Bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê ya Duyemîn li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya çalakiya bîranînê hat lidarxistn. Di çalakiyê de êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û bêdengiya Fransayê hat şermezarkirin.
Çalakiya bîranîna Endama Konseya Rêveber a KCKê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên ku 23ê Kanûna 2022yan li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bernameya bîranînê hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên xwe li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn û dirûşmên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” berz kirin. Di çalakiyê de wêneyên cangoriyên herdu komkujiyên Parîsê hatin hildan.
Çalakiya bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya di saeta komkujiyê de dest pê kir.
‘Kujer diyar e, Fransa çima bêdeng e?’
Li ser navê TJK-Eyê Dîlan Amed di çalakiyê de ewilî axivî û got: “Kujer diyar e, dewleta Fransayê çima bêdeng e?” Dîlan Amed anî ziman ku dewleta Tirk biryara komkujiyê da û bangeke bi vî rengî li dewleta Fransayê kir: “Eger dewleta Fransayê naxwaze hevkariyê li vî şerê qirêj ê dewleta Tirk bike, divê vê komkujiyê ronî bike.”
Xizma Evîn Goyî, Emîne Kara bi bîr xist ku Evîn Goyî li Kampa Penaberan a Mexmûrê mezin bû, li çar aliyên Kurdistanê têkoşiya û got: “Mirov ji têkoşîna Evîn hêzê werdigirin. Li Rojava wezîfeyên girîng bi cih anî. Di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de kedeke mezin da. Piştî ku birîndar bû hat Ewropayê, lê ti carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Em weke malbata wê dixwazin ev bûyer bê ronîkirin. Em ê dest ji têkoşîna Sarayan, Evînan bernedin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”
‘Kujer dewleta Tirk e’
Xizmê Abdurrahman Kizil, Celal Tûran jî bi bîr xist ku 2 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hîn jî nehatiye ronîkirin. Tûran diyar kir ku ew zanin bê kî li pişt komkujiyê û wiha got: “Dewleta Tirk li pişt vê komkujiyê ye. Ji ber ku Komkujiya Parîsê ya yekemîn nehate ronîkirin, ev komkujî hate kirin. Lê belê ev çarenûsek nîne. Êdî bes e! Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê xwedî firsendeke mezin a paşerojê ye ku sed salan carekê bi dest dikeve. Divê Kurd vê firsendê bi kar bînin.”
Celal Tûran bang li dewleta Fransayê kir ku ji bo ronîkirina vê komkujiyê çi ji dest tê bike.
‘Mîrateya şoreşgerî ji me re hiştin’
Hevseroka KCDK-Eyê Zubeyde Zumrut piştre axivî û ev yek anîn ziman: “Em xemgîn in, lê ewqasî jî bi hêrs in. Çawa ku em kujerên li Dersim, Mereş û Roboskî nas dikin, kujerên komkujiyên li Parîsê jî nas dikin. Dewleta Tirk bi polîtîkayên qirêj li Parîsê êriş bir ser şoreşgeran, jinên pêşeng. Sakîne Cansiz mîrateyeke şoreşgerî ji me re hişt. Evîn sîstema Rojava ji me re hişt. Em ê xwedî li mîrateyên wan derkevin.”