Rêveberiyên desthilat û destpot, ji bo serweriya xwe bidomînin kesên li dijî xwe bi rêbazek pir giran ceza dikin. An wan dikujin, an jî wan bi sawî binax dikin. Hin girtîgehên ku girtiyan bi saxî bin ax dikin Zindana Îmralî, Seydnaya û Zindan Akreyê ye. Li van zindanan girtî bi temamî ji jiyana derve têne qutkirin û têkiliya wan û cîhanê qut dibe.
Di demek ku her kes behsa hovîtiya li zindana Seydnaya ya Şamê dike, zindana Akreyê ya PDKê jî ji ne kêmî Seydnaya ye. Di zindana Seydnayayê de çi hatibe kirin, li zindana Akreyê jî heman tişt tê kirin. Yek ji mexdûrên zindana Akreyê Zana Mahabad ê nivîskar e. Zana Mahabat 5 sal an di zindana Akreyê de ma û di van 5 salan de hêviya xwe ya jiyanê qut kir.
Li Suriyeyê piştî rûxîna rejîma Esed yek ji cihên ku di cîhan û Rojhilata Navîn de herî zêde bûyî rojev zindana Seydnayê bû. Zindana Seydnaya ji Şama paytexta Suriyeyê tenê 30 kîlometre dûre û dikeve Bakurê Şamê. Ev zindanek binerde û bi êşkence, darvekirin û hovîtiya xwe tê nasîn. Li gorî tê gotin piştî şerê li Suriyeyê ji sala 2011an heya 2021an zêdetirî 30 hezar kes li vê zindanê hatine darvekirin. Kesên li vê zindanê dihatin ragirtin êdî hêviya xwe ji jiyanê dibirîn. Piştî rûxîna Esed, kesên ji zindanê azad bûn jî nîv mirov derketin û hîn jî bawer nedikirin ku ew ji vê zindanê azad bûne. Zindana Seydnaya ya Esed çîrokên bi êş li pey xwe hiştin.
Lê çîrokên ku hîn nehatine nivîsandin û bi êş, li zindanek Başûrê Kurdistanê jî heye. Li Başûrê Kurdistanê jî kesên bikevin zindana Akreyê, êdî hêviya xwe ji jiyanê qut dikin. Gelo ferqa di navbera zindana Seydnaya û Akreyê de çiye? Gelo heman hovîtî, êşkence û pîvanên nerêtî li zindana Akreyê jî tê kirin? Nivîskar Zana Mahabad 5 salan li Zindana Akreyê ma û piştre hat berdan. Zana Mahabad pirsên Ajansa ROJNWESê bersivand û qala serpêhatiyên xwe kir.
Nivîskar Zana Mahabad da zanîn ku dema wî destpêkê dîmenên Zindana Seydnaya di çapemeniyê de dîtin, tişta pêşî hat bîra wî Zindana Akrê bû!
Berfirehiya hevpeyvîna bi nivîskar Zana Mahabad re wiha ye:
Niha li cîhanê zindana Seydnaya bûye rojev, gelo ferqa di navbera zindana Seydnaya û ya Akrê de çiye?
Zindaneke wisa ye ku bi awayekî zelal nîşan dide ka xisleta sîstemên heyî yên di dîrokê de heta roja me ya îro çawa ye. Ji ber wê yekê, gotina ‘heger tu têbigihîjî ka welatek çawa tê birêvebirin, li zindanên wî welatî binihêre’ ne belesebebe. Zindana Seydnaya, nimûneyeke darîçav û eşkere bûye, em bi xêra wê dikarin zanibin ka rejîma Baasê ya Sûrî xwedî xisleteke çawa bû. Her dewlet xwedî zindaneke Guantanamo yan jî Seydnaya ye. Li Tirkiyeyê Zindana Îmraliyê, li Îranê Zindana Evînê, li Iraqê Zindana Ebû Xureybê hene û her dewlet xwedî zindanên bi vî rengî ye. Xislet û taybetmendiya van zindanan a sereke ewe ku ew labaratuwarin. Yanî her rêbaza ku wê li ser civakê were ferzkirin yan jî li zindanên din pêk were anîn, pêşî li van zindanan tê ceribandin û li gorî encama derdikeve holê, li zindanên din û ji wir jî li ser civakê jî tê pêkanîn.
Ya PDKê jî zindana Akrê ye. Lê beriya wê jî di navbera salên 1963 û 1975an de sê zindanên navdar ên PDKê hebûn bi navên Rayat, Xelan û Mawetê. Li van zindanan êşkence li sedan şoreşgerên Kurd û mirovên Kurd hat kirin û gelek hatin qetilkirin. Herçî zindana Akrê ye, PDKê ew piştî azadbûna Başûrê Kurdistanê ya sala 1991ê ava kir û ew jî zindaneke navdare. Zindana Akrê zindanek wisa ye ku ser bi rêxistina îstixbarata PDKê Parastinê ye. Çawa Seydnaya ser bi Îstîxbarata Baasê bû, zindana Akrê jî ser bi Parastina PDKê ye. Ez tam pê nizanim gelo kesên li Seydnayê hatine dadgehkirin û mehkûm bûne yan na. Lê belê ti kesê ku dikete zindana Akrê di pêvajoyeke hiqûqî re derbas nedibû. Yanî ew bi ti awayî nedihatin dadgehkirin, lê li wir dihatin ragirtin. Bi ser de jî Hikûmeta Herêmê ne xwedî ti biryarê bû li ser vê zindanê, Zindana Akrê bi temamî di destê Parastina PDKê de bû. Ka kî wê çi qasî li wir bê ragirtin û ka kî kengî were berdan, biryara van hemûyan malbata Barzanî dida. Ji ber wê yekê, eynî weke Zindana Seydnayayê, ji ber tiştên li wir diqewimîn yan jî li wir dianîn serê mirovan ti kesî nekarî hesab bipirse. Cudatiya di navbera Seydnaya û Akrê de jî ewe ku, Zindana Seydnaya hepseke wilo ye ku bi tecrûbeya desthilata 61 salî ya rejîma Baasê, ya ku xwe dispêre tecrûbe û derfetên dewleteke dêrîn, hatiye avakirin. Zindana Akrê jî gava hat avakirin, girêdayî malbatekê bû ku ti tecrûbeya wê ya rêveberiyê nebû, hem jî hingê statuyeke fermî ya Başûrê Kurdistanê nebû, ti sazîbûna wê jî nebû, bi ser de jî siberoja wê nediyar û zelûl bû, derfetên wê yên madî pir kêm bûn. Ji ber wê yekê merc û pêkanînên li Zindana Akrê pir hoveber û kêfî bûn.
Li cîhanê behsa hovîtiya li girtiyên li zindana Seydnaya tê kirin, gelo nêzîkbûna PDKê ya li zindana Akrê ya bi girtiyan re, weke ya Seydnayê bû, yan xirabtir bû?
Li gorî dewlet, welat, coxrafya, çand û rejîman merc û pêkanînên zindanan cûda bibin jî, esas û cewherê wan weke hev e. Armanca wan ewe ku kesan teslîm bigirin, wan bê îrade bikin, bê nasname bike, wan bixe, wan bike kole. Rejîma Baasê sîstemek wisa ye ku desthilat ji bav derbasî kur dibe. Bi hilbijartinên fermî û bi bikaranîna navê komarê tê rewakirin. Di rejîma Barzanî de jî desthilat ji bav derbasî kur dibe, ew jî bi hilbijartinên ji berê ve hatine dîzaynkirin tê rewakirin. Ev nimûne û tiştên dişibin hev bi tena serê xwe têrê dikin ku nîşan bidin ka çawa pêkanînên li zindanan jî wekhev in yan jî dişibin hev.
Çi bûyerên li Zindana Akrê çêdibin, ji yên li zindana Seydnaya bi bandortir in?
Gava ku min dîmenên Zindana Seydnaya di çapemeniyê de dîtin, tişta serê pêşî hat bîra min Zindana Akrê bû. Li navenda PDKê Mesîfê pêşî lêpirsîneke bi êşkende li girtiyan (Gerîlayên birîndar ên dîl, sempatîzanên PKKê, Pêşmergeyên YNKê û sempatîzanên wê û kesên ji dozên cuda) dihat kirin. Piştre ew bi komî dixistin çend kosteran/minîbusan û berê wan didan Zindana Akrê. Gava ku ev minîbus diketin hundirê hewşa Zindana Akrê, pêşmergeyên PDKê ji dil û kezebê ji bo ku bi xortim, qablo, bist, dar û çoxan, ‘êşkenceya tu bi xêr hatî’ li girtiyan bikin, li benda peyabûna girtiyan ji minîbusan amade disekînin. Wan pêşî êşkenceyeke dijwar li her girtî û dîlê ji minîbusê peya dibû, dikir. Piştre wan ew dibir qawîşê. Hundirê qawîşan jî bi tena serê xwe êşkence ye. Wan 80 ta 90 kes dixistin nava qawîşên 15 ta 20 kesî. Bi rengekî ku girtiyên di qawîşê de li ser hev rûnin, bi zorê diketin qawîşê. Gava girtî dixistin qawîşê, wan pêşî porê wan ji binî ve diqusand, kur dikir. Roja ewilî destûr nebû ku kesek bi girtî re bipeyive, yanî qedexe bû roja pêşî kesek bi girtiyê nû re bipeyive.
Li zindana Akrê ji bo cezakirina girtiyan, kîjan amûr û hêcet dihatin karanîn?
Li Zindana Akrê êşkenceya fizîkî sereqet hebû. Her çî em girtiyên PKKyî bûn, ji bilî ‘Êşkenceya tu bi xêr hatî’ nikarîbûn êşkenceya zêde bikin. Ji ber ku hem berxwedana me hebû û hem jî rêxistineke me hebû ya ku wê tola me hilanda. Ji ber wê yekê, newêrabûn. Lê belê şert û mercên zindanê bi serê xwe weke êşkenceya fizîkî giran bûn. Weke nimûne, Kurd pir girêdayê keramet û rûmeta xwe ne. Lê belê li Zindana Akrê sereqet keramet û anora girtiyên din dişikandin, heqaret li wan dikirin, ew piçûk dixistin, dijûn ji wan re digotin. Paqijî ku yek ji pêdiviyên sereke yên mirovane, veguherandibûn amûreke êşkenceyê. Serşûştin du mehan carekê bi du misîn av dihat kirin. Ji ber ku li qawîşan tuwalet nebû, rojê du caran girtî ji bo biçin tuwaletê derdixistin derve. Ji ber wê jî bêhna tuwaletê sereqet li qawîşan hebû. Mirovên kal, nexweş neçar bûn li cihê firaxşoyê tuwaleta xwe bikin. Nivîn, batanî, cilûbergên me hemû tijî kêç bûn. Bi qasî ku mirovekî karîbû bertîlê bide, karîbû dermanan bi dest bixe. Wan her derman bi bihayê pêncqatî yan jî dehqatî difirotin. Jiyana li wir bi serê xwe êşkence bû. Pêvajoya ez behsa wê dikim beriya sala 2000î bû. Niha jî rewş zêde neguheriye. Li gorî agahiyên li ber destê me, gerîlayên ku dîl dikevin destê PDKê bi salan di hucreyê tarî de tecrîdkirî tên ragirtin. Li ser wan teslîmbûn, xiyanet û bêîradebûnê ferz dikin. PDK bi dehan hevalên me yên gerîla li zindanên veşartî yên parastinê bi awayekî li derveyî hiqûqê radigire. Aqûbeta rejîma ku Zindana Seydnaya ava kir bûbe çi, wê ya ku Zindana Akrê ava kir jî bibe ew. Rûmeta mirovahiyê xwedî wê hêzê ye ku tevahiya dîwaran hilweşîne.