Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di panela bi sernavê ‘aştî’ de bi Elewiyên li Londonê dijîn re hevdîtin kir û diyar kir ku ew li bendê ne ku daxuyaniya dîrokî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di dawiya Sibatê an jî destpêka meha Adarê de bê dayîn.
Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê (AABK), Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanyayê, li cemxaneya li paytexta Îngilîstan Londonê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari panelek bi navê ‘Em li ser aştiyê diaxivin’ lidarxistin.
Hevseroka BAFê Dîlek Încedal panel bi rêve bir. Hevserokê AABK Huseyîn Mat û Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat di panelê de axaftin kirin. Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Di panelê de beşdaran bal kişandin ser girîngiya têkoşîna aştiya civakî.
Hevserokê BAFê Muslum Dalkiçlik, Hevserokê ÎAKM’ê Îbrahîm Has û li ser navê DGBê Feyzullah Cinpolat axaftin kirin. Di axaftinan de bal kişandin ser girîngiya aştiya civakî û gotin aştiya civakî ji bo Elewiyan “bi qasî nan û avê bi qîmete.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bal kişand ser detayên hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û daxuyaniyên di rojên pêş de bên dayîn.
Tulay Hatîmogullari bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi Erebî gel silav kir. Hatîmogullari, bal kişand ser dîroka û jiyana Elewiyan û wiha got: “Ji Kerbelayê heta niha Elewî rastî gelek komkujiyan hatine. Hatîmogullari, da xuyakirin ku Elewî li Sûriyeyê bi heman rengî tên qetilkirin û bal kişand ser girîngiya hevgirtin û têkoşînê ya bi van civakan re. Hatîmogullari, diyar kir ku li Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtinên cuda hatine kirin û got ku hevdîtina yekemîn civîneke ku geşedanên li Sûriyeyê û bi taybet pêvajoyên ku piştî Bihara Ereban bi destwerdanên emperyalîstan veguherî Zivistana Ereban hatiye nirxandin.
Tulay Hatimogullari, anî ziman ku Rêber Apo destnîşan kir ku divê Tirkiye û Îran demokrasiya xwe ya navxweyî ava bikin û ev yek bi geşedanên cîhanê yên li herêmê ve girêdayî ye. Hatîmogullari got, Rêber Apodiyar kir ku divê ev pêvajo bi riyên aştiyane bên çareserkirin. Hatîmogullari her wiha got, ew di wê baweriyê de ne ku daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li ser navê dewletê hatine dayîn û ev daxuyanî nîşan didin ku divê gav were avêtin.
Hatîmogullarî, bal kişand ser girîngiya dînamîkên civakî û muxalefetê ku di pêvajoya aştiyê de cih digirin û da zanîn ku, pêvajoyên aştiyê yên dema bihurî kêm maye û got ku bi taybetî ji ber aliyên muxalîf tevlî pêvajoyê nehatibûn kirin, encamên neyînî bi xwe re aniye.
Tulay Hatimogullari, diyar kir ku Heyeta Îmraliyê peyamên Rêber Apo dane û di hevdîtinan de encamên erênî derketine. Hatîmogullari, her wiha diyar kir ku di vê pêvajoyê de di mijara pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştiya navxweyî heye de her kes hemfikire û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane divê nêzîkatî raber bike. Hatîmogullari, destnîşan kir ku ev pêvajo firsendeke dîrokî ye û got ku ji bo dînamîkên civakî û muxalefetê ji tecrûbeyên neyînî yên rabirdûyê dersê bigirin girîng e ku bibin parçeyek ji pêvajoya aştiyê.
Tulay Hatîmogullari, di derbarê naveroka daxuyaniyên Rêber Apo de got ku ew ê peyama ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk, bêyî tundiyê bê çareserkirin ragihînin. Hatîmogullari, anî ziman ku qetilkirina Narîn Gûran xala rizandina civakê nîşan dide û bal kişand ser girîngiya parastina jin û zarokan.
Tulay Hatîmogûllari ev fikara xwe anî ser ziman, “Gelo ev pêvajo ji bo ji nûve hilbijartina Erdogan an jî guherînin ji bo Destûra Bingehîn e? û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Binêrin Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina bi heyetê me de gelek caran îşaret bi demokratîkbûna Tirkiyeyê dike. Ji ber ku van hevdîtinan bi yeke yek bi dewletê re bi xwe bike. Ew bi xwe ye jî ku wê bang bike. Li vir dîsa îşaret bi girîngiya cihgiritna muxalefetê di vê pêvajoyê de dike. Destnîşan dike ku eger muxalefet di vê pêvajoyê de rolekî bibandor li xwe negire, desthilatdarî û rejîm wê vê pêvajoyê bike berjewendiya xwe. Ji ber vê yekê dema geşedanên konjonkturel di leha me de ye û li Tirkiyeyê gelek beşên muxalîf erê daye vî karî em hê li benda çi ne. Li vê derê tişta ku dikeve ser milê me ew e ku hê zêdetir ji bo pêvajoya çareseriyê zorê bidin desthilatdarî û dewletê.
Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Em niha serdema cunteya leşkerî ya 12’ê Îlonê bi me jiyankirin dijîn. Birêz Abdullah Ocalan di nava kevanê de dibêje ku eger em kevana “terorê” bigirin wê rê li ber têkoşîna demokratîk vebibe. Binêrin Tirkiye îro hatiye wê rewşê ku sendîka û rêxistinên pîşeya kedê nikarin çalakî yan jî grevê bikin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane wê di heman demê de li Tirkiyeyê deriyên demokratîkbûnê veke.”
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ew ji bo muzakereyê amade ne û diyar kir ku tu kes aştiyê pêşkêş neke. Tulay Hatîmogûllari bilêv kir ku ji bo ev pêvajo veguhere aştiyê wê têbikoşin û wiha got: “Li xaka Tirkiyeyê têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê bi Mûstafa Suphîlerê destpê kir. Heta îro hat. Tevgera azadiya Kurd di vê rêyê de berdêlên giran da. Berdêlên ku çepa Tirkiyeyê dide heye. Ji ber vê yekê em dixwazin vê pêvajoyê bi rengê herî baş ava bikin û veguherînin aştiyê.”
Di panelê de Serokê Wekhev ê AABKê Huseyîn Mat diyar kir ku ew girîng dibîne ku civakekî ku mirovahiyê kiriye navenda xwe, divê ne tenê bibe temaşevanê aştiyê, lê berpirsyarî jî bigre. Mat destnîşan kir ku aştî ne tenê ji bo Kurdan an jî Elewiyan ji bo tevahî gel, nasname û baweriyan pir girîng e û wiha got: “Eger dewletan di çarçoveya Destûra Bingehîn de mafê welatîbûna wekhev nivîsanbibin neçar in ku vê pêk bînin. Lê em dibînin ku tîştekî wiha ne mijarê gotinê ye. Wê demê ev pêvajo ne pêvajoyekî rast e. Em wekî Elewiyan dizanin ku Erdogan li ku bi cih dikin. Lê Erdogan îro bibêje, ‘Elewî keremkin werin em bi we re biaxivin’ helbet em ê herin. Ne hevdîtin, rêgez û esas girîng in. Em wekî Elewiyan vê hewldanê rast dibînin. Em hemû ji bo welatîbûna wekhev û azad parçeyek ji vê têkoşîna aştiyê ne. Ji ber vê yekê eger aştî girîng be em nikarin bibin temaşevanên vê pêvajoyê. Em ê dîroka xwe bi xwe binivsînin.”
Parlementerê DEM Partiyê Celal Firat diyar kir ku di esasa aştiyê de navê Elewiyan heye û wiha got: “Em pir dixwazin aştî li erdnîgariya me serwer bibe. Elewî hatin cihêkirin û komkujî hatin kirin. Eger Tirkiye demokrast ba, bi welatiyên xwe re li hev ba û her kesî di welatparêziya wekhev de kiriba yek gelek ji me wê di xak û gundê xwe de maban. Ji ber vê yekê divê Elewî zêdetir piştgirî bidin aştiyê û wê bidin. Hevdîtinên ku bi Birêz Abdulllah Ocalan re tên kirin divê ne yek alî be. Niha qeyûm tên tayînkirin. Niha operasyon li dijî HDK’ê heye û mirov tên girtin. Divê em ji bo aştiyê amade bibin..”