Li bajarokê Şêxanê ya ser bi Duhokê ve 3 kesên ku tankereke gazê paqij dikirin, ji ber bêhna wan çikiya jiyana xwe ji dan.
Li gorî nûçeya ROJNEWSê; duh bi şev li bajarokê Şêxanê ya ser bi Duhokê ve 5 kesên tankereke gazê paqij dikirin, bi bêhn çikandinê re rûbirû man. Hate zanîn ku kesên ku di nava depoya tankerê de paqijiyê dikirin, bêhna wan çikiya ye û ji ber vê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Kesên jiyana xwe ji dest dane, bav û kurê xwe û her wiha welatiyek din jî xizmê wan bû ku alîkariyê dida wan.
Her du kesên rewşa wan ne baş jî, rakirin nexweşxaneyê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.