Amed – Hevberdevka Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê Jiyan Ay der barê rizîbûna civakê de diyar kir ku avakirina malbatekê ya dûrketina ji heqîqeta xwe ya xwezayî û civakî, biyanîbûna exlaqî û wijdanî derdixe holê. Li dijî rizîbûnê divê civakeke demokratîk, ekolojîk û azad bê avakirin.”
Înisiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê ku ji sala 2016an vir ve piştgiriya derûncivakî ya bi zimanê dayikê dide di 2024an de weke Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê (Der-Mez) ji hêla fermî ve xebatên xwe didomîne. Hevberdevka Komeleya Derûnnasên Mezopotamyayê Jiyan Ay derbarê rizîbûna civakê, êrişên li dijî jinan û zarokan, bandora polîtîkayên desthilatê yên li ser dêrûniya civakê, sedemê dûrbûna mirovan a ji civakîbûnê de ji ajansa me re axivî.
Jiyan Ay, derbarê êrişên li dijî zarokan û jinan û sedemê rizîbûna civakê de wiha got: “Di hemû cihanê de, li gelek dever û welatan ji hêla jin û zarokan ve gelek pirsgirêkên dij exlaqî tên jiyîn. Mixabin ev ne tenê rastiya erdnîgariya ku em lê dijîn e, ev rastiya hemû cihanê ye. Awayê qewimandina bûyeran, hejmar û neteweya kesan dibe ku li gorî welatan biguhere lê kirde ango kesên ku ji van bûyeran bandor dibînin, bi piranî jî jiyana xwe ji dest didin jin û zarok in. Di hemû deverên jiyanê de jin biçûk tên dîtin, tune tên hesibandin, rastî tundî û zextên fîzîkî û derûnî tên.”
‘Her ferdeke/î civakê ji xwebûna xwe nirxên exlaqî tê dûrxistin’
Jiyan Ay, destnîşan kir ku jin neçar tê hiştin ku di nav pergaleke ku ji rastî û heqîqeta xwe, ji xwebûna xwe dûr bikeve de bijî û wiha domand: “Pergala heyî ya riziyayî encama fikir û ramanê mêrantiyê yê ku heqîqeta civak û jinê dagirkiriye û îro jî dixwaze bi rêyên cuda ji holê rake ye. Çand û exlaqê civakê dibe alîkar ku mirov başî, xirabî û qencîyê ji hev veqetîne. Bi vê rê û rêbazê civakeke exlaqî û polîtîk ava dibe. Lê belê mixabin îro her ferdeke/î civakê ji xwebûna xwe, nirxên exlaqî û polîtîk tê dûrxistin. Ji rastî û heqîqeta xwe dûr ketin biyanîbûnê bi xwe re tîne. Ji bo mirov ji rastiya xwe dûr bikevin gelek alav tên bikaranîn. Freud dibêje ku di hundirê mirov de başî û xirabî bi hev re heye lê belê hilbijartina yek ji wan di destê mirov de ye. Di dema hilbijartina wan de bandora bûyerên jiyanê, kesayetî, kodên biyolojik, hînbûn û tiştên em di bin tesîrê de dimînin heye. Wîlhelm Reich dibêje ku lêgerîna rastiyê ket şûna rast jiyînê lê belê îro hatin merheleyeke wisa ku ji lêgerîna rastiyê jî dûr dikevin. Li gorî Reich ku dibêje serdest û serokên heyî vê serdemê weke ‘Serdema Mirovên ji Rêzê’ bi nav dikin û bi mirovan jî vê yekê didin qebûl kirin ku ev rastiya wan e lê belê di rastiyê de dema vê yekê dikin qala paşerojê nakin, qala rastiya mirov ku di paşerojê de veşartiye û îro ser dinixumînin û ji bo pêşerojê rastiyeke nû ya li gorî berjewemendiya desthilatdaran ava dikin, dikin. Yek ji sedema ku bûyerên bi vî awayî diqewimin jî, ji xwe û ji heqîqeta xwe dûrketin e. Divê mirov ji webaya ‘serdema mirovên ji rêzê’ biparêze û ew cewhera ku aliyê wan ê ku jiyanê û zindîbûnê diafirîne, dihewîne û şîn dike derxe holê û bi xwe mikur were ku azad bibe. Yan na biyanîbûna kesayetî û civakî, ku ya îro tê jiyîn jî ev e, nakokî û nezaniyek ji aliyê jiyaneke çawa, kesayetiyeke çawa ve ava dike.”
‘Polîtîkayên desthilatan mirovan asîmîle dike’
Jiyan Ay, pirsa “Bandora polîtîkayên desthilatê yên li ser dêrûniya civakê çi ye?” wiha bersivand: “Polîtîkayên desthilatan mirovan ji nirxên wan, xwebûna wan, nasnameya wan qut dike û tîne haleke wisa ku ya ew kes neçar dimînin ku zirarê bidin xwe, bidin kesên derdora xwe yan jî bidin tevahiya civakê. Erich From ku têgeha jixwedûrketin, biyanîbûnê weke psikoz ku ji bo mirovên ji rastiyê diqetin ango ji hiş diçin bikartîne lê bele îro civak bi giştî ji rastî û heqîqetê dûr ketiye. Bûyerên ku diqewimin jî vê rastiyê nîşan didin. Mirov ji hêla giyanî, hiş û civakî ve hatiye tunekirin, kuştin. Ev yek dibe sedem ku bi taybet jî ciwan û jin bê armanc bijîn. Rih û giyan ji dest tê girtin û bi bedeneke bêyî armanc û watedayina jiyanê jiyanek tê avakirin. Ev jî dibe sedem ku beden û hiş bikeve nav nakokiyê. Ji ber ev kod ji nû ve tên nivîsîn, ev di rastiya kodên biyolojîk yên mirovahiyê de nînin. Ev dibe sedem ku kesayetiya rastî û ya ku tê afirandin bikeve nav şerekî, ev jî bi xwe re nexweşînên derûnî ava dike. Ji ber van nexweşînên derûnî û fîzîkî îro jiyan ji gelek kesan re dijwar tê, mirov ji jiyanê tahmekê nagirin, tenê êş, şîn an jî berovajî vê bêyî kêfxweşiyeke bi wate dijîn.”
Polîtikayên şaş nexweşiyê pêş dixe
Jiyan ay anî ziman ku li gelek deverên cîhanê ji ber van polîtîkayên bi kêr nehatî, mirov bi dermanan jiyana xwe berdewam dikin û wiha axivî: “Di vir de tenê qala dermanên derûnî nakin, îro ji ber jiyaneke ku ji ekolojiyê dûrketî gelek nexweşiyên fizîkî rû didin lewma di her alî de mirov di nav şerê jiyanê de ne. Her wiha tunebûn ango ji holê rakirina makezagonên pêşî lêgirtina bûyerên bi vî awayî jî polîtikayeke ku îro bi awayê herî dijwar tê meşandin. Di her bûyera ku pêşî lê neyê girtin de lewma dibêjin ku kuştina jin, zarok an jî zindiyek polîtîk e. Ji ber ku bixwazin rê dikarin li ber bigirin lê mixabin di van salên dawî de bi taybet piştgirî dayîna failan zêdetir dibe. Ev ji aliyekê ve ji bo faîlan baweriyekê, wêrekiyekê ava dike, ji aliyekê ve jî di jin û zarokan de, malbatên wan û civakê de jî tirs, fikra bê ewlehiyê û kerbek ava dike.”
Desthilatdar bi lawazkirina jinê malbatê ava dikin
Jiyan Ay, bi lêv kir ku bi giştî sedema pirsgirêkên civakî desthilatdar û polîtîkayên wan in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdar dixwazin bi lawazkirin û ji hêzxistina jinê modeleke malbatê ava bikin. Îro bi modela malbatê ya ku dixwazin ava bikin re hewl didin ku mezinbûn ê pêşketina civakê nîşan bidin lê belê ev qirkirina malbatê ye. Bi pîrozdîtina malbatê, jin û zarokan dikin xulamên mêr û pergala xwe. Ev yek bi xwe dibe sedem ku malbat hilweşe û rizî bibe. Di encama vê de di nav civak û malbatbûnê de biyanîbûneke kûr ava dibe. Ji ber vê sedemê îro jin dibêjin ‘jin, jiyan, azadî’ ji ber ku jin ji xwe re biyanî ye, bêyî ku hay ji azadiyê hebe di nav malbat û civaka ku sînorên wê hatine diyarkirin de dijî. Lewma azadî û jiyîna jinê bingeha civakê û malbatê ye.”
‘Dûrketina ji heqîqeta xwe ya xwezayî û civakî rizîbûna civakî bi xwe ye’
Jiyan Ay, wiha berdewamî da axaftina xwe: “Modela ku divê hebe û esas were girtin ew e ku divê ji xeleke ku herî pir dixwazin lawaz bixin dest pê bikin û hebûn û fikra azad, hişmendiya xwe, civak û xwezayê biparêzin. Bi şikandina zayendî şer, tundî, kedxwarina jin, zarok û civakê ji holê dikarin rakin. Dema ku malbat xwe li ser kedxwarin û zexta li ser aliyekê ava bike, di wir de pirsgirêk derdikevin holê. Çanda ku serdest û desthilatdar dixwazin ava bikin çi qas bi zext be, di nav wê pergalê de pirsgirêk jî di heman asta zextê de xwe nîşan dide. Çanda ku were avakirin bingeha xwe ji civakbûnê digire. Weke ku Adler jî dibêje rêbaza başkirina herî baş bi hînkirina kesan a jiyaneke wêrek ku bingeha xwe ji hişmendiya civakî digire ye. Lewma bêyî civakbûnê, ji takekesî û serdestiya zayendekê malbateke baş ava nabe. Bi dûrketina ji heqîqeta xwe ya xwezayî-civakî malbatek avakirin, biyanîbûna exlaqî û wijdanî derdixe holê ku sedema rizibûna civakê bi xwe jî ev e. Ji bo ev rizîbûn ji holê rabe divê civakeke demokratîk, ekolojîk û azad were avakirin.”
‘Dema takekesîbûn di nav civakê de zêde dibe êriş û zext zêdetir dibin’
Jiyan Ay, anî ziman ku sedema takekesî û dûrketina ji civakîbûnê ji xwebûna xwe dûrketin e û axaftina xwe wiha bi dawî kir. “Ev bi xwe jî polîtîkayek e ku ji aliyê desthilatdaran ve li ser gelan tê ferzkirin. Di heman demê de ev yek bi xwe re bengîtiyeke şexsî jî ava dike. Ev dibe sedem ku heqîqet û rastiya civakî, piştgiriya civakî ku stûr û piştevaniyeke herî mezin ya mirovan e, bişikêne û ji holê rake. Dema takekesî di nav civakek de zêde bibe, êrîş û zext jî zêdetir dibin. Lê belê civakên komunal di her pirsgirêkek û şikestinek de ji hev re dibin piştevan, hêz ji hev digirin. Qirkirin û guhertina çanda civakî jî ew e ku mirovan bêyî rê û rêbazan bihêlin ku di heqê tiştekî de neyê, bi ser nekeve, sist, pûç û rizî bibe ku bi kêrî wan were.”