Li navçeya Bagcilara Stenbolê 1 jê zarok 3 kes ji ber tupê vekirî meye jehrî bûn û jiyana xwe ji dest dan. Rewşa birîndarekê jî giran e.
Bi îxbara jehrîbûna xazê tîmên tenduristiyê çûn qata 5an a apartmaneke li taxa Demîrkapi ya navçeya Bagcilar a Stenbolê. Tîmên tenduristiyê piştî mudaxileya ewilê diyar kir ku Abdulazîz Malay (70) Fatma Jabara (43) Zehra Malay (7) ji ber xaza tûp a vekirî maye jiyana xwe ji dest dane, Gulbahar Malay (37) jî ji ser hişê xwe çûye. Gulbahar Malay piştî mudaxeleya ewilê rakirin nexweşxanayê. Li gorî agahiyên bi dest ketine rewşa Gulbahar Malay jî giran e.







