Bedlîs – Li Gundê Hêrvês yê Bedlîsê çanda tûtinê ev bi sedan salan e berdewam dike. Malbata Demîr ku bi salan e karê tûtinê dikin, behsa zehmetiyên wê kirin û dan zanîn ku her çiqas zehmet be jî, ev kar karê wan e û ji cefa û keda xwe razî ne.
Li Gundê Hêrvês ya Bedlîsê çanda tûtinê ev bi sedan salan e berdewam dike. Dîroka wê nayê zanîn, lê li herêma Bedlîsê cihê ewil tûtin hatiye çandin Hêrvês e. Şêniyên Hêrvêsê bi tûtinê debara xwe dikin û çend malên ku sewalkariyê jî dikin, hene. Hêrvês dikeve navbera Bedlîs, Xîzan û Tetwanê û bi xwezaya xwe jî balê dikşîne ser xwe. Çar aliyên wê bi gir û çiyayan girtiye û zeviyên wê yên mezin ji bo tûtin çandinê gelek berhemdar e. Her wiha tûtina Hêrvêsê di Bedlîsê de bi nav û deng e û li bajarên cuda jî ji bo kirîna tûtina Hêrvêsê daxwaz hene.
Arif Demîr û dayika xwe Saadet Demîr ku li Hêrvêsê karê tûtinê dike, ji bo ajansa me behsa karê tûtinê kirin û hemû hûrguliyên wê vegotin.
Karê tûtinê bi giştî gelek zehmetiyên xwe heye. Karê tûtinê dozdeh mehên salê li ber xwe dide û qet navber nakevê. Dema tûtin kulîlka xwe ya ewil dide, ji aliyê rêncberan ve tê jêkirin û dikin tov. Hêrvêsî ji vê tovê re dibêjin “xes”. Ev xes ankû tov heta saleke din meha Nîsanê tê muhefizekirin û di navbera 20 û 30ê nîsanê de diavêjin zeviya herî biçûk. Tovê tûtinê gelek biçûk e û qehweyî ye. Piştî mehekê ev tov dibin şitil. Di vê navberê de rêncber zeviyên xwe tevan dikêlin û cot dikin. Berê bi dewaran ankû gayan cot dihat kirin. Hemû karê Hêrvêsiyan bi gayan dihat kirin, lê niha motor derketine û jê re dibêjin patpat jî. Ev motor ji bo gundiyan gelek baş bûne, hem karê gundiyan hêsantir kiriye hem jî wextê ku ji bo cot vediqetînin kêm kiriye. Hêrvêsî ji zeviyên ku hêj nehatine cotkirin re dibêjin beyarî. Piştî ku ew beyariyên xwe cot dikin, serê meha Hezîranê dest bi danîna tûtinê dikin. Ev danîn jî bi qasî 20 rojekê berdewam dike. Zeviya ku danîna tûtinê xelas dibe, tê ber kolanê.
Hurgûliyên avdana tûtinê
Avdana tûtinê jî zevî bi zevî diguhere. Hin zevî di 8 rojan de tên avdan, hin zevî 15 rojan de û hin jî di 21 rojan de tên avdan. Avdan li gorî cûreya axa zeviyê diguhere. Hinek rewşa hewayê jî bandorê li ser avdanê dike. Her wiha ji avdana duyemîn re jî Hêrvêsî dibêjin avbarî ankû avdana dubare. Arif Demîr du zeviyên xwe ku meha wan xelas bûye, hêj jî avnedaye. Ji ber ku axa zeviya wî zexm e, pêdiviya şitilê zêde bi avê nebûye. Lê hinek zevî hene, ew jê re dibêjin “şikêr” kevirên hûr tê de zêde ne, lewma ew pir zû tên avdan. Piştî avbarîkirinê zevî tê kolan û ev kolan jî bi 3 beşan pêk tê. Piştî avbarîkirinê zevî tê navmerkirin û rastkirin. Piştî kolanê careke din tê avdan û Hêrvêsî ji vê avdanê re jî dibêjin “xambûq”. Beriya kolanê mişar tên çêkirin û bi qasî ku ev mişar avê ragirin, av tê berdan. Lê xambûq ne wisa ye, bi qasî du sê mişaran av tê berdan û tê avdan.
Divê hemû beşên zeviyê weke hev avê vexin
Hêrvêsî zeviyên xwe weke texte û navtexte beş beş dikin û heke texte mezin be di xambûqê de av li gorî wê tê berdan. Divê zevî hemû weke hev bên avdan, cihek kêm cihek zêde were avdan nabe. Cihê ku zêde av dixe, yan dê zû rengê xwe zer bike û hûrik bimîne, yan jî dê zêde bejna wê bilind be. Heke bejna şitilê zêde bilind bibe; pelê tûtinê mezin dibe, cihê şitilan tengav dibe û oksîjenê baş nagirin û tavê baş nabînin. Û ev yek jî dibe sedem ku cihê tav nebîne û oksîjen û hewa negire xerab bibe. Lewma divê hemû cihên zeviyê weke hev bê avdan.
Di serê îlonê de tûtin tê komkirin
Piştî avdana xambûqê xelas dibe, li gorî axê, zevî carek du car din tên avdan. Heta ev kar û bar diqedin demsal dibe payîz û meha Îlonê tê. Destpêka Îlonê komkirina tûtinê dest pê dike û hemû zevî di yek carê da nayê komkirin. Hinek cihên zeviyê zû zer dibin, hinek cih jî dereng zer dibin. Lewma ewilî cihê zû zer dibe tê komkirin û li benda cihên din yên negihiştî dimînin ku heta ew jî zer dibin.
Melîkirin û şarankirin çawa dibe?
Hêrvêsî belgê tûtinê berê weke sê cûreyan cuda dikirin. Ji belgê ser ve re digotin “serta”, ji belgê navîn re “navta” û ji belgê binve re jî digotin “binta”. Lê, niha tenê serta û navta heye. Tûtina herî xweş ya serta ye. Hem tama xwe xweştir e û hem jî rengê wê baştir e. Navta ji ber ku têr tavê nabîne tama xwe kêm tê, belga wê pir tenik e û zû xerab dibe. Karê herî zehmet komkirina tûtinê ye. Gava tûtin tê komkirin ew belgên tûtinê ji bo zûhakirinê melî û şaran dikin. Heke cih hebe di hindir de, heke tune be di nava zeviyê de melî datînin ser hev. Heke di zeviyê de bê raxistin, bi çilû û belgên daran binê wê tê raxistin û meliyên tûtin jî li ser van belgan tê raxistin. Rojekê ev melî li ser hev dimînin û rengê wê ji zêr jî zertir dibe. Roja duyemîn melî tên komkirin û tên şarankirin. Berê bi zilên tarîkan (cûreyek genim) dihatin çêkirin, lê niha ew qamîş ku ji gundekî Adilcewazê tê, bi kar tînin. Zilên tarîkan pir zehmet bû, anîna wê, jêgirtina wê, çêkirina wê ya şaran gelek zehmet bû. Lê qamîş, hem hêsantir hem jî paqijtir e.
Tûtin divê di nava 5 û 10 rojan de zûha bibe
Ji xaniyê an jî avahiyê ku belgên tûtinê tê de tê daliqandin dibêjin “oliyên tûtinê”. Hêrvêsî şaranên xwe dibin oliyên titûnê û piştî lêdana çelpikan bi tarsan (darên ku titûn pê ve tê daliqandin) ve hinekî ji hev dûr didaliqînin. Ev tûtin divê di nava 5 û 10 rojan de zûha bibe û piştî zûhabûnê ji bo cih vebe nêzî hev dikin. Ev tûtin gava nêzî hev dibin tama xwe didin hev û xwe çêtir muhefize dike.
Piştî hûrkirinê tûtin ji bo firotinê amade ye
Dema tûtin zûha dibe êdî demsala zivistanê jî dest pê dike. Piştî barîna berfê tûtin xwe bi xwe nerm dibe û piştî nermbûna belgan tê destekirin. Her desteyek jî bi texmînî 50-60 belgan pêk tê û standartek wê nîne. Di wextê tûtin destekirinê de belg bi sê rengan ji hev tê cuda kirin. Belgê di dema şarankirinê de zer bûye, lê ji ber şert û mercên hewayî zû zûha nebûye, rengê xwe sor dike ankû bi ser qehweyî ve diçe. Hinek belg jî rengê xwe zêde naguherîne û kesk dimîne. Yanî di dema destekirinê de tûtin weke zer, sor û kesk ji hev tê cudakirin. Piştre jî hûrkirin dest pê dike. Hêrvêsî ji makîneya hûrkirinê re dibêjin hewan. Tûtinê diavêjin hewanê û tûtin ji bo firotinê amade ye. Heta karê hûrkirinê jî diqede demsal dîsa dibe buhar û meha Nîsanê tê. Dîsa xes (tov) diavêjin axê û dîsa kar ji nû ve dest pê dike.
Gelo êş û nexweşiyên tûtinê çi ne?
Arif Demîr, di karê titûnê de bal kişand ser rêncberiya wê. Kesên ku ji karê titûnê fêm neke, nikare debara xwe pê bike. Heke jê fêm neke, ew keda dide tev vala diçe û tûtin xera dibe. Tişta ku herî zêde rêncber ditirsîne rewşa hewa ye. Metirsiya herî mezin di demsala payîzê de rû dide. Çend heb êş ankû nexweşiyên titûnê hene û ev êş payîzê derdikevin holê. Êşa devlêdan heye û wexta li tûtinê dixe, rengê belgan spî dike. Gelemperî ev êş ji hewa derdikeve. Şitila ku zêde bilind bû û hewa û oksîjen têra xwe negirt vê êşê digire. Êşeke din ku ji devlêdanê xerabtir heye , ew jî êşa jengê ye. Êşa jengê tenê di şitilekê de jî derbikeve, di nava çend rojan de belavî tevahî zeviyê dibe. Êşa devlêdanê hebe jî hilberîn dîsa heye, lê jeng hemûyê xera dike û tu nikarî tiştekî ji tûtinê bigirî.
Zîpik û serma metirsiyeke mezin e ji bo tûtinê
Her wiha teyrok, gijlok an jî xizik (zîpik) jî gava li zeviyê dixe belgên titûnê qul qul dike. Ev belga ku qul dibe di dema zûhakirinê de rengê xwe xera dike û di dema hûrkirinê de jî dibe toz û sûdê nade. Payîzê tirsa sermayê jî gelek e û serma jî zirareke mezin dide titûnê. Heke ev êş û şertên hewayî baş bin, Hêrvêsî di dawiya salê de gelek kêfxweş dibin. Divê dema muhafizekirinê de jî cihê tûtinê zûha be û divê temasa tûtinê bi betonê re tine be. Piştî destekirinê tûtin tê dexîrekirin û tûtina her zeviyê ji hev cûda tê dexîrekirin, li nava hev naxin. Dema dexîreyê de divê tûtin zûha be. Heke şil be, hem rengê xwe xera dike, hem dema hûrkirinê de pirsgirêk derdixîne û hem jî gava dikin qûtiyan de kîfko digire û xera dibe. Zûhakirin jî rêjeyeke xwe heye, divê tam hişk nebe ku dema tê hûrkirin nebe toz.
Derketina motorê barê cotkarên tûtinê gelek sivik kiriye
Derketina motorê nîmeteke mezin e ji bo cotkarên tûtinê û barê wan gelek sivik kiriye. Mirovên beriya motoran karê tûtinê dikirin, ji ber zehmetiya wê jê ditirsiyan. Bi ber tûtinê re karekî duyemîn gelek zehmet e. Berê sewalên gundiyan hebûn, berîvanên wan hem diçûn bêrê (pez dotinê) hem jî dihatin nava zeviyên tûtinê. Lewma gelek malbatên Hêrvêsiyan dest ji sewal xwedîkirinê berdane. Dîroka xwe nediyar e, lê dema tovê tûtinê hatiye vî gundî heta niha malbata Demîr karê titûnê dike. Di herêma Bedlîsê de jî cihê herî kevn ê tûtin çandinê ev der e. Zarokan bigire heta pîr û kalan keda hemû ferdên malbatê di vî karî de heye.
‘Karê me bi xwe ye em hesabê nadin ti kesî’
Arîf Demîr behsa aboriyê jî kir û got ku ew dikarin bi karê titûnê debara xwe bikin. Arîf Demîr, bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Heke em li ser mûçeya herî kêm (asgarî) hesab bikin, em dikevin zerarê. Kesek ji bo mûçeya herî kêm 8 saetan dixebite, lê em 24 saetan dixebitin. Dema me ji bilî tûtinê ji bo tiştekî din namîne û ev yek jî me dide zerarê. Ji xeynî tûtinê zerzewatê xwe jî em diçînin û ev yek ji bo me karekî baş e. Hin sal hene piyasa tûtinê nîne û nayê firotin. Ji bo karê tûtinê ked û xîret lazim e û ji hezar karên derve çêtir e. Karê me bi xwe ye, em hesabê nadin ti kesî, xerab jî bibe yê me ye, ava jî bibe dîsa yê me ye.”
Danina şitilan hêj roj nehilatî dest pê dike
Dayika Saadet Demîr jî ji bo me behsa zihmetiya karê tûtinê kir û da zanîn ku ew meha nîsanê tovê xwe diavêjin û dema şitil digihijin nava wan du sê caran aşîv dikin. Saadet Demîr, bi domdarî wiha behs kir: “Di nava tov de giya derdikeve û yek bi yek ev giya ji nava tov tê derxistin û em ji vî karî re dibêjin aşîv. Dû re rêncber cotê zeviyên xwe dikin û em jî amadehiya danîna şitilan dikin. Em saet sêyê sibê de alentrîkan bi serê xwe ve girêdidin û dest bi danîna şitilan dikin. Heta saet 7an em dixebitin û dû re tên taşteyê dixwin. Ev cara duyemîn e ku ez çapaya vê zeviyê dikim. Dû re şitil kûlîlk dide û kûlîlka wê jî spî ye. Em van kûlîlkan jê dikin û bi jêkirina van kûlîlkan her belg şax diavêje. Gava tûtin zer dibe em dest diavêjin çinînê. Nêzî mehekê em bi çînina tûtinê ve eleqedar dibin. Gava zîpik û serma tê em ditirsin ku titûna me xerab bibe.”
‘Em ji karê xwe razî ne’
Saadet Demîr, wiha dawî kir: “Piştî çinînê, zivistanê em yek û yek belgên tûtinê ji hev cûda dikin û ev kar gelekî zehmet e. Xwezî mehek payîz dirêj bibûya lê zivistan nehatiba. Di salê de 12 mehan em bi tûtinê re mijûl dibin. Ji dapîr û bapîran heta me hatiye û em jî berdewam dikin. Ji bilî pitikiyê hemû emrê min di vî karî de çûye. Em dîsa ji karê xwe razî ne, em li ser erdê xwe ne û ji me re xweş tê. Em ji cefa û keda xwe razî ne.”