120 lîreyî kirî. Em qaseyeke ku 50-55 şitil tê de 180 lîreyî difiroşin. Hin kesên ji me dikirin didin 200-250 lîreyî. Em dezgehên xwe li ser cadeyê vedigirin, gel jî bi pîkapan tê ji me dikirin. Em li malê jî difiroşin. Zêdetirî 10 sal in em vî karî dikin. Piştî ev kar diqede em ji xwe re diçin çolê karê binkolê dikin. Em van karan ji bo debara xwe bikin dikin.”
‘Ji ber kar tune ye vî karî dikin’
Nûriye Şahîn a bûka Amber Şahînê jî diyar kir ku hilberîna şitilên zebzeyan gelek zehmet e û wiha got: “Ji ber karekî din tune ye em vî karî dikin. Zarokên me jî biçûk in em ber deriyê mala xwe vî karî dikin. Mala xwezûrê min zû de vî karî dikin lê ez 5-6 sal in dikim.”
‘Em her cure tovên sebzeyan diçînin’
Yek ji welatiyan Fatma Aslan jî diyar kir ku bi hilberîna şitilan gelek zehmetiyê dikişinin û wiha got: “Mesrefa wan jî zêde ye. Bikir jî tên dibêjin hûn biha didin, em jî ji bo ku neavêjin dîsa weke wan difiroşin. Heke neye firotin em bi wesayîtan dibin li cihên cuda difiroşin. Li kî derê bê firotin em dibin wir. Bikirên me pir in. Kesên ku ji salekê ji cem me dibin tovê me baş bibînin dîsa tên cem me. Ji Êlih û Mêrdînê jî tên ji bo ku vî tovî bikirin. Em her cure tovên sebzeyan diçînin. Weke cureyên îsotan, bacanên reş, firîngiyên sor û hwd. Ez û keça xwe vî karî dikin. Em karker in neçar in ku bikin.”
’27 sal in vî karî dike’
Welatî Mehmet Elî Kanat jî bi lêv kir ku ji bo mirov jê sûdê bigirin şitilan dihilberînin û wiha axivî: “Em jî tovên weke îsotan, bacan reşkan, bacan soran, xiyaran, qundiran û gelek cureyên sebzeyan diçînin. Karekî wisa zêde nîne jî. Ji ber derfetên me, erdê me nîne, ji bo debara xwe bikin ez û hevala xwe vî karî dikin. Em qaseyeke şitilan didin 200 lîreyan mirov jê gazincan dikin, bizanin ka em çi zehmetiyan dikişinin wisa nedigotin. 200 lîre çi pê tê kiloya çayê bûye 400 lîre, em jî mecbûrî vî karî dikin. Tiştekî hindik kar dimîne, em bîst hezar şitil deynin ji me re herî zêde 4-5 hezar lire dimîne. Ez 27 sal in vî karî dikim. Ji bo kirîna şitilan ji Bismil, Farqînê, Stewrê, Amedê tên.”