Aloziya Îran û Amerîkayê her diçe zêde dibe û Serokê Amerîkayê Donald Trump her roj derbarê mijarê de daxuyanî dide û gefên xwe yên li dijî Îranê gurtir û tûjtir dike.
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya dawî ya da çapameniyê de diyar kir ku wî ji bo Îran were ser masê û peymanê mor bike roj diyar kiriye. Lê negot ‘çend roj dam daye Îranê’. Trump destnîşan kir ew dixwazin bêyî ku çek were bikaranîn diyalog dest pê bike û peyman bê mohrkirin. Lê ku peyman çênebe dê çi bibe em ê bi hev re bibînin.
Trump: Bila Îran dev ji kuştina xwepêşandêran ber de
Amerîka dorpêç, êriş û gefan li Îranê dixwe û ji Îranê dixwaze ku dev ji çêkirina moşekan, çeka nûkleerî û kuştina xwepêşanderan berde. Serokê Amerîkayê Donald Trump Artêşa ku bi navê “Armada” bi nav dike her diçe xurt dike dişîne derdorê Îranê. Hêza leşkerî ya Armada bêtir ji keştiyên şer ên moşek avêj û keştiyên balafirên şer hildide pêk tên. Di nava bijartekên êrişê yên Amerîkayê de dorpêç, ambargoya neftê ya di ser deryayê de, operasyona bi ser tesîsên nukleerî û moşekan de hene.
Dema Donald Trump vê daxuyaniyê dida keştiyên balafirên şer lê barkirî ber bi Îranê ve diçûn. Trump jî got: “Keştiyên me yên şer diçin. Her yek fîloyek e. Divê Îran cidiyeta me fam bike.”
Li gor angaştên di çawameniya Amerîkayê de dertên herî dereng roja Yekşemê an Duşemê heke diyaloga ji bo peymanê dest pê neke dê Amerîka êriş bibe ser Îranê.
‘Berpirs aloziya Îranê ye’
Donald Trump Îranê wek berpirsê tansiyon heyî nîşan da û got: “Piştî Îranê şertên ku min daniye ber wan red kirine ev alozî zêde bûye. Li gorî îdiayên ku nehatine piştrastkirin Amerîkayê ji bo êrişa bi ser Îranê ve mutefîkê xwe agahdar kiriye.
Gelek medyayên navneteweyî jî van angaştan serwîs kirin lê ji devê berpirsên fermî yên Amerîkayê ve nehatiye piştrastkirin.
‘Muhafizê Şoreşê’ di lîsteya terorê de ye
Yekîtiya Ewropayê (YE) roja 29ê Çile hêza leşkerî ya rejîma Îranê “Muhafizên Şoreşê” ji ber kiryarên wan, kirin lîsteya terorê. Ev biryar ji aliyê xwepêşanderên Îranê ve biryareke di cih de hat nirxandin.













